Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[mamik] mamikên Botan - 2 -
2011-08-23 10:52
Eminê Banehî
info@kurdigeh.com
1.) Ji kelhé diavêjim naşkê
Diavêjim kulekokê dişké

2.) Kelhé diavêjim naşkê,
Diavéjim avé dişké.


3.) Ez çûm gite
Hemî mihên kurte
Héj nehatîn beran
Gihanên wan hinde

4.) Himber tilîyekê
Tejî xanîyekê

5.) Elî hema
Pez berda çema
Heta sibehé
Rabû kit jî nema

6.)Ez çûm nizarekê
Darek rast tine bû ko
Bigrim desté xwe

7.)Ser mazî ye
Stû derzî ye
Ber kaşa ve bezîye
Kir hewar û gazîye

8.) Mamikê min î
Ya l’pişt gûnî
Ez dibînim
Tu nabînî

9.) Mamkê mino
Evqes dinya diçiyê
Qirşikek naçiyê

10.) Ji hire heta qutnis
Zarok d’zikê diya xwe de avis

11.) Hin ji têrê
Hin ji rêrê
Hin ji şkêrê
Hin ji quregayê mezin

12.)Mamikê mino
Girê didim diçe
Ber didim naçe


13.) Nerm e, germ e
Doxînê veke dane ber me
Heger me nexwar şer me


14.) Ji hire heta memîran
Hemî xifşê tîran



BERSIV:

1)Kewzan/Kizwan
2)Perikén çixaran
3)Keçikén kamil
4)Gulop/empûl
5)Steyr/stérk
6)Şax/qiloç
7)Kew
8)Partik
9)Çav
10)Kulindir/Kundir
11)Bangur/Banger
12)Pélav/so
l3) Xwarina ûr û roviyan
14)Kijûrekén xaniyan

:::::::::::::::::::::::::::: Emînê Banehî ::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

.......