Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] ...
2011-09-19 16:25
Nazê BAWERÎ
info@kurdigeh.com
...

asîmana bilind!

ji heyvê re peymana min heye
stêrk dê bibin şahidê evîna me
min azad neke
ger asîmanên xwe li min qedexe bikî;
nikarim li asîmaneke din baskan bişkînim!

behra kûr

pêlên te yên ji destên min girtin
kefên te yên şirînî li min kirin
nikarim êdî qeraxên biyanî bizivirim
peravên xwe li min qedexe neke
dê ez nav avên şêlo de bixeniqim!

daristana hişîniya xeyalan

şaxên te yên kulîlk-vedayî
ramûsanên evînî vedikin li ser hinarikên min
baxçeyên xwe li min qedexe neke
dê ez nav çolên bê ser û ber bifetisim!

tu yî yar û dosta min
derd û dermana min
nikarim evîneke nû biafirînim
riyên xwe li min qedexe neke
di şopên qels de ez ê wenda bibim!
...


Nazê Bawerî