Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Jiyana Can Yûcelî, sixêfên wî û helbestên wî
2010-12-31 21:49
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
‘Em çiqasî bêyî derewan bijîn ew qasî baş e.’ Can Yucel …


Can Yucel di sala 1926an de li Stenbolê ji dayik bûye.

Lawê Wezîrê Perwerdehîyê ê berê(Tirkîyeyê) Hasan Alî Yucelî bûye.

Li Zanîngehên Enqere û Cambridgeyê latînî û yewnanîyê xwendîye.

Ji bilî Tirkî, bi awayekî pirr baş bi Îngilîzî, Fransî, Almanî, Latînî û Yewnanî dizane. Li balyozxaneyan wergêrî kiriye, li Londrayê di beşa Tirkî a BBCyê spîkerî kirîye.
Li tevahîya cîhanê weke helbestkarekî nûjên ê tirk tê nasîn.
Xwedîyê şêweyeke xweser û dilîn e.
Di helbestên xwe de zimanekî xwerû bi kar anîye.
Bêhtir giranî daye pirsgirêkên ber bi çav ên civakê. Di gelek helbestên xwe de çêlî hezkirîyên xwe û malbata xwe jî kirîye.
Digel helbestkarîya Yucelî wergêrîya wî jî olan daye. Ji Lorcayî, Shakespeare-î û Brechtî gelek lîstik wergerandiye. Di wergerên xwe de bi awayekî serbest tevgerîyaye. Her çiqas bi resenîya nivîsan girêdayî nemabe jî wergerên wî bi gelemperî serkeftî bûne. Wek mînak peyva navdar a Shakespeare"î "bûn an jî nebûn"ê bi awayê " îhtimaleke dî jî heye, gelo tu dibêjî ew jî mirin e" wergerandîye Tirkî.
Bi Guler Yucelê re zewicîye û sê zarokên wî çêbûne.

Salên xwe yên dawî li Datçayê bihurandîye.Bi awayekî sîstematîk(rêk û pêk) her hefte ji Lemanê re û her mehê jî ji Öküzê re nivîs û helbestan rê kiriye.

Di 12ê Tebaxa 1999an de gîhaştîye dilovanîya Xwedê...

Tirba wî li Datçayê ye.

Pirtûkên wî:

Yazma/Nivîsandin (1950) ,Her Boydan/Ji her bejnê (1959,Helbestên werger) ,Sevgi Duvarı/Dîwarê Hezkirinê (1973) ,Bağlanmayacaksın/Tu yê venebestî ,Bir Siyasinin Şiirleri/Helbestên Sîyasîyekî (1974) ,Ölüm ve Oğlum/Mirin û Lawê min (1976) ,Şiir Alayı/Tinaza Helbestê (1981ı) ,Rengâhenk (1982) ,Gökyokuş/Kaşaso (1984) ,Beşibiyerde/Pênc heb li cîhekî (1985) ,Canfeda/Canfîda (1985) ,Çok Bi Çocuk/Zarokekî pirr (1988) ,Kısa Devre/Kurte Perîyod (1990) ,Kuzgunun Yavrusu/Çêlika Qelareşkê (1990) ,Gece Vardiyası Albümü/Albuma Danê Şevê (1991) ,Güle Güle-Seslerin Sessizliği/Xatir xwestin - Bêdengîya Dengan (1993) ,Gezintiler/Gerin (1994) ,Maaile (1995) ,Seke Seke (1997 ,Alavara (1999) ,Mekânım Datça Olsun/Bila wargeha min bibe Datça (1999) ,En Uzak Mesafe/Dûrahîya Herî dirêj ,Benim Adım Firuzansa Ne Olayım ,Cazcı Firuzan/ Heger navê min Firuzan be bibim çi (1997) , Biraz alıştım/Hebekî fêr bûme û hwd…
Wergerên wî
Hamlet (Shakespeare)1992. Stenbol: Weşanên Papirüsê,1996, Niqteya Biharê (Wergera Xewna Şeveke Havînê) (Shakespeare) 1981. Stenbol: Weşanên Papirüsê, 1996. , Ji bo ku ên nû dest pê dikin Marx (Marx Para Principantes) 1977.

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Hindek Sixêf(xeber) û peyvên Can Yucelî:

Axaftineke wî ya berîya gelek salan, ku li ODTU-yê kiriye... Hêwana avahîsazîyê(mîmartî) ku sê hezar kes dikarin tê de hilên, mişt bûye, ew qas ku ... ji bona lê guhdarî bikin bi dehan kes şipîyayî sekînîne.

