Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] şoreşgeriya evînê - 2 -
2011-08-29 08:50
Dilyar Amûdê
info@kurdigeh.com
Xwest ji evîna xwe re gurzek beybûn bibe , ji ber ku ew gelekî ji beybûnan hezdike û wî herdem jê re digot beybûna min.

Çi gava arîşe hebana di navbera wan de bi gotina (beybûna min )çareser dibû , lê ana êdî dizane ku beybûna wî êdî gelekî jê aciz e , û bi wê gotinê nema wî efû dike, dizane ku evîna wî guhê xwe girtiye , çi qas biqîrîne û ban bike û ji beybûna xwe re bêje “ ez gelekî ji te hezdikim “wê vala be , dixwst biçe li ser milê wê bigirî wek careke borî gava bi telefonê pê re dapeyivî çawa giryabû , lê wê carê hêsrê wî neherkîbûn, hêstirê wî zuha bûbûn wek ku dilê wî jî zuhabûbû .

Lê bi dûrbûna beybûna wî kaniyên çavên wî dîsa hatibûn dagirtin , ji ber ku gelekî bêriya yara xwe kirbû, gelekî bêriya wê kirbû , dixwest bi hawar bike û dengê xwe bi ser dengê Şivanî û azanê bixe û bêje min bêrîya te kirye .

Evîna wî fêrî wî kirbû bê evîn çiye !

Ji ber wilo dixwest spasiya wê bike , ji bo her tiştî ji bo ku dilê xwe ji dilekî wek ê wî hişk bûyî , zuha bûyî , re vekir bû birayar xwe da û got “ez ê herim ber deriyê wê û ez ê jê re bêjim , ez ji te hezdikim ji her tiştê te hezdikim “.

dixwest biçe li deriyê wê bixîne û jêr bêj “ min efû bike ” , dixwst li ber wê pê li her tiştê xwe bike û jê re bêje ez şaş bûm , fersendeke din bide min .

Ew bi xwe gelek caran jê re gotibû ,û fersendeke nû xwestbû beriya vê şevê ,lê ji ber ku guhê xwe girtbû êdî nedibhîst, ji ber ku baweriya wê bi xemgîn hejiaybû , bawer nedikir , dixwest jê re bêj ez bi qasî çiyayê agirî ji te hezdikim lê ... lê êdî derneg bû , ji xwe re digot ma bi rastî tiştek nema ku ez bikim ? na, na û nediperijrand , digot: na , çareya wê heye evîna min ji min hezdike û her û her wê ji min hezbike .

Lê ka wê çawa wê dîsa bibîne , ew evîna ku êvarekê wê di orta kolanekê de hişt û çû bêyî ku li piş xwe binere, ew evîn ku li wê kolanê ma sekinî ta ku lê vegeri , lê ew lê venegriya , diyarya wê jî anî û xist destê wê û got ez te nema dixwazim , wê çawa wê dîsa bibîne ,heger pejirnad wî bibîne Jî ma gelo dîsa evîna wî wê evîna berê be , wî jî zanîbû ku wê ne wek berê be , lê ji xwe re digot “ez jî êdî ne ê berê me , ez ê beybûna xwe bi hêsrê çavan xwedî bikim ,ez tu carî ji dev benradim , ez we nema tu caran bi tenê dihêlim , ezê jibo beybûna xwe her tiştî bikim , lê bes bila ji min re bêje erê , ez amade me jê re her tiştî bikim.

“ev peymana min ne wek peymanên berê ne , ji ber ez jî ne ê berê me “ xeyalên wê geş bûn , û hat bîra wî bê çawa evîna wî dikene, û soz da xwe ku jêr bêje :erê. êdi wê her tiştî bike ji bo ku ew kenaya ji ser lêvên wê winda nebe, ji kenê wê gelekî hezdikir , ji porê wê yê reş ji lêvên wê yê zuha hezdikir , ji çavê wê yê reş , ji bihna wê hezdikir , dixwst jê re helbestan binvîsîne lê nizanîbû ,nikarîbû , zanîbû ku tu gotin têra pesnê evîna wî nakin .
Dixwest ku wêneya wê çêbike lê ka ew firçe û rengên ku tevlihev bibin ta ku wê xweşikbûnê çê bikin , her tişt kêm dima jibo evîna wî , carekê jê re gotibû “ez ji te hezdikim lê ne wek hezkirina Mem ji Zîn re lê ew nuha dizane ku Ehmedê xanî saxba , û evîna wan dîtiba , wê çîroka wan binvîsta , heta belkî wî jî nikariba pesnê wê daba .

Ji ber masê rabû û derket jibo ku cara dawî bi evîna xwe re bipeyive ta ku jêre bêje “bêje ;erê, bêje; erê beybûna şêrîn evîna dilê min ê xemgîn bêje erê û destê xwe bide dilê min ey hertiştê min “

::::::::::::::::::::::::: dilyar amûdê ::::::::::::::::::::::::::::.

...