Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[Helbest] bi xatirê te
2011-09-14 16:20
:: Şengul OGUR
gernus@msn.com
Wexta ku rojê hilat bi xatirê te

Bi xatirê te wexta ku roj çû ava

Wexta ku bê pelê kulîlkê ramûsand bi xatirê te

Bi xatirê te wexta ku çirûsk li avê ket

Wexta deng di bêdengiyê de kerr bû bi xatirê te

Bi xatirê te wexta ku şevê şîn danî

Wexta ku rê dirêjî biyanistanan bûn bi xatirê te

Bi xatirê te wexta ku gav ji qerem diketin

Wexta ku hêstirkan xwe li çavan girt bi xatirê te

Bi xatirê te wexta ku bişirîn li çavan veniştin

Wexta ku bihar hat bi xatirê te

Bi xatirê te wexta ku daran pelên xwe weşand

Ji hemû dem û wextan; war û xakan bi xatirê te
Bi xatirê te ey leylana bê wext hat û çûyî



Şengul Ogur