Can Yucel welê dest bi axaftina xwe dike :

- Em nebûn çi gû! Ên ku li hêwanêne matmayî dimînin. Bê dengîyeke kûr dorhêlê dipêçe ... Digel ku berîya bête hêwanê 3 bîra û nîvek jî votqa vexwarîye, axaftineke pirr têkûz dike. Bêguman axaftineke tijî sixêf... Di beşa gotûbêjê a ku bi pirsan û bersivan didome de, ji rêzên ewil xanimokek tilîya xwe radike û pirseke werê ji Can Yucelî dike :

- Can beg, em şiîr û ramananên te gelekî diecibînin, rêzeke mezin ji bo te digirin belam hûn di axaftinên xwe de pirr zêde cîh ji bo sixêfan vediqetînin, gelo hûn nikarin bêyî sixêfan biaxifin?...

Can Yucel ewilî bêdeng dimîne, piştre hêdîka xwe daqûl dike, ew destên xwe ên mezin datîne ser kursîyî :

- Sixêf di destê bûrjûvazîyê de korteleke lexemê ye... sixêf di devê çîna karkeran de kulîlkek e!... û ji hêwanê dengê çepikan mîna lehîyekê bilind dibe.

Piştre bi temamî radibe ser lingan û axaftina xwe wisa diqedîne : - Hevalno îroj jî min nîha gelek seran!..

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Ji Can Yucelî pirs dikin : " Gelo çima ji Zekî Murenê re dibêjin paşa?"
Yucel weha dibersivîne : " Ji ber ku li vî welatî tukes nikare ji paşeyan re bibêje qûnek, ji qûnekan re dibêjin paşe" ...

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Ji Can Yucelî dipirsin : " Ezbenî, ka gelo li welatê me ev çi dozên çepgirî û rastgirîyê ne?
-Yucel bersiveke wisa dide : " Li vî welatî gava ku tu sibehê ji xew şîyar dibî heger xirrê te şemitî be alîyê rastê;tu rastgir î, na heger şemitî be alîyê çepê tu çepgir î.." ...
Gelo xirrê we li kîjan alîyî ye?

- Pêş de her tim pêş de ye...

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Rojek ji rojan di bernameyeke televîzyonê de, ciwanekî ku li xwe heyirîye pirseke weha ji Can Yucelî dike : " Gelo tu piştgirê kîjan taximî yî ?"

Can Yucel wisa dibersivîne : " Bi gelemperî ez û jina min, em taximê min digirin..."

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Ji rojan rojekê... Xwendekarekî zanîngehê ji Can Yucelî dipirse: " Gelo çima şairên ku hûn dixwînin giş mêr in? Ma ji jinikan şairên baş dernakevin?"
Can Y. dibersivîne : " Çi zannim loo ma qey em şiîrê bi xirrê xwe dinivîsin?.."

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Rojekê di weşana zîndî a TVyekê de Duygu Asena ji bo Nazin Hîkmetî galegalên berradayî dike û dibêje ew şairê qertpostalan e!..
Can beg bi raya telefonê beşdarî weşanê dibe û bêyî ku silavê bide wan, bersîvê dide : " Duygu-xan qert tu yî, postal jî bila di te keve!" û telefonê digire.

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Dîsa rojek ji rojên Xwedê, Can Yucel tevî heyran û hevalên xwe vedixwe û sohbetê dike. Heman kom gava ku di 5ê,6ê sibehê de li devereke xalî, li dorhêla Kolana Şehîdên Qibrisê çivan dide xwe, Can Yucel bi carekê disekine û xwe li erdê dirêj dike. Ên li dora wî jî derhal heman tiştî dikin.Helbestvan, çavên xwe naneqîne û li asoyan dinihêre. Ên li dora wî jî bi rêzê xwe li erdê dirêj dikin û li asoyan temaşe dikin. Heyranek nema dikare xwe hilgire û bi hêvîya ku bersiveke helbestane jê werbigre dipirse : - Bavo, tu çi dibînî ?, ji me re jî bibêje... Belam bi bersiva ku Yucelî dide şaş dimîne : " Ez pirr zêde sermest im, di qullê kim!"

