Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Murat Bayram
 
[hevpeyvîn] Berken Bereh
2011-04-01 15:10
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
>> Miradê Gundikî

Berken Bereh, helbestkarek e ko ji sala 1978ê û pê ve heta niho helbesta bi kurdîyê dinivîsîne û li ser wan lêkolînan dike. Wî heta niho 4 pirtûkên helbestan nivîsandiye û eve ji 30 salan zêde ye ko di nêv civaka nivîskarên kurd de ye.

Berken Berehî ji me re bi hevpeyvînekê behsa rewşa helbest û zimanê kurdî kir.
_______

Merheba kekê Berken Bereh dizanim ko bi salan e tu bi kurdiyê dinivîsînî û tu bi xwe bûyî şahidê derketina van nifşên wêjeyê yên vê paşiyê hemîyan û dizanim ko xebateka te ya li ser eşkerekirina van nifşan jî heye, gelo tu dikarî bi kurtasî behsa nifşên wêjeya me bikî ?


Wêjeya kurdî xwedî keleporeke pirr hêja ye, û gelek qonaxên hêja li du xwe hiştiye. Ji ber hindê bêndera wê xwedî ked û xebateke giranbuha ye. Ger em bala xwe bidine vê bênderê û bi awayek zanistî lêbikolin em dê rastî gelek tiştine baş û rêkûpêk bên û dê ev lêgerîn ji bo dahatuya helbesta me gelek derfetên berfireh veke. Bêguman axaftinek li ser qonaxên helbesta kurdî dikare bi rojan bidome, ji bo vê çendê, bi izna te hinek sere sere behsa van qonaxan bikim.Baba Tahirê hemedanî yek ji wan kesane ko kariye pencereyeke nû di helbesta me de veke. Ewî di derbarê evîn, evîndarî, dostaniyê de hizr û ramana zanistane ava kir.Bi vê helwest û ramana xwe bandor mohra xwe li dewra xwe xist û bû derinceyek ji bo nifşa li dû xwe.

Melayê Cizerî û Feqiyê Teyran nifşa duduyê ne ku îro jî di gelek babetande em pala xwe didine hizr û ramana wan. Humanizm û têgeha işqê bi Melayê Cizerî re gihîşt asta herî bilind û rasteqîn. Feqiyê Teyran natûralîzm û derfet û hêza wê ya di afirandina helbestê de aşkere kir û helbesta kurdî dewlemend kir.

Ehmedê Xanî hizr û ramana azadî, desthilatdarî û netewbûyînê daxilî helbesta me kir û çêj û tahma rizgariyê bi me da zanîn.

Qonaxa Hawarê(C.Bedirxan,Cegerxwîn,Osman Sebrî,Qedrîcan) rûpelek zêrîne di dîroka helbesta kurdî de ko bi destê van camêran helbesta kurdî xwe gihand civakê û ji kaniya zimanê xwe têra xwe vexwar û kete nav pratîkê. Helbet di nêvbera van qonaxan de gelek helbestkarên hêja ked û xwêhdana xwe rêhtin û bûn tovê van nifşan, wek Melayê Bateyî, Siyehpûş, H.Qadirê Koyî, Pîremerd, Hêmin, Hejar hwd.

Vê dawiyê hewildana helbestvanên başûr Şêrko Bêkes û hevalên wî û helwesta Rûwangê helbesta me berê xwe da helbesta azad û xwe gihande qada cîhanê. Li bakûr bi destê derdora Tîrêjê û nifşa Rewşenê reng û dengê helbesta me xwestin û dixwazin bi normên cîhanî helbesta kurdî bilind û azad bikin.


Te sala 1979ê di kovara Tîrêj-ê de ko kovara yekem ya kurdî(kirmancî) ya bakûrê Kurdistanê bû dest bi nivîsandina bi kurdî kir gelo li gor çavdêrîyên te ji wê salê û heta niho li te û li wêjeya me çi guhertinên ber bi çavan çêbûne?

Kovara Tîrêjê fenomeneke di helbesta kurdî ya bakur de, lew ew stêrkeke geş û hewldaneke pirr bi nirx e piştî gelekê salan. Ta wê demê ji ber gelek sedeman dengê helbesta kurdî li bakur an bi dizî di medresan de û bi awayek klasîkî dihate ristin an jî bi stran û kilamên dengbêjan ko ne dikarî xwe bigihîne her deverê dihate pehtin. Mixabin ko vê kovara serhildêr û sedîsed kurdî derfeta jiyanê nedît û bi gorankariya 12 îlonê belawela bû. Ez dikarim bibêjim ku Tîrêj çirîskeke bi hêz bû ko karî agirê helbesta kurdî û ya ber bi temirandinê ve diçê ji nûve vêxe.

