Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kurdîgeh] gelo Kurdîgehê di 9 meh û 10 rojan de ji pênivîsa nivîskarên kurd yên ciwan çi aniya dinyayê…
2011-09-08 09:11
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Îro Kurdîgeh 9 meh û 10 rojî ye.

Çawa ko zarokek 9 meh û 10 rojan dimîne di zikê dayika xwe de û di encamê de tê dinyayê.

Çawa ko dayik cara pêşiyê zaroka xwe dibîne û didane ber bedena xwe û lê dinere ka zarokeka wê çawa ye.

Me jî xwest em lê binêrin gelo Kurdîgehê di 9 meh û 10 rojan de ji pênivîsa nivîskarên kurd yên ciwan çi aniya dinyayê…

_________________________


74 mamik-tiştonek

44 helbest

55 nivîsar

21 çîrok

11 nivîsên li ser zimanî

9 nivîsên li ser çandê

4 lêkolîn

2 hevpeyvîn

1 şano

_________________________


11 nivîskarên ciwan yên kurd cara pêşiyê li Kurdîgehê dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî kir û bûn nivîskarên wê.

18 kurdên ciwan, nivîskarên Kurdîgehê yên daîmî ne.

8 ciwanên kurd cara pêşiyê bi zimanê kurdî nivîsandin û bi nivîsên xwe bûn nivîskarên mêvan yên Kurdîgehê.

Kurdîgehê nivîsên ji zimanê farisî, erebî, tirkî û ingilîzî wergerand kurdîyê û li gencîneya kurdîyê zêde kir.

Kurdîgehê ji bilî afirandina berhemên ciwanên kurd gotinên bab û bapîran bi nivîsandinê nemir kirin.



Edîtor: Miradê Gundikî


________________________________

Têbînî:

Em ji şêwirmendên Kurdîgehê re sipas dikin ko her dem bersiva pirsên me dane….

_____________

Mihemed Sanri :

[ edîtor û rojnamevan – Şêwirmendê Kurdîgehê yê çandê ]
____________________

Mustafa Aydogan :

[ zimanzan û nivîskar – şêwirmendê zimanî yê Kurdîgehê ]

_________________________

Zozan Hawar :

[ pispora meteryalên perwerdekirina zimanê kurdî û akademîsyen – şêwirmenda amadekirina meteryalên perwerdeya zimanî ya Kurdîgehê ]

_______________________

Alî Bayram :

[ parêzer – şêwirmendê dadê yê Kurdîgehê ]