Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[lêkolîn- biwêj] gotinên pêşiyan, biwêj û pevvên resen yên di dîwana Seyîd Elîyê Findikî-yî de
2011-08-23 10:39
Hekîmê Şirnexî
info@kurdigeh.com


Seyid Eliyé Findikî, yek ji helbestvané xweyî-dîwan é Wéjeya Kurdî ya Klasîk e. Seyid Elîyé Findikî, ji navé wî jî diyar e ko ji Findika Botan a girédayî Dihé ye. Seyid Elî di sala 1892’an hatiye diné û di 1967’an de çû ye ber dilovaniyé. Heşt berhemén Seyîd Elîyî hene û heta niho bi tené dîwana wî ji aliyé weşanxaneya Nûbiharé ve hatiye çapkirin.

Seyid Elî, wekî gelek helbestvanén Kurd yén wekî Melayé Cizîrî, Ehmedé Xanî ehlé medresé ye û di dîwana wî de gelek motîf, biwéj û dewsén medresé û dînî dixweyîn. Lé belé gelek cudahîyén Seyîd Elî ji helbestvanén Wêjeya Klasik a Kurdî hene. Bi kurtasî cûdahiyén wî yén ko berçav ev in:

—Zimané wî weke zimané helbestvanén sereke yén Kurdî (Melayé Cizîrî, Ehmedé Xanî hwd) negiran e û fémkirina wî zehf hésan e. Peyvén Erebî helbestén wî de zehf in lé belé peyvén ko bikaranîn di Kurdî de cihgirtî ne. Lé belé zimané wî hinekî herémî ye ji ber wé hinekî fémkirina wî dikeve zoré.

—Biwéj û gotinén wî ne elît in û Seyid Elî jiyan, kar û xebatén gundan bi awayekî serkeftî şayesandiye. Ev tét wé wateyé ko ew bi xwe jî mirovekî rénçber û xebatkar e. ji ber ko ew peyvén Seyîd Elî bi kar anîne mirovekî bes navdesté ehlé gunda be dé helbestén wî fém bike. Seyid Elî gelek name bi awayî wezné nivîsandine û ewan nameyan jî di dîwana wî de cih girtine û keda van nameyan jî di xwezayiya zimané wî de hene. Em é li ser van gotin, biwéj û peyvén ber-behs bisekinin. Mijar zehf diréj e ji ber wé ez dixwazim di vé nivîsé l ise biwéjan tené bisekinim



>> Seyîd Elîyê Findikî

1) Biwêjén di Dîwana Seyid Elîyî de

Seyid Elî di helbestén xwe de gelek gotinén péşiyan û biwéjén resen kar anîne û bi wan gotinan watedarî ji helbestén wî dibare, rîtm dikeve helbestén wî û miraza dilé xwe bi kurtasî diîne cih.

Ji dest hew hatin:

Tişta ko ji mirovî hatî bikit.( mînak: hew ji me tét em bişuxilin.):

“Ew e tedbîr bikî tewbé/ Bi nefsé re bikî herbé/ Ji desté te heta hew bé/De ka tu xwe xilas nakî” (rp. 27)

Bi du destan li-xwe-dan:

Ew kesé ko ji tiştekî zehf jovan bibe , bétin rané xwe tepî û li xwe bixe.(mînak: Bavé Seydevanî, piştî ko kuré xwe ji xeletî ve kuştî, bi du destan li xwe de da)

“Neyar ew e ji bo dostan/ Dema ko biçne qebrîstan/ Ewé l’xwe din bi du destan/ Ko çû j’desté me heywayé.” (rp. 35)

Dayina bayé wekî kayé: Ber-hewakirina tiştekî. (Mînak: Zehf xebitî bû; lé dîsa neket ezmûné û hemî keda xwe da bayé wekî kayé.)

“Nexwe tu hingî pur pakî/ Helal malî tu peyda kî/ Heçî baré ketî rakî/ Bidî bayé wekî kayé” (r.39)


Di ték de mék de bûn :

Hemî kes bi hev re. Tevlihev.

“Dikin hîle li hev em ték de mék de/ Tinaza b’hev dikin em tev ji betalî.” (rp.59)

Di hira-véra kirina tiştan:

Béwext derketina halé/holé.( Mînak: Hira- véra dihat péşiya min û pere dixwest.)

“Hira-véra nebûn zahir fida bûn/ Dema hat rast bi rastî bûn xeyalî.” (rp.61)

Kirina Delaliyan:

Kiryar û helwestén nejidil, xwe-şirînkirin. (Mînak: Keçiké li desgirtiyé xwe delalî dikirin.) Kirina delaliyan tiştekî eréni ye; lébelé Seyid Elî di wateya “tevzkirin, bé-siyanetiyé û ne-cidîbûn”é de bikaraniye:

“Ne wek van sofiyé dunyaperest bin./ Li şeyxé xwe dikin naz û delalî.”(rp.63)

Ketina biné géré:

Ew kesé di xeteré de û lé bûyî hewar. Gére, li Botan ji bénderé re tét gotin. Wekî me li jor jî gotî mirovekî ew bi xwe nerénçber be van peyvan zû-bi-zû nizane. Seyid Elî xwe di biné géré de dibîne û hewaré ji Şéx Seyda dixwaze:

