Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Voltaire, tolerans û azadî
2011-09-02 20:49
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
— Piştî demeke dirêj wî karî ji sergumê vegere welatê xwe. Sala 1778-ê ji Versaillesê fermana Louisê XVI-ê derket û got ew bi vegera Voltaire şad nabe û hêvî dike ko venegere lê heger vegerîya jî dê wî negire û neêxe zindanê.

Dema ko Voltaire fermana qiral bihîst gelekî kêfxweş bu û bilez hazîriye rê kir, êdî nedikarî ji welatê xwe dûr bijî. Ew 30 sal bûn ko jiyana wî di navbera zindan û sergumê de diborî, dergehê hemî welatên cîhanê jêre vekirî bûn ji bilî dergehê welatê wî. Ew êdî 84-salî bû û bawer nedikir dê kengê bigihî axa welatê xwe û çend rojên temenê xwe yê mayî lê biborîne.

Di navbera Voltaire û bajarê Versaillesê de, ko wê hingê paytext bû, hefteyeke rê hebû lê belê bextewarîyê hişt ko ew zehmetîyên rê tehemil bike digel ko pîr û nexweş bû.

Miletê ferensî jî gelekî kêfxweş bû ko nivîskarê wan yê qedirgiran dê vegere nêv wan. Li bajarê Parîsê ko lê hatibû dinyayê hemî parîsî ji bû şahîya vegera wî rabûn ser pîyan û hazirîya xêrhatine wî kirin. Li hevîye hatina wî kolane tejî mirov bûn, li ber dergehê otêla ko Voltaire lê bibe mêvan hejmareke mezin ya mirovan kom bûn, rojnamevan û rewşenbirên Ferensayê sekinîn da derfeta wan çêbe û silavekê bidinê, digel ko hayê wan jê hebû ko ajanên qiralî li her derî ne û dibe ko ciza bibin, lê neditirsiyan.

Qiralî li ber lehiya şahiya vegera Voltaire nekarî tiştekî bike. Louisê şazdehê bê çare ma û wî tenê karî derketinê li jina xwe Marie-Antoinetteyê qedexe bike, Marie-Antoinetteyê xwestibû biçe tiyatroyê, cihê ko lê şahiyek ji bo qedrê Voltaire amede kiribûn. Wê mereq dikir ka mirovê ko hewqas xelk jê hez dikin kî ye û çawa ye.

Miletê ferensî ji deshilata xwe westiyayî bû, û ji fanatîzma ko kenîsê bi salan di nêv civatê de bi cih kiribû. Mirov li ser nasnemeya xwe ya dînî û mezhebî dihatin îşkence kirin û kuştin. Feqîrî jî pir belav bibû, gelek mirov ji birçîbûnê dimirin û di eynî demê de malbatên deshilatê û yên nêzîkî wan bêsînor mesref li kêf û şahiyên xwe dikirin wekî ko li welatên cuda bin. Kîna milet ji deshilatê zêde bibû û pêwistiyeke mezin bi guhertinê çêbibû.

Xebata Voltaire li dijî desthilata siyasî ya keveneperest, nijadperestiya dînî û mezhebî bû. Wê hingê kenîseya katolîkan biryarên hovane di heqê mirovên ko li dijî wê disekinîn dida, an mirovên ko bawerîya xwe bi mezhebin dî tanîn. Kesî nediwêrîya biryarên kenîseyê protesto bike, lê belê Voltaire dengê xwe li himber serdestiya kenîseyê jî bilind kir.

Voltaire û rewşenbîrên ko dan ser riya wî çanda tirsê şikand û bingehê şoreşê danî. Dergehê prosseseke dûrûdrêj ji guhertinên siyasî û civakî re vekirin. Ew prosesa ko roja îro li welatê şerqê û Rojhilata navîn nû despê dike di dema Voltaire de li Ferensayê çêbû.