Helbet îro helbesta me gelek derfet û deliveyine hêja bi destxwe ve aniye. Li bexçê helbestê kulîlkine rengîn bejn avêtiye. Ziman ber bi stanrdartbûnê ve diçe, pira di nêvbera helbesta klasîk û ya modêrn de tê ava kirin. Helbestê reh û rîşalên xwe gihandiye newal û geliyê herî asê ya civakê.Her kom û hoza civakê dikare xwe di bexçê helbestê de bibîne.

Şêwaz, teşe û naverok bi awayek modêrn dihête bi kar anîn. Reng, deng û bêhna kurmanciyê hêdî hêdî daxilî helbesta me dibe. Ez dikarim bibêjim ko hewldanên wêjeyeke yekpare(mebest helbesteke neteweyî) pêk tê. Çîrok, roman, şano, sînema û mûzîka kurdî di afirandina wêjeya kurdî de rola xwe baş dileyîzin.

Piştî ko bi qanûnên Tirkiyeyê, nivîsandina bi kurdîyê azadtir bû, çi tehsîrên erênî li wêjeyê bû?

Berhemdarên wêjeya kurdî beriya qanûn bên guhertin dest bi wêjeyê kirin û gelek ked û xwêhdana xwe rêhtin. Bi gor min wêjevanan tu carî bi gor yasayan berhema xwe nenivîsandine. Ên bi vî awayî jî nikarin bigihin asta wêjeyê. Lê,bi guherandina yasayan helbet tehsîra wê çêbû.Bêhtir jî li ser xwendevanan û belkî li belavkarî û damezrandina sazî, dezgeh û weşanxaneyan çêbû be. Divê em ji bîr nekin ko niha jî gelek kes ji ber nivîskariya kurmancî li dadgehan tên darizandin.

Li Ewropayê bi taybetî li Swêdê nifşeka nivîskaran derket, rola wan çi bû û gelo niho ew rola wan maye an no?

Nivîskarên li ewropa dijîn di geşbûna wêjeya kurdî de roleke erênî leyistin.Em kesên ko li welat dijiyan û derfeta çap kirin û weşandina berhema xwe bi dest nedixist, me berhemên xwe ji wan kovaran re dişand û li wir dihate weşandin. Bi vî awayî me karî berhamdariya xwe bidomînin. Her wiha bi saya berhemên dihatin çap kirin û kovaran, me xwe hem perwerde dikir û hem jî haya me ji nivîskarên her deverê çêdibû. Tehsîreke du alî pêk hat; wan bandor li me kir û me jî bin nivîsên xwe li wan kir. Nûdem yek ji wan kovaran e ku roleke pirr hêja pêk anî. Piştî damezrandina weşanxaneyan û derxistina kovaran êdî ew hêza ewropa nema û ji xwe piştî salên 2000an hewldanên wêjeyî yên li ewropa bêdeng bûn.

Di wêjeya kurdî de bikaranîna du alfabeyan ( kurdî-erbî û kurdî-latînî) çi tehsîrê li wêjeyê dike.

Bikaranîna du elfabeyan birîneke pirr kûr e di wêjeya me de. Lew, berhemên tên nivîsandin ji ber nezanîna elfabeyê nikare xwe bigihîne her kurdî. Ev jî bi xwe re qut bûnekê pêk tîne. Haya me ji berhemên bi elfabeya cuda hatî nivîsandin ta neyê wergerandin bi awayek rêkûpêk çênabe. Ev jî bi xwe re tehsîreke negatîf pêk tîne û em wek du netewên cuda bihizirin û biramin û di dawiyê de dike ko her elfabayek bibe wêjeyeke cuda. Wek pêşniyar her kovar û rojname an malpera intêrnêtî heman berhemê bi her du elfabeyan weşanê bike. Da ku ev birîna xedar bê derman kirin.

Wekî ko tu dizanî ji sala 1997ê ve bi vebûna malpera pêşiyê ya bi zimanê kurdî(kirmancî), Nefel-ê û heta niho gelek malperên kurdî vebûne û vedibin, li wan malperan gelek nivîskar dinivîsin jî... li gor te çi rola malperên kurdî û bi taybetî nivîsarên wêjeyî yên di malperan de ji bo dewlemendkirina wêjeyê heye?


Bê guman dewra me dewra intêrnêtê ye. Hema bêje mala computêr lê tune nîn e. Vêca ev aleta ku xwe digihîne her malê çima ji bo wêjeyê neyête bi kar anîn. Di heman demê de her xwendevan dikare bi belaşî xwe bigihîne hemû malperan û nivîs û berheman. Dema em li malperên kurdî dinihêrin em vê rastiyê dibînin.Heta gelek nivîskarên me pêşî bi intêrnêtê dest bi nivîskariyê kirin û niha xwedî pirtûkin. Li vir ev metirsî heye,gelo edîtor û xebatkarên malperê çi qasî di warê wêjeyê de xwedî zanînin û ta çi astê berpirsiyariya xwe pêk tînin. Hem di hêla çawaniya berhemê û hem di hêla zimên de. Bi ya min tu cudahiya intêrnêt û weşangeriya li ser kaxizê tune ye,bes em cih bidine berhemine hêja û serkeftî.Nemaze neteweyek mîna me ko bi du elfabeyan dinivîse û hewceyî zimaneke Standard û wêjeyeke yekpare heye.

