Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] xwezî yara te bûma
2011-09-16 21:23
Vîyan ZARZAA
info@kurdigeh.com
Xwezî ez kaniyeka avê bûma li bin sîbera darekê

Te vexwaribûya ava min lê ne her dem tenê carekê

Te dest avêtibûya dilê min …

Te di rûyê min de dîtibûya her dem ciwaniya şarekê

Ez kanî bûma, kaniyeka zelal

Te dabûya min bi destên xwe her roj şitleka rihanekê

Ne!

Ez ne kanî bûma!

Ez çivîkek bûma

Me bi hev ra malek danibûya li ser şaxekê an li bindarekê

Me danibûya hêlîna xwe li ser dara hinarê

Yan jî…

Xwezî yara te bûma

Heval û dildara te bûma

Piştî min te çav girtiban li ser hemî dildarekê


Vîyan Zarzaa