Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Husein MUHEMMED
 
[helbest] 13 helbestên Husein Muhemmedî
2011-05-15 12:16
Husein MUHEMMED
info@kurdigeh.com
Husein Muhammed

>> Xem bizava jînê ye

Findê, çima, finda min,
çi ye ev şewata bêhedan.
Bêpêjn disuşî
lê gurrmija te dilerize, direcife.
Bawer dikim dizanim çi ye:
xema dilê findê ye.
Xem lerz û bizava jînê ye.

>> Evîndarî şevê me

Ma bo çi ye roniya rojê
bo lawê xeman?
Tav pê dikene,
ewr tirraneyan pê dike...

Roj tenê heys û beys e.
Bi şev şên dibin gulên min.
Dixwazim strana şevê bêjim,
evîndarî şevê me ez.

>> Tu yî germî û nermî

Tu yî germî û nermî,
Tu, tu yî ronahî.
Bi te, bi te ditemire
şewata min ya têrjan.

Tu yî hewayê hûn,
tu zozan û Ferraşûn.
Bi çavan te vedixwim,
wek derya vedixwe tavê.

Tu yî bihar û bextiyarî,
Tu, tu yî hedana dilê min.
Bi te, bi te heme,
dijîm û dilivim.



>> Giyanê baranê

Giyanê baranê li raserî bajêr e.
Mîna çavên li bin eba de bin,
find û çira dibiriqin.

Firrindeyek nayê dîtin li ser darê distre,
bi dengek şermok lê bi coş,
mîna destpêka xortaniyê.

>> Ti sûde ji poşmaniyê nîne

Nîveşevê li xerîbiyê diceniqim.
Pencereyan li baranê vedikim.
Dil dinale:
nêrgiz dibeyin,
sorgul diçilmisin,
hêro ji ber sarmayê
li ber sekeratê ye.

Lehiyek bayê reş
rojê tarî dike
û daristanê diniximîne.
Pelên spîndaran jê diwerin,
bi dilgiranî dinalin
û dikevin ber babelîskê.

Hoy şevê, guh bide, dibêjim:
Stranekê bo min bihûne,
Ti sûde ji poşmaniyê nîne,
bila kul û xem nemîne,
hedan nîne, hindî kiras reş û şîn e.

>> Wêneyê te germ dike dilê min

Wek destek germ li ser sînga min be
wêneyê te germ dike dilê min
tevî ku pelên rezê te werîne
û roj li me ava bûye.

Awirên çavên te yên reş î qetranî
bûne pend û sirûd û stran
tevî ku kezî û biskên te piçîne
û awaza saza me jê şexitiye

>> Derya, dayika pêlan

Derya, dayika pêlan
û masiyên rengbirqok,
guhdarî şilqîna te me
û sirûdan distrim.

>> Eywana ewreng ya siriştê

Di pencereyê re çiya diheje,
pêlên lehiyê bircê bin-av dikin,
li çolistanê xîz û qûm rabûye...
Çavên xwe vedike kulîlk,
çavên tijî xunav.

Xew nakeve çavan
û aramî nîne dilê reben.
Ne rojên têrmij,
ne şevên tavheyvî,
bextreşiya xwe ji bîr nake...

Di pencereyê re çiya diheje,
pêlên lehiyê bircê bin-av dikin,
li çolistanê bahoz û barove rabûye...
Lê jê parastî ye kulîlk
li eywana ewreng ya siriştê.

>> Xunav in spêdeyên biharê

Xunav in spêdeyên biharî
li gulistana payizê dawerî.
dotmîra me li gul û kulîlkan gerî,
bo xwe dît yarek û bextewerî.

>> Kûr e birîna sînga min

Kûr e birîna sînga min.
Ma çima xwe rakişînim
ser kaniya avê?..
Ger pêlên Nîl û Firat jî binîçînim,
natemirîne agirê tîna dilê min.
Wek rojê gurr e û
robaran ji avê ziwa dike...

Lerzek wek bahozê
li bedena min dide.
Di nav tozê de digevizim û
bangî evîna ez hiştî dikim.
Ax, çav tijî rondik,
li pêşberî te birîndar im.
Taqet nemaye û
ketime erdê... Dimirim,
Navê te li ser lêvên min dimirim.

>> Bistre, çûçikê

Bistre, çûçikê, ji ser dara xwe,
bistre evîna min û ya xwe,
bistre strana nerm û narîn...
Çima kovandar î?
Bistre; stran li dil
wek roja li esman e,
wek heyva çardehî
li esmanê sikîsahî.

>> Dilê min nastre lê...

Dilê min nastre,
çend jê bikim lava jî.
Îşev mirin min dopêç dike
çend heyranî jiyanê bim jî.

Lê dilê min xurt e
ger ji kulan bikewe.
Dixwazim gurzan daweşînim
û mirinê dûr biqewirînim.

>> Tîr li dilê te daçikîne

Tîr li dilê te daçikîne
rebeno, te nizanî:
temet xîzê ber çeman tijî ne
li wê dezgir û xwazgînî.

>> Demsal

Havîn germ û gurrî
Havînê pel ji darê werî
Zivistanê berf û herî
Paşî bihar hat ber derî.
>> Bihar

Roj hilket û hate jorî
Tavê da û sarma borî
Tarî revî û çû pişt çiya
Hat bihar û gul û giya.