“Eman ey Şahé Bîşéré/ Tu dergah î ji bo xéré/ Elî ketye biné géré/Dixazitin j’te imdadé” (rp.75

Di rabûn û rûniştiné de kirina tiştekî:

Ji bo balkéşandina péwistiya tiştekî an go karekî péşîn ko mirov herdemé wî bike û kar û baré xwe bike ew . Ev biwéj di Kurdî de gelekî cih-girtîye. Di helbestén Cigerxwîn de jî dibuhure. (Mînak: min tu ji miriné xilaskirî, tu rabe û rûne ji min re dua bike)

“Belé lazim tu her habé/ Çiqa rûné çiqa rabé/ bibéjî her tu Seyda bé/Meded Seyda meded Seyda.” (rp.89)

Kirina şîretén/gotinén déwbavî:




Şîretén béguman li ser qenciyé hati kirin. Şîretén wekî şîretén dé û bavan bi dil-safîyi hati kirin. (Mînak: Ez dizanim gotinén Miradî gotinén déwbavî ne; lewma ji min re giring in.)

“Şîreta min her ew e ger tu bi min şéwré dikî/ Şîretek dewbavî ye guh ke nebe tu kerr û lal” (rp.95)

Giryana wekî taviyén barané:

Ji wé rewşa ko mirov bigrî û zehf héstiran bibarîne tét gotin. (Mînak: Piştî mirina bavé ewqas girî ko te digot qey taviyén barané ne héstirén wé)

“Nizanim dé çi béjim ez/ Li vî hali ji méj im ez/ Ji dil héstir diréjim ez/ Wekî tavyé barané” (rp.101)

Bi tiştekî ve mayina dilî:

Ji tiştekî, kesekî ango rewşekî dil-éşîn re xemgînbûn. Kesergirtin. (Mînak: Ji ber ko Reşîd séwî ye, dilé min zehf pé ve ye.)

“J’mehîné re dixwazim yekî başqe/ Dilé min gelkî péva ye ciwan e” (rp.113)

Bawerkirina ji dil û hil: Bi sedîsed ji tiştekî an jî ji kesekî bawerkirin. (Mînak: Hekîmî ji dil û hil bawer kir ko Cuneyt bi rastî jî difire)

“Ji wan bawer dikin cahil j’dil û hil/Heçî wek wan nekin dibjin nezan e” (rp.117)

Gotina ji xéra Xwedé re:

Bi xwezî. (Mînak: Ji xére Xwedé re neheqî li diné tunebûya.)

“Yekî koçer digo J’xéra Xudé ra/ Biba koza pezé mine w vî dani” (rp.137)

Birina hetk û helaké: rezîllkirin, rezîlbûn hetikandin. (Mînak: Miryemé bi wan gotinén derewîn hetk û helaka xwe bir.)

Qeda l’ser me bikevé ehlé zemanî/ Me bir hetk û helaka dositanî.” (rp.153)

Des(t) hilanîn:

dayina bersiva kiryarekî, beramberî derketina tiştekî. {Minak: Li hemberî érîşa bazî, marî jî dest hilanî (ber xwe da).}

“Eger ku b’te xweş e min jî qebûl/ We ger ne des hilîne Xewsé Geylan” (rp.181)

Gotina ne me seh kir ne me dît: Rewşekî welé heta niho kesé nedîtiye, ev tişt nehatiye seré kesé. (Mînak: Ne me seh kiriye û ne me ditiye ko kesî/é qenciya xwe nevét)

Dor e her kî té diné çendekî dimnî û diçé/Hin neçin té da bimînin ne me seh kir ne me dît.” (rp.215

Gotina ez derdé…. nebînim: Ez mirina wî/wé nebînim an go Xwedé omré wî/wé diréj bikit.
(Mînak: Ez pîr bibim û derdé te nebînim birayé Mihyedîn.)

“Me hévî j’Xudayé Te’ala ew e/Nebînin di ‘umré xwe derdé hewe.” (rp.26)

Gotina wekî kunikén seradé:

Serad cureyekî béjingan én kun-fireh e. Ev biwéj ji bo ifadeya tehrifatkirina tiştekî an go ji bo tehdîtkirina mirovon tét bikaranîn. (Mînak: Ehmedî got Dildarî “tu min aciz bikî, ez dé te bikim wekî kunikén seradé)

“Em é çi b’kin ji desté me tu nayé/Kezep peritî bû wek kunké seradé” (rp.277)

Rijandina kula dil:

Vegotina daxwaz, hest û ramanan. (Mînak: Mîrî ji wî mirové xîzan xwest ko kula dilé xwe biréje)

“Eger Xudé ‘umré wî kit diréj/Bi vî terzî wé ew kula dil biréj.”(rp.299)

::::::::::::::::::::::::: Hekîm Şirnexî :::::::::::::::::::::::::::



Çavkanî :

Dîwan, Seyid Eliyé Findikî, Nûbihar, Çapa 4.,2010, Ist.
Di Antolojiya Selim Temoyî de dîroka wefata wî 15 Gulan 1978 hatiye dayin. (Kürt Şiiri Antolojisi, Agora, Cild 2., Rp. 1444

......