Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] Evînên ber bi warê mirinê
2011-08-28 15:48
Nazê BAWERÎ
info@kurdigeh.com
xeyalên jibîrvekirî…
kêliyen brîndarbûyî…
li şevê bar bûne…

her tim ji şadbûnê gavek paş diketim,
ew her tim gavek li pêş diket…
çi qas min gavek diavêt.
min tenê lê nêrî…

min qet hîs nekiribû di dil de,
min dê ji ku zanîba dema kevokên evînî dikevin dil;
wê demê du baskên xeyalî diafirin,
evînê ji dest digirin ber bi asîman ve difirînin…

kevokên evînê ber bi warê ewrên şêlû ve bask şikandin
ji ku zanibim rengê şadiyê ne ev e?!
evîn jî nexeyalên rastîn e
baskên min di demek xafil de wenda bûn ji ku ve bizanim
evînîyên bi baskên derewîn ez firdame!
xewfa kendalan dil pêçaye…
kevok jî wek baskên min wenda bûn

û

ez tê de têk çûm.
tenê ez!
hîn nebûm;
li asîman azad bifirim…

gava ez di nav çavên evînî de ponijîm,
min nezanî ku bi xeyalên xwe re dûr difirim…
ji ku zanibim?!
ku awirên te yên wek kendalan hebûn;

û

evînên min ên ber bi warê mirinê!…


Nazê Bawerî

.....