Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
H. Henûn
 
[Şeir] Aqûbeta Mêrekî Dinyaxwarî
2017-08-16 12:35
H. Henûn
hh@kurdigeh.com
Gurmîn Têrxwar
Mêrê bi sed mêran
Tayê mala xwe yê bi tenê
Berxê dêya xwe beranê bavê xwe
Zû seridî li ber tava havînê
Di çardeh salîya xwe de lê xist
Banzda çû metrepolan
Ne şopek li pey xwe hişt
Ne jî pey xwe xist pêjnek

Gurmîn Têrxwar
Nehîtê Mêran
Bi derbekê re du zilam dikuştin
Terîya yê din jî bi ser serê wî dixist
Wer dihişt îpela tazî
Zû fêrî tifingê bû
Li gor gotina gotindaran fewt nediçû berika wî
Hêrsa wî jî eynî wisa
Jehrxwarên wî tew bê hed û hesab bûn

Gurmîn Têrxwar
Lokê mêran
Di panzdeh salîya xwe de pahnîya sola xwe şikand
Di şanzdeh salîya xwe de çakêtek kişand ser milê xwe
Di hevdeh salîya xwe de xencerek da ber newqa xwe
Di hejdeh salîya xwe de keçek revand
Di nozdeh salîya xwe de ket hepsê
Di bîst salîya xwe de navrana qatilekî qetand
Zû noqi jîyana berberî û xwînrêjîyê bû

Gurmîn Têrxwar
Xweşmêr lawê xweşmêran
Gotineke wî hesin nerm dikir
Hejmekar dibûn li ber, çavpêketîyên hinera wî
Li hepsê xwe fêrî tembûrê kir
Zû ji Kawîs Axa hez kir herî pir
Herî pir ji kilama Çemê Çetelê
Bê sekn û rawest digot
Hewar e xalo ez girtî me li xerîbîyê

Gurmîn Têrxwar
Mêrxasê çiyan
Di deh salan de binê hepsê kol kir
Zû firar kir ji nav şîş û betonan
Ne şopek bi ser jina xwe ve xist
Ne jî xeberek girt ji kurê xwe yê nedîtî
Ji qudûm de ket per perîşan
Gava bihîst dêbab bêxwedî binax bûne
Di sih salîya xwe de hikumdarî kir li bilindcihan

Gurmîn Têrxwar
Mêrkujê belaşxwiran
Qaçaxê dewleta îllellah kiriye ji ber wî
Debara wî rêbirî xwarina wî goştê kewan bû
Zû tirs xist dilê xelkê
Teyr û tilûr zû koç kirin
Destê wî li ser zikê wî bû rast e
Lê qarişî henûnan nedibû
Tenê li berîka wan dixist ewqas

Gurmîn Têrxwar
Şêremêrê bê kes û kûs
Zû bêhn teng bû ji cihê xwe
Ji xewa şevekê pengizî
Di çil salîya xwe de revîya welatekî dûr
Bû ewlîyayek ma di dilê şênîyan de
Sê cendek li pey xwe hiştin wekî tesellî
Yek ê eskerekî yek ê axayekî yek ê berazekî
Pir paşê hezkirîyên wî li dareke mirazan kir navê wî

Gurmîn Têrxwar
Mêrek bû hat û çû
Kesî bawer nekir dê rojekê bimire
Heta roja li peravê da cendekê wî
Zû koç kir benîadem ji vê dinyaya bendeyan
Gerîya wergerîya aqûbeta wî wek çîrokeke bedbext
Her îro jî tê gotin kilama wî sertaser
Gurmîn Têrxwar
Dinya xwar lê jê re jî nema


H. Henûn