Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Mewlûd Oguz
 
Mevlûd Oguzî pirsên li ser novela Mistoyê Haco jê pirsî
2017-10-22 11:28
Mewlûd Oguz
oguzmevlut@gmail.com
Novela ango çîroka dirêj ya nivîskarê ciwan Mistoyê Heco ya bi navê “Na Bavo Hê Li Rawestgehê Me” ji weşanên Apecê derçû. Heco, kurdekî ji gundekî Qirşehîrê yê bajarê Anatolyaya Navîn e. Jiyana wî heta dema lîseyê li gund derbas bûye. Ev şeş heft sal in li Stenbolê dijî. Kedkar e. Me bi nivîskarê ciwan Heco re derbarê kitêba wî, xwendekarî û nivîskariya wî, leheng û rastiya lehengên wî de hevpeyvînek kir. Heco, bi xwebêjiya xwe bersiva pirsên me da. Kerem bikin em bi hevre bixwînin:

Kî ye nivîskar? Xwedan kesayeteke çawa ye? Ew kesayeta ku hukim li peyvê dike kî ye? Mistoyê Heco kî ye?

“EM DI REWŞEKE AWERTE DE NE; DITRISIN, DIREVIN, XWE VEDIŞÊRIN”

“Raboriyeke min a hewceyî gotinê tuneye ku behsê bikim. Wek gelek kesan ez jî di landika dinyayê de, di devê min de mijmijik, xwe ji bo xeweke aram amade dikim. Ji aliyê kesayetê ve nizanim çi bêjim, belkî jî xwe nasnakim ji bo wê nizanim. Lê dîsa jî dikarim bêjim, ya ku ez dizanim, li ser xaçerêyekê me û li benda maneyê me. Ez vê xaçerêyê bi destpêka tîrada Hamlet ya herî zêde tê zanîn rave bikim ê baştir bibe. ‘Hebûn an jî nebûn’ Erê çîrok tam jî ev e. Di vir de didu pêşbînî derdikevin hemberî me. Ger hebûn be (he)bûn, tu yê li benda jiyanê bî heya dawiya emrê xwe. Bi gotineke din: Tu yê bêmane bijî hemû jiyana xwe. Ger nebûn be, tu li benda tu tiştî namînî. Tu yê demildest dest bi tevgerê bikî û dawiyê bi bêmanebûnê bînî. Xwe bikujî. Di van herdu pêşbîniyan de pêşniyarek derdikeve hemberî min. ‘Wateya hebûnê yek e, ew jî tunebûn e’ Li ser xaçerêyekê me. Aliyê min ê çepê, ku nêzî dilê min e, neman e, aliyê min ê rastê hebûn e.”

“ŞERÊ MIN, ŞERÊ TAKEKESÎTIYA MIN E”

Di lêgerîna kesayeta xwe de me. Şerê min, şerê takekesîtiya kesayeta min e. Modernîzmê hemû wizeya min mişt û min dev ji eniya civakê berda û vegerîm tenêtiya xwe. Belê, di jiyana rojanê de bi gelek kesan re rû bi rû dimînim. Çi rasterast, çi nerasterast danûstandineke me jî heye. Lê bi wan ne ewle me. Di dilê min de tirsa endîşeyan kon vegirtiye. Û ev tirs min dikşîne kûrahiya tenêbûnê. Her çiqas bixwazim bi hewldanênên wek; bi hembajariyan re hembajarîbûn, bi kurdan re kurdbûn, bi wêjehezan re şêwirên xwendinê hwd. re vê dorpeçkirina tenêtiyê bişkînim jî ev hewldanên min bi dawîbûna sûdgirtinê re têk çûn/diçin.

