Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Havîn ACAR
 
Tenê Ez Dizanim- تەنێ ئەز دزانم
2014-10-28 08:21
Havîn ACAR
info@kurdigeh.com

Tenê Ez Dizanim

Tenê ez dizanim çi qas ji te hez dikim.

Tenê ez dizanim li ser siroştên hêvîyên xwe te çawa digerînim.

Mija bûharê rêwingîyên dilê min dorpêç dike.

Xwinavên germik dibarîne çavê min û raçandî ye li ser kula dilê min evîna te.

Li welatê xerîbîyê bi stêrkên ezmanan ronî dikim bajarê te, heya berbanga
sibehê.

Min di giyanê xwe de tovên evîna te çandine, li ber serma zivistanê.

Min xewn û xeyalên xwe li ser singa te belav kirîye cûr bi cûr, bi kûlîlkên bûharê.

Bi tenê ez dizanim, kula dilê xwe.

Ber çavên xwe dibim gulek, li ber robarên te

Çawa diçilmisim mîna xezêman diweşînim, û çawa diherikim tenê ez dizanim.

De were kenîya min bi tinebûna xwe, hêvîyên min ên bêhempa dara mirinê ve girênede.

Min neke êxsîrek li ber çavên xwe.

Li navçeyên bajarokên dilê xwe de demsala pahîzê li ser hêvîyên min neine.

De were bibe heyiv û derkeve li ser hestên min ên penaber bûyî.

Zelal bike mina rondikên çavan

Min nehêle sêwîyek bê xwedî li kolanên dilê xwe de...

--------------------
Havîn ACAR
-------------------


تەنێ ئەز دزانم

تەنێ ئەز دزانم چ قاس ژ تە ھەز دکم.

تەنێ ئەز دزانم ل سەر سرۆشتێن ھێڤییێن خوە تە چاوا دگەرینم.

مژا بووھارێ رێونگییێن دلێ من دۆرپێچ دکە.

خوناڤێن گەرمک دبارینە چاڤێ من و راچاندییە ل سەر کولا دلێ من ئەڤینا تە.

ل وەلاتێ خەریبییێ ب ستێرکێن ئەزمانان رۆنی دکم باژارێ تە، ھەیا بەربانگا سبەھێ.

من د گیانێ خوە دە تۆڤێن ئەڤینا تە چاندنە، ل بەر سەرما زڤستانێ.

من خەون و خەیالێن خوە ل سەر سنگا تە بەلاڤ کرییە جوور ب جوور، ب کوولیلکێن بووھارێ.

ب تەنێ ئەز دزانم، کولا دلێ خوە.

بەر چاڤێن خوە دبم گولەک، ل بەر رۆبارێن تە

چاوا دچلمسم مینا خەزێمان دوەشینم، و چاوا دھەرکم تەنێ ئەز دزانم.

دە وەرە کەنییا من ب تنەبوونا خوە، ھێڤییێن منێن بێھەمپا دارا مرنێ ڤە گرێنەدە.

من نەکە ئێخسیرەک ل بەر چاڤێن خوە.

ل ناڤچەیێن باژارۆکێن دلێ خوە دە دەمسالا پاھیزێ ل سەر ھێڤییێن من نەنە.

دە وەرە ببە ھەیڤ و دەرکەڤە ل سەر ھەستێن منێن پەنابەر بوویی.

زەلال بکە منا رۆندکێن چاڤان

من نەھێلە سێوییەک بێ خوەدی ل کۆلانێن دلێ خوە دە...