Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
[helbest] neçe
2017-08-19 17:05
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Neçe

Şev weke reşmaran xwe li bajêr dipêçe
Tu biçî
Ji kulên qermiçî pê ve tiştek namîne
Di destara demî de bihêrim
Neçe! dê bimirim
Darek e rût
Balindeyek baskokirî ye temen
Û tejî xem
Ji te pê ve kesek nemaye xwe lê bigirim

Neçe serdemek bêyom a ku kund jî lê naxwînin dizê
Rê rêbir
Kolan serserî
Bajar jar mirov hov in li vî demî
Di xeleka man û nemanêde ne em
Dîwar sar
Tixûb neyar
Şev yek dijmin hezar in

Neçe tik û tenê ye giryana koroyên zîz
Dilên bi ser dîwarê xemê de dihilweşin
Li bohema mey û şevê de dem digirin
Ji êşên çaresernekirî dizên ez û tu
Ez û tu bi tenê dikarin bibin peyaleyek
Ji bo nifşeke nû

Neçe
Divemire her tişt bi rengekê
Li ezman sitêrk,di kortika rûyê te de bînahî
Min çavê girt û wenda bû ronahî
neçe
Tu biçî dil dirize
Ji xeman pê ve tiştek namîne di destara demî de
Vî bajarî bihêre bi goştê laşê min re
Bike kavil weke goristanekê
Neçe mîna bêdengiya întîxarekê
---

Alî Bayram
---

Têbînî: Wêneyê li jor Mahmut Bozarslanî girtiye