Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Serjinik
2011-09-23 19:55
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Erê em di zanîn jin çiye vêca serjinik ji kûve hat?

Ew zelamê serê xwe bike di nav karûbarên jinanda ew dê bîte serjinik, filankes serjinke! Êkser muhirek sor li eniya wî didin, her weku ew kes yê tawanbare, bi vî rengî civakê me li wan zelama di nêre ew ên harîkariya mala xwe yan hevjîna xwe dikin, şerme zelam karê jinan bikin, erê bo çî berê û heta niha li gundan jinan karê giran di kirin û heta niha dikin?

Her çende ew karê zelaman bo, bo çî kesê ne di got şerme jin van kara bike?

Helgirtina zarokî ku cegera wiye û pêwîsitî bi hembêzkirina babê xwe ye, heta ev çende li def gelekan bi kêmasî dihête dîtin û gelek tiştên dî hene û piraniya zelaman husa hizir dikin eger wan harîkariya hevjîna xwe kir dê di nav heval û kes û karên xwe da kêm be.

Nabe zelam karê nav malê da encam bidet, evejî guneha zelamî nîne belku di zivire bu day Baban, hêşta di temenek biçûk de kiçê fêrî hindê dikin ku ew bi xizmeta bab û birayê xwe rabe, birayê te kure na be karê nafimalê bike, ev kur dê li ser vê sîstemê rabe heta ku di bîte xudan jin û zarok.

Her çende vê çendê çi peywendî bi aynê îslamê ve nîne çinku hedîseka pîruz di bêjît: Pêxemberê me silafên xudê li ser bin gelek yê harîkar bû di gel hevjînên xo, herwesa wî hemû karê xwe di kirin.

Belku me ef çende ya bu xwe kiriye keliturek û bi kêmasî danaye, ef diyarde ne bes li welatê me heye belku diyardeka rojihelata navîne, erê çend ya ciwane dema ku zelam û jin di gel yek harîkar bin?

Bi vî rengî germatiyek di keve di naf malê da. Herwesan xweşiyek li def hevjiya wî peyda di be dema ku di bîne hevjînê wê pûteka mezin dide wê û bi dilovanî serederiyê di gel da dike.

Merem bi harîkariya zelamî ew nîne ku rabe hemû karên naf malê bike, nexêr, belê ew di şêt heta radeyekî yê harîkar be.

Gelek caran jî barudux wesa di xwazin zelam bi xizmeta mala xwe û hevjîna xwe rabibe.

Divêt em hêdî hêdî vê diyardê ne hêlîn, herwesa em her zû zarokên xwe fêr bikin jura xwe lêk biden yan dema yariyek kirin yariyên xwe carek dî danin cihê wan û hitid.....

Bila jin û zelam pêk ve harîkar bin di hemû waran de. Husa em di şêyin jiyana nav mala xwe û der vey malê bi xweşî beyne serî herwesan bîne nimûnek bu zarokên xwe û peyva serjinik nîşa wan ne din.

.... Şermîn Evdula

:::::: serkanî: Rojnameya EVROYê [ rojnameya rojane ya Dihokê ::::::::