Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] rojbûn hesabek e di eslê xwe de
2011-09-18 12:22
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Rojbûn, hesabek e di eslê xwe de ….

Piştî neh meh û deh rojan mirov tê dinyayê û piştî wê rojê jî her 365 rojan carekê rojbûna mîrovî tê.

Rojbûn, hesabek e di eslê xwe de ….

Mîrov her çende ne cihê baweriyê jî be divêt qene her 365 rojan carekê bê bîrê ko dema ew hatî dînyayê ka çi çîkên dîjwar daye dayîka xwe.

Rojbûn, hesabek e di eslê xwe de …

Her 365 rojan carekê divêt mirov li dora xwe binêre û bibîne ka li vê dinyayê cihekê çawa dadigire. Heke kurd be divêt bibîne ko şerê Kurdistanê yê li çiyayên wê wekî ko ne bes be şerê kurdbûnê li ceperên mejiyê kurdan didome.

Rojbûn, hesabek e di eslê xwe de …

Her 365 rojan carekê divêt mirov bihizire ka dema ew qas roj ji kîsê wî çûyî wî çi li vê dinyayê hêlişt û çi bi xwe re bir.

Rojbûn, hesabek e di eslê xwe de …

Divêt mirov her salê carekê jî be bihizire ka ew nehatibiya dinyayê çi dê ji dinyayê kêm bûya …

Rojbûn, hesabek e dieslê xwe de …

Divêt mirov salê carekê jî be bihizire ka ew tiştên ko bapîr û pîrikên wan ji wan re nekirîn ew ji neviyên xwe re dikin an no.

Rojbûn, hesabek e di eslê xwe de …

Divêt mirov bihizire gelo dema mirov ji dinyayê diçe di bin axa sar de û ‘’dinyaya xwe’’ hemîyê bi xwe re dibe, ji hejmara mirovên dinyayê tenê yek kêm dibe an jî ji wê zêdetir ?

Rojbûn, hesabek e di eslê xwe de …

____________________________________________________________

Têbinî:

Ez ji hemî dost, heval û lêzimên xwe re sipas dikim ko di vî hesabî de wan cihên zêrîn girtine. Di 23 salan de ji bo her roja ez jiyame û ji bo wan rojên ez ê bijîm ji keddayîyên xwe re spas dikim û minetdarê wan im.

Miradê Gundikî