Modernîzm ji bo me pêşnûmayeke nîvco ye û her diçe me dixe zikê tenêtiyê. Di çaxa xwe ya xişîm de min bi şûrê marksîzmê xwe da hemberî wê. Çimkî marksîzmê ew wek hûtekê, wek cenawirekê pênase dikir. Sedema vê pênaseyê di yeksandîtina marksîzmê ya kapîtalîzm û modernîteyê de radize. Li gorî marksîzmê ev herduk cot bûn û ji hev nediqetîn. Halbûkî kapîtalîzmê hê di destpêkê de hewldabû ku ji tixûbên neteweyî rizgar be û bibe hêzeke navneteweyî. Erê, di navbera kapîtalîzm û modernîteyê de xêzeke stûr heye û ev xêz modernîteyê nîvco dihêle. Modernîte ji bo li hemberî kapîtalîzmê hebûna xwe biparêze û cihên nîvcohîştî bigre, her ku diçe xwe bi mertala xwe ya netewedewletbûnê dipêçe. Encam li pêş çav e. Va ye Cizîr. Va ye Nisêbîn. Va ye Sûr… Derûniya me jî li pêş çav e. Em di rewşeke awerte de ne. Ditirsin, direvin, xwe vedişêrin. Em bi tena serê xwe ne û ev tenêbûna me her ku diçe kûrtir dibe. Gelekên ji me xwe bi riya medyaya civakî tetmîn dikin. Me ji xwe re di wê qadê de çend dinyayên paralel ava kirin. Em ji rastiya kesayeta xwe dûr ketin û tenêtiya me jî kûrtir bû. Kesayeta ku hikum li peyva min dike tam jî ev e.
Bi qasî ku min xwend û ji berhemê fam kir te klasîk xwendine û te ji wan sûd wergirtiye. Calvino di Klasikleri Niçin Okumaliyiz/Em Çima Klasîkan Bixwînin? de egerên vê yekê dibêje lê egerên te çi ne? Bi raya te em çima klasîkan bixwînin?

“MIROV NIKARE BÊJE ‘MIN KLASÎK XWENDINE’, MIROV DIKARE BÊJE,‘EZ HÊJ KLASÎKAN DIXWÎNIM’”

Mirov nikare bêje, “min klasîk xwendine”. Mirov dikare bêje, "ez hêj klasîkan dixwînim, ez ê çend carên din jî bixwînim.” Ev ji bo birçiyan nanek e. Ji bo taziyan xwelêpêçanek e. Erê, çi qas ji destê min were ez hewl didim klasîkan bixwînim. Ez hem birçî me, hem jî tazî me. Egerên min ev in. Lê ne hedê min e ku ez ji hin kesan re bêjim klasîkan bixwînin. Beriya xwendina klasîkan divê pirsa me: “Ez çima dixwînim?” be. Heke mirov bi bersiva xwe ya vê pirsê ewle bibe hîngê jixwe egera xwendina klasîkan jî dê derkeve holê (tabî ji bo yên dixwînin)

Mallarme gotibû ne şaş bim “Her tiştê li dinyayê bo ku bikeve kitêbekê heye”. dîsa Coetzee dibêje ku “Rojekê hetîketiya ku min tengezar dikir hate bîra min” Vêca li rû hewatê ligel ku her tişt dikare bikeve kitêbê. Çi bû ya ku kete kitêba te, çi bû ya ku te bêhizûr kir û ev behrem bi te da nivîsandin?

“MIN XWEST BIBIM VEBÊJERÊ DEMA XWE”

Her nifş tecrûbeya xwe bi destê xwe saz dike. Salnameya me bi êşan ve ew qas honandiye ku em nikarin xweziya xwe bi raboriyê bînin. Bi ya min, ger hewcedariya me bi jêderkekê hebe, divê ew jêderka me dema niha be. Ger hewcedariya me bi vebêjeriyekê hebe, divê vebêjeriya me di dema niha de saz bibe. Heqîqeta ku em dijîn ev dema ku em têde ne. Nivîsandina heqîqetê ne karê dîroknûs û civaknasan e. Tenê edebiyat dikare barekê wisa giran bide ser milên xwe. Çimkî tu merciyên ku ew jê destûrê bixwaze tune ne. Her tişt, yên ku em niha dijîn in. Hê hilmûgilma wan li ser e. Heke em wan têxin sarinca raboriyê ye hîngê ew ê tamsarkî bibin. Şik û guman, saw, hez, xewn, kabûs, rewrewk, şikestin hwd. ev hemû di dema niha de xwedî çêj in. Û her tişt dikare bibe malzemeyên nivîsê. Min xwest bibim vebêjerê dema xwe. Nizam çi qas bi ser ketim. Lê qet nebe min ceriband û heta sax bim jî ez ê biceribînim.

