Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] banehên me 5: gêre, ka dagirtin, xirsik, zincika kayê
2011-08-24 10:52
:: Sebrî GUNDIKÎ
info@kurdigeh.com
Ji berî patozan, gêre pir zehmet bû. Carînan gêran deh, panzdeh rojan li ber kelija tava havînê dom dikir. Çimkî ev genim, dexl pê Gayan dihat gêre kirin.

Gêrevanan çend rojan berhazirîya xwe ya gêrê dikirin û dizanîn heger ba neyê gêre yê gelek rojan dom bike. Ji ber wê me xwarin-vexwarinên xwe, şûjin-bişûjnên xwe, kêr û dasên xwe, şêl û têrên xwe, ga, hestir û mehînên xwe,… hemû berhazirîyên xwe baş dikir û piştî nimêjê siharê garana gayên xwe dida pêşîya xwe û hêdî hêdî me berê xwe didan berbînderê.

Me ji berî gêrê heftîyekê cihê bînderê herî dida ko da ka û zad tevlî axê nebe. Dema em dihatin bînderê de cara evil me singek stûr li nava bînderê diçand. Me gayek yê qelew, bêxîret û piçûk bi werîsî singî ve girê dida. Gayên din jî ba wî gayî ve girê dida. Gayê bêxîret me diêxist ber singî ko da gayên gêrê hêdî hêdî li dorê singî dimeşîyan. Îro rojanê de ji ji mirovên bêxîret re dibêjin: Ma tu gayê binbînderê yî?

Yêkî ji me dest diavêt şivikkê û ga di dorê singî dizivirand. Yên din ji bi sêtilê gîya diavêt ber pêyên wan. Ji bilî bêhn vekirinê me heta êvara derenk gêre dikir. Dema gêre xelas dibû û me gayên xwe divekirin. Me gayên xwe dibirin û li derek xweş tewilandin. Piştî bêhn vekirinê, êvara derenk me dest diavêt milhîva xwe me pişta xwe dida bayê û hêdî hêdî ka dihilavêt. Heçî yên devê xwe girtî bûya baş bû. Yên devê xwe negirtî, ew toza kayê diçûya difin û gewîya wan de. Ev toza kayê bi rastî gelek tehl bû û laşê mirovî dizûrand.

Heta me dinya didît, li ber honikîya şevê me ka dihilavêt. Hêviyê me, zehmet û karê me dima cihê xwe da û ka ji li ber bayê diçû, li şeş, heft gavan wê ve dibî tilm. Bi rastî li ber heyveronê, li hewaya honik de kar pir xweş bû û em gelek nediwestîyan. Car caran em heft carînan ji deh rojan diman ser bînderan. Dema me gêre xelas dikir cara pêşî me dexlê xwe li dikir têrkan de û bi hespan dirêkir malê.

Ya nexweş dagirtina kayê bû. Em kayê ve gelek mijûl dibî. Me li ber kelija havînê ewqes ka dagirt. Lê ya giringtir ewe ko sarî û seqem, berf û barana zivistanê de hilanîna wê kayê bû. Lê me li gund, baneh û zozanan çawan ew ka dihiland? Me kaya xwe xirskan, zincikan û kadînande dihiland.

Xirsik; cara pêşî me beranberî hev du stûn divegirt ko navan wan de deh metre hebû. Dema me ew qayîm diçand girşek stûr diavêt ser herdu stûnan. Li her du alîyan ve rewtik pesartê. Dema têra wê rewtik diavêtê em diçûn û me pê hêstiran çilo dianî. Dema me têra xirskê çilo dianî, me destpê çilokirina xirskê dikir. Me ji derî ve destpê çilokirinê dikir. Me binîzê gûrzika danî erdê û gûrzikên din danî ba ya din. Heta em li dor xirskê dizivirîn me usa danî ber hev. Dema me rîzek dianî, me destpê ya duduyan dikir. Me vê carê binîzê gûrzikan dianî ser serên wan gûrzikan û cardin li dorê dizivirand. Heta serî, li ser girşî gûrzik dibî me çilo dikir. Me kaya xwe dikir vê xirskê ve û zivistanê qet dilop nedikir û li hundir şil nedibû. Da ko avê nedaya hundir, cuyek ya avê dikola ko da lêhîya dibare nede xirskê.

Zincik ji, cihek ya kayê ye. Cara evil me giloverî sing diçand. Dema qayîm diçand, me pê şivgan tanî dikir. Me derîgek lê dihêlişt ko dema em hêsan kayê dagirin û derbêxin. Dema tanî xelas dikir kayan me jibînderê dianî, me dikir vê zincikêde. Lewra em diçûn û me çilo ji bo zivistanê dianî. Me dêrîya çilo li ser vê zincikê dinijiland. Heger avê ne daya, lehî ne rabûya qet ew kaş il nedibî.

Kadîn gelek teybet bû ji bo wan rojan li banehan de. Çimkî ji malê menzelek ji bo kayê dihat veqetandin. Vêca avakirina malekê wekî mirov dihiziri, kadîn gelek teybet bû. Ji ber wê yekê çêkirina kadînan gelek zehmet ji be mayînde bû ne wekî zincik û xirsikan bû. Û serhatîyên me yên kadînan ji pir hene û xweş tê bîra me, me gelek hêlînên mirîşka didît û gelek kurkên me çîçokên xwe li kadînan ve derdixist. Tenê diçûn kadînê ve û nêzîkî mehkê xwedîyê çend çîçokan derdiket. Û kengê me veşartok bileyista, essehî hinekan xwe li kadînande ji vedişart. Lê wekî em ji wan kadînan ve derdiketî, hecwekî me xwe nav kayê ve vegevaztî.




::::::::::::::::: Sebrî Gundikî :::::::::::::::::::::::::::::::::

sebrigundiki@hotmail.com

.......