Te di sala 1999 de kovareka înternetî ya bi kurdiyê ya pêşiyê bi navê “Kulîna Kulîlkan” derdiêxist,min hinek hejmarên wê bi dest xistin, gelek baş bûn rexne,helbest werger û çîrok tê de hebûn gelo te bi çi niyetê ew vekiribû û çima weşana wê sekinî?


Min intêrnêt zû keşif kir û hêza wê û bandora wê ya li ser civakê dît. Wê demê mîna niha gelek rojname,kovar,tv yên me tune bûn. Kovarên me jî piştî çend hejmaran weşana xwe radiwestandin. Ji xwe nedikarîn xwe bigihînin her deverê jî.Hejmara nivîskarên me yên li welêt jî her roj zêdetir dibûn û nedikarîn berhemên xwe biweşînin. Kovara Rewşenê jî weşana xwe rawestandibû. Azadiya Welat tenê rûpelek xwe ji wêjeyê re terxan dikir. Ji ber van kêmasiyan min xwest malpereke wêjeyî ava bikim,da qet nebe ev valahî bê dagirtin. Tu jî zanî karê malperê gelek zor e. Min bi tena serê xwe ew amade dikir. Gelek caran min telefonî hevalan dikir da berhemên xwe ji min re rêbikin. Vêca di hêla aboriyê de jî tehsîreke neyînî li min dikir. Piştî Rewşen-nameyê dest bi weşanê kir min jî malper da rawestandin.
Li gorî te di nivîsandina helbesta kurdî de tişta herî giring çi ye? Di helbestên te de gelek parçeyên ji sirûştê hene nizanim... roj, kevir dar û h.w.d gelek tê de hene gelo tu îlhama nivîsandinê ji kû an jî ji çi peyda dikî?

Di helbest kurdî de gelek tiştên ji bom in girîngin hene. Lê ya ser her tiştî re reng, deng û bêhna kurdiyê ye ku ew nasnameya helbesta kurdiye. Ango resenî û cudahiya wê ya ji helbesta netewên din e. Wek ko tu baş zanî qutbûneke dûr û dirêj kete nêvbera me û klasîkên me.Ta van salên dawiyê li bakur helbesta kurdî û zimanê wê qedexe bû.Em bi zimanek din hatin perwerde kirin. Ji ber hindê bivê-nevê ruh û giyanê her kurdekî hinekî ji reseniya xwe hate dûr xistin. Vêca ta ji min tê ez dixwazim xwe bigihînim wê reseniyê û di berhemên kurdî de jî li wê rastiyê digerim. Hewldan û keftelefta min ji bo wê ye.Ango pênasî û şirovekirineke kurdewar ya vê cîhanê û her tiştê bi heyatê ve girêdayî ye.

Rast e di helbestên min de gelek fîgûr û dîmenên sirûştê hene. Lew, bi vî awayî dikarim helbesteke kurdî binivîsim. Em ne tenê bi zimanê xwe, her wiha bi çand, erdnîgarî, cografya, giya û dar û ber û çiyayên xwe ji netewên din cuda ne.Adorno destnîşan dike ko “kesê xwe nespêre ziman û çanda xwe nikare hêmayeke resen jî biafirîne”.Vêca ez,her dem di lêgerînekê de me ji bo peyveke resenê kevnar,biwêjeke toz girtî, navê giya an dar û bereke bi kêrî helbesta min bê. Bi ber vê lêgerînê de jî xwendin, xwendin cardin xwendin.Ji dîrokê bigir, cureyên xwarinan ta filsefeyê.îlhama min encama van hewldana ne.

Ji bo nivîsandinê çi pêşniyarên te ji nivîskarên ciwan û nûgihayî re hene?

Nivîskarên ciwan beriya her tiştî divê bi baldarî wêjeya me bixwînin,analîz bikin û wê bidine beramberî wêjeya cîhanê. Sedemên nivîsandinê û ya nivîsandina xwe bi dilsozî ji xwe bipirsin û ger bersiva van nivîsandin be bila gelek binivîsin lê kêm biweşînin. Divê neyê ji bîrin ko her serkeftin encama kar û xebateke dûr û dirêj e.
___________

Berken Bereh kî ye?


Berken Bereh di sala 1954 ê li bajarê Şirnexê bûye. Di sala 1978ê de bi kovara Tîrêjê dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye.

Kovara înternetî ya bi kurdî ya cara ewilî, wî bi navê “Kulîna Kulîlkan” amade kir.

Nivîsarên wî di Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û hwd. De belav bûne

Pirtûkên wî:

Êş, Şagirtên evînê, Pandomîm, Şîna helbestê

________________

Serkanî: Rojnameya EVRO, www.evropress.com