Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
[nivîsar] dengên herî nexweş
2011-06-09 12:08
:: Dilşad
info@kurdigeh.com
>> Dilşad[Gundik]

Gelo dengê li ser vê dinyayê yê herî nexweş kîjan deng e? Yan jî ez pirsê biguherînim dengê hemî mirov jî aciz kîjan denge?

Çi!

Dengê qiran!
Na na bawer nakim.
Dengê qira ne ewqas nexweş e.
Ji xwe hema navê qirê derketî ye

Çi!

Te got dengê pêşû yê!
Rast e biv-biva wan gelek nexweş e.
Ji xwe dama mirov ber bi xewê diçe.
Lê ez dibêjim dengê herî nexweş ne dengê pêşûyê ye.
Ji xwe pêşû her demê salê jî nîne.

Te got dengê çîyê!

Dengê siyasetmedaran!

Xwedê tu gelek rast dibêjî.

Dengê wan gelek nexweş e ji xwe dema nêzîkî hilbijartinê dibe, qîre qîra wan ....lê ez dibêjim yê dema tu piştgirîya wî/wê dikî dengê wî/wê li xweşa te diçe. Te disa ne zanî dengê nexweştirê

Niho tu vê nivîsê di xwînî ji ber wê tu wî dengî seh nakî.
Belê ka bihêle ez behsa wî dengî bikim. Ew deng li hemû derê dinê heye (dera mirov tê de dijî). Û ew deng ti caran nasekine jî.
Mirov pirtirîn caran wî dengî seh an jî ferq nake. Dengek nimiz û dengek herdemî ye. Dema dengê her tiştî nimz dibe mirov wî dengî seh dike. Belê belê vê carê te zanî. ew deng ,dengê seetê ye, tik tika seetê ye.

Gelo mirov çima ji wî dengî ew qas aciz e? Çima dema wî dengî seh dike xewa mirovan direve? Çima ewqas di hizran de diçe?

Belê mirov ji wî dengî aciz e, çimgo dema mirov wî dengî seh dike dizane wext dibore, dizane jîyan diçe,dizane hêdî hêdî ber bi mirinê ve diçe. Her tikînîyek wî/ê mirovî/ê gaveka dî nêzîkî mirinê dike. Belê dema mirov dimîne tenê wî dengî seh dike. Ji xwe dema mirov ma tenê hêdi hêdî mirin dest pê dike.
...
TIK..wext borî....TIK ...wextekê dî jî borî...TIK...

Da ko tu wî dengî seh nekî , nemîne bi tenê

Da ko tu nemirî, nemîne bi tenê