Li ser fikra ku tê gotin ku, “Divê fiction (honak) li ser mijarên siyasî û civakî hûr bibe.” tu çi difikirî?
“HEKE EM NIVÎSKARAN BIŞIBÎNIN MÎMARAN HÎNGÊ HONAK JÎ DIBE ŞÊWEYA HOSTATIYAN”

“Heke em nivîskaran bişibînin mîmaran hîngê honak jî dibe şêweya hostatiya wan a sazkirinê. Carinan tenê hevokek, carinan wêneyek, stranek, carina hezek dikare bibe mijara honakê. Erê, wek gelek tiştên din mijarên siyasî û civakî jî dikarin bibin malzemeyên honakê. Lê em nikarin çarçoveya honakê bi van herdu mijaran teng bikin û bêjin, “Divê honak li mijarên siyasî û civakî hûr bibe.” Wê gavê gelek diştên din li derveyî vê yekê dimînin. Heke hewcedariya wan bi çarçovekirinekê hebe, bila guh bidin Borges. Borges di “pesindana siyê” (golgeye ovgu) de behsa çar dewrî dike (dort çevrim) û dibêje: “Hejmara çîrokan (em vê wek honakê jî dikarin bixwînin) çar in. A herî qedîm çîroka dorpêçkirin û parastina kelehekê ye. Leşkerên herdu aliyî jî egîd bûn. Miriyên herdu aliyî jî şehîd.  Ne Akhilleusê egîdê egîdan serkeftina şer dît ne jî canfedayên ku parastina kelehê dikirin têkçûna şer. Di wextekê de ev çîrok bû çîroka Troyayê, di wexteke din de bû Kobanî û nehat xwarê. Çîroka duwem giredahiya çîroka yekem e. Çîroka rêwîtiya vegerekê ye. Çîroka Odysseusê ku ji gelek xetereyên behrê xilas dibe û tê digihîje Îthakaya xwe. Û çîroka Xwedêyên piştî qiyametê (bêxem) li kevirên kişikê digerin ku şaxmat bilîzin. A sêyem çîroka lêgerînekê ye. (…) lêgerîna me ya îro bêwec e. Lehengên James û Kafka ji xeynî rûxandinê tiştekî nafikirin. Çîroka dawîn ya qurbanîkirina Xwedêyekî ye. Li Frîgyayê Attîs xwe seqet dike û tê kuştin. Va ye Îsa hê jî di çarmixê de ye…” Erê seyda, li gorî Borges honaka çîrokê li ser van çar dewran e. Tenê nav û cih têne guherîn.

“Min nenivîsanda ez dê dîn bibûma” , “Nivîs çi rizgar dike?” tu li ser van gotinan çi difikirî?

“RASTIYA LEHENG RASTIYA ME HEMÛKAN E”

“Min nenivîsanda ez ê dîn bibûma” Gelek kes hikmê aforîzmayekê li vê hevokê bar dikin, yên Sait Faik xwendine mustesna elbet. Ev hevok, hevoka dawîn ya çîroka “Haritada bir nokta (Di nexşeyê de niqtukek) a hêja Sait Faik e. Ev hevok xwediya daxwazekê ye. Daxwaz jî xwediya xewnekê ye. Rastiya leheng rastiya me hemûkan e. Di zikê jiyana rojanê de diherime û diçe. Xewn û daxwaza wî jî dostanî, hezkirin û gelek tiştên din ên xwîna mirovan dikelînin e… û gava di nexşeyê de çav bi giravekê bikeve ew hestên wî cardin cardin dikelin. Nivîsandinê wek alava ku wî bigihîne xeyalan dibîne û wek mertala wî li hemberî neheqiyên civakî diparêze û ji wan neheqiyan re dibe bertek. Heke ji bo min bipirsî; ger nexwînim ez ê dîn bibim. Te got erê?

“Nivîs çi rizgar dike?” heqet nivîs çi rizgar dike? ( Silav li Nurdan Gurbilek)

Ji bilî xwendin û nivîsandinê tu ji çi hez dikî?
Ji xeynî xwendin û nivîsandinê ez ji meşê hez dikim. Gava mirov dimeşe ji derdora  xwe gelek tiştan digre û hê baş difikire. Ez di nava rojê de herî kêm 5 km.yan dimeşim. Ji şevê hez dikim. Çimkî şev min nêzî “nebûn”ê dike, ku ev heşt sal in jiyana min bi şevê re giredayî ye. Û hînî tenêtiyê jî bûm. 

Herî dawî te çi xwend, te li çi temaşe kir, te li çi guhdarî kir?
Herî dawiyê min Macbeth careke din xwend. Niha di kîsikê min de “Yên Bêmilk” (Mulksuzler) a Ursula K. Le Guin heye. Herî dawiyê min şanoya “Kontrabas” a ji berhema Patrick Suskind û fîlma “Zer” a Kazim Oz temaşe kir. Wexta min nabe ku biçim konsertan. Herî dawiyê min kî guhdarî kir naye bîra min.


Amadekar:

Mewlûd Oguz
oguzmevlut@gmail.com