Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
[name] evîna min!
2011-04-08 09:52
:: Dilşad
info@kurdigeh.com
>> Dilşad [ Gundik]
____________________

Evîna min

Duhî siharê “fecarê” disa ez rabûm. Ez hêj çav-li-xew bûm min çayek danî ser agirî û ez çûm min çavê xwe şûşt. Piştî min taştê xwar ez ber bi zanîngehê ve çûm.

Ez hinek bîxîret bûm hinek jî xemgîn. Dersa min labaratuara derman çêkirinê bû. Min berwanga xwe ya spî li xwe kir û ez çûm labaratuarê.

Mamoste hat û behsa dermanê em çêkîn kir û digot , 200 mg oksalaminsîtrat, 650 mg parasetamol, 4 mg klorfeniramîn...
Bikin li gor qaidên kîmyayê bikin di nêv hevudu de. Min jî li gor qaideyên kîmyayê ew ilaç çêkir û min da mamosteyî.

Belê belkî hezaran kes wê ilaca min çêkiri dixwe û sax dibe. Lê wê gavê qet ne xema min bû ka kî dixwe û ka kî sax dibe çimgo ez nexweş bûm û hêj dermansazan dermanek ji nexweşîya min re ne dîtîye.

Belê belê evîna min tu rast dibêjî name ne wusa tê nivisandin. Ez dizanim tu hinek aciz bûyî ji vê nivîsê .

Lê ka bihêle tenê yêk pirsê ez ê ji te bikim .

Ka bêje dermanê evina min yê ko hêj me dermansazan nekarîye çêbikîn çî ye?

Ka bêje çend gram ji çîyê?

Çend gram êş?

Çend gram hizir?

Çend gram bêxewî?

Çend gram xemgînî?

Çend gram hest?

Ka bêje çend ?

Bêje da ez çêkim û ez bixwim

Da ko ez sax bibim ka bêje çend?