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Ji nava helbestên wî sê werger-helbest …

Veguherîn

Heywanekî bejnzirav û bilind
Lê dida
Lê dida
Xwe li keviran dida.
Canê wî aciz dibû
An ruhê xwe ji dest dida?
Zilamê ku li tenişta min bû gote; Na ezbenî!
Kirasê xwe diguhere mahr
Gote em bi rewşa wî dizanin kêm zêde
Me jî çîna xwe guherandibû di wexta xwe de…

Can Yücel

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Her tişt di te de xef e

Tu bi qasî ku erd te dikêşe giran î
Bi qandî perpitîna baskên xwe sivik..
Bi qasî ku dilê te hildiavêje jîndar î
Bi qandî ku çavên te dûrahîyê dibînî xort…
Bi qasî kesên ku tu hez ji wan dikî baş î
Bi qandî neyarên xwe xirab..
Rengê birh û çavên te çi reng dibe bila bibe
Rengê te ê/a ku li hemberî te dîbînî yî..
Tiştên ku tu jîyayî kâr nehesibîne :
Bi qasî ku tu jîyayî nêzî mirina xwe bûyî;

Tu çi qasî dijî bijî,
Bi qandî ku tu hez jê dikîyî temenê te..
Bi qasî ku tu dikarî bibişirî kêfxweş î
Xeman mexwe, bizanibe ku tu yê bi qandî girîyî, bikenî
Qet nefikire ku her tişt qedîyaye,

Tu yê bi qasî hez bikî bête hez kirin.
Di hilatine rojê de ye nirxê ku xweza didî te
Û bi qandî ew nirxê ku tu didî ê/a li hemberî xwe mirov î.

Heger biqewime tu rojekê derewekê bikî
Bihêle bi qasî ku ê/a li hemberî te bi te bawer dibe, ji te yeqîn bike.
Di şewqa heyvê de ye bêrîya ku li hemberî delalê hest dikî
Û bi qandî ku tu bêrîya delala xwe dikî nêzî wê yî
Ji bîr neke tu bi qasî barîna baranê şil î
Bi qandî ku roj te digermijînî germ î
Bi qasî ku tu xwe tenê hîs dikî tenê yî
Û bi qandî ku hêzdar hîs dikî hêzdar î.
Bi qasî ku tu xwe xweşik hîs dikî xweşik î.

Ve ev e jîyan!
Va ev e jîyîn, tu yê bi qandî ku vê yekê bi bîr bînî bijî
Kêlîya ku te ev ji bîr kir, tu yê bi qasî her bêhn vedanê bicemidî
Û tu yê bi qandî ku ê/a li hemberî xwe ji bîr bikî, zû bête ji bîr kirin
Kulîlk bi qasî ku bête avdan xweşik e
Çivîk bi qandî biwîçîne şêrîn e
Pitik bi qasî ku bigirî pitik e
Û tu yê bi qandî ku her tiştî hîn bibî bizanibe, vê jî hîn bibe.
Tu yê bi qasî ku hez bikî bête hez kirin.
Can Yücel

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Mîhtîhar

Ji min dipirsin ka Karê te çî ye?
Berê min digot ez serserî me,
Niha dibêjim ez mirî me
Mirin e karê min ê asas
Ma ez fîl im di daristanan xwe veşêrim
gava ku ecela min bê,
Şair im ez dimirim
li pêşberî çavên we
bi qîjîn bi qêrîn ...
Can Yücel

Amadekar & Wergêr
Bîrbir Birûsk Aryan – brusk@mail.com
…..

Ji amadekarî ;

Xwendevanên delal bi hêvîya ku we ev dosye ecibandibe, merheba ji we re..
Berîya çend rojan kekê Mirad mizgînîya malperê da min û ji min xwest ku ez jî tiştina bo weşanê jê re rê bikim. Min fikirî û min biryar da ku berhevokeke Can Yucelî jê re bişînim. Ji ber ku Can Yucel li hemû deveran û di helbestên xwe de jî, her tim tabû şikandîye, astengên li hember tiştan bi zimanekî tûj rexne kiriye, loma min xwast ku ez ji vî navê gewre tiştina wergerînim kurdî.
Min arşîva xwe peland û pêrgî çend helbestên wî hatim, min rabû sixêf-helbestên wî jî wergerand û kir nivîsek. …

Bi hêvîya ku Kurdîgeh, hemû tabû/astengên li hemberî raman,çand û hunera Kurdî yek bi yek bişikîne.

...

Edîtor: Brûsk bi 16 saliya xwe ve xemxwarekê zimanê kurdî ye. Keskûsora Kurdîgehê bi rengê pênivîsa Birûskî dewlemendtir e.

Kurdîgeh mala ciwanên xemxwarê zimanê xwe ye û tu li ser xêrê hatî mala xwe


>> Bîrbir Birûsk Aryan, Qoser, 2011