Azadiya ko niho li Ewropayê heye ne bi hêsanî peyda bûye lê belê ew berhema xebateke dûr û dirêj e. Nivîskar û rewşenbîrin wê demê, jiyana wan her di bin kontrolê de bû, kontroleke dînî û siyasî ya giran hebû. Gelek caran nivîskar mecbûr dibûn ko pirtûkên xwe li derveyî welatê xwe çap bikin û bi dizî belav bikin. Gelek pirtûk bê navê nivîskaran çap dibûn an jî bi navên sexte belav dibûn.

Voltaire bi xwe jî navê wî yê fermî François Marie Arouet bû, wî nû nivîsa xwe ya yakê bi navê Voltaire belav kiribû, û bi wî navî berdewam kir heta pê hat nas kirin. Wê hingê polîsan dest jê berneda heta zanîn ka mirovê xwe li pişt navê Voltaire veşartiye kî ye. Voltaire ji bo nivîsara xwe ya yekê bi salekê hat ceza kirin û li zîndana Bastîlleyê de ma. Di zindanê de wî helbestên xwe yên herî xweş nivîsandin û miletê ferensî bû heyranê wî.

Yek ji mijarên ko Voltaire pir li ser sekinî rewşa malbata »Jean Calas« bû. Malbateke protestan ko bi destê fanatîkên katolîk bi awayekê hovana hat kuştin. Wê bûyera ko berî 250 salî qewimî bû hestên civata ferensî hejand.

Voltaire ew bûyer kir mijara pirtûka xwe ”Nameye toleransê” û di pirtûkê de dîrokeke xwînî û hovane ya kenîseya katolîkan bi dijwarî rexne û protêsto kir. Digel ko ew bi xwe ji malbeteke katolîk jî bû wî bi helwesta xwe ya mêrxas ko li dijî xelkê mezhebê xwe derket bû nimûne ji mirovên xwedî pirensîb re. Prensîb çênabe ko relatîv bin, helwestên mirovan li herderê û bi herkesî re divêt yek pîvan hebe.

Pirtûka Voltaire hişt ko daxwaza toleransê bibe pirsgirêka giştî ya civatê û cebheyeke berfereh ji aktîvîstên ko ji bo azadiya dînî u fikrî xebat dikirin ava bû.

Mêrxasîya Voltaire bû nimûne ji gelek wêjevanan û nifşên ko li dûv wî hatin re. Viktor Hugoyê ko nijadperestan xwest wî bikujin, birîndar bû û paşê jî hat sergum kirin. Berî hingê dê û bavê Viktor Hugo bi xwe jî bi hikmê zîndanê hatin ceza kirin ji ber ko rojnamevan bûn û di kovara xwe de nêrînên ne bi dilê desthilatê belav kiribûn. Emile Zola jî ko di nêv nifşê li dûv Viktor Hugo têt da ser eynî rêyê. Di sedsala 19-ê de gelek nivîskar, helbestvan û wêjevanên ko bi helwest û xebata xwe ya pîroz cihekî biqîmet di dîrokê de çêkirin derketin pêş.

Feylesofê elmanî yê serdema ronakiyê Georg Willhelm Friedrich Hegel dibêje divêt mirov bi çavê aqil li dîrokê binêre, bi kûrahî li ser bisekine. Her periyodeke dîrokê gaveka pêşveçûna civata mirovî ye.

Hegel dibêje dîrok weke tişteke bi can e ko di periyodên cida re derbas dibe û bi awayekî dipije û bi pêş dikeve. Li gor Hegel dîrok berê xwe dide armanceka zelal û belî û ew jî bextewarîya mirovan e. Hegel wê armancê bi bêjeyeka felesfî dide nasîn û navê wê dike ”ramana bilind”.

Hegel dibêje mirov bi azadiyê bextewar dibe û mirovî çiqasî hêz hebe ko li himberî neheqiyê dengê xwe bilind bike hewqasî azad e. Û mirov çiqasî têbigihêje ka mirovatî çi ye û mafên mirovî biparêze hewqasî jî bextewar e.

Heger mirov li gor teoriya Hegel li dîrokê binêre dê bibîne ko dîrok li Ewropayê piştî berxwedaneke demdirêj heta dereceyekê gihaye armanca xwe.

Li welatê me jî xebetek heye, çavên me li riya dirokê ye.

Rindê Çaçan (nefel.com)