|
[helbest] dîsa ez bûme çîrok li ber singê dilgeşekî |
|
2011-08-24 11:01 |
Vîyan ZARZAA info@kurdigeh.com |
|
Careka dî ez ketime tora evîna dilan Careka dî te gote min bi dengê evan bilbilan
Dîsa dile min kete te çav reşiko Dîsa ez bûme çîrok li ber singê dilgeşekî
Digel bayê beyanê, avro bêhneka xoş tê De were pêk ve biçin nav baxên biheştê
Êdî sebra min nema were ey Memê ala Zîna te çav li rê ye heyrana bejn û bala…
Rihê min diyarî ye û bo dilê te ye hêja Ez te li xo de dixazim herdem, paşî nîveja
Dixwazim tu bibî yê xemrevînê wan xeman Ez ji bo te bibime gul, sosina devçeman
::::::::::::::::::::::: peyvistan :::::::::::::::::::::::::::: Xo: xwe Bayên beyanê: Bayên siharê(sibê) Pêk ve: bi hev re Xoş: Xweş
....... |
|
|