Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[festîval] Li Londonê festîwala fîlmên bi kurdiyê dê bê amadekirin
2011-09-23 23:58
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Festîvala Fîlmên Kurdan ya 7ê ku îsal dê di navbera 17-24’ê çîrîya paşîyê de li dar bikeve li benda fîlm û belgefîlmên derhênerên kurdan e.

Festîvala Fîlmên Kurda ya Londonê (FFKL) festîvala kurdan ya yekem e ku di sala 2001’ê de dest pê kiribû.

Festîval dê îsal bibe cara 7ê li Londona Îngilistanê dar dikeve û heta 25’ê rezberê li benda berhemên derhênerên kurd û berhemên derhênerên biyanî lê fîlmên wan yên li ser kurdan girtine.

Festîval îsal dê di navbera 17-24’ê Çîrîya paşîyê de li Hackney Picturehousê bê li dar xistin.

Amadekarên festîvalê di daxuyaniya ku weşandine de wisa gotine: “Em wekî lijneya amadekar ya festîvalê, hemû derhênerên kurd û ne-kurd ku sebaret bi kurdan û arîşeyên kurdan fîlm çêkirine vedixwînin da ku berhemên xwe ji bo bernameya îsal a festîvalê radest bikin. FFKL fîlmên hevdîtinê, belgefîlman û kurtefîlmên bi binenivîsa îngîlîzî ji bo pêvajoya hilbijartinê dipejirîne. Em dikarin fîlman di gelek formatan de nîşan bidin

(35mm, HD, Mini DV, DVD di nav de).”

Ji bo kesên eleqedar navnîşan:
www.lkff.co.uk
Mustafa Gundogdu
KHRP
11 Guilford Street
London WC1N 1DH
United Kingdom
Telefûn: 00 44 78 76 71 02 50
E-name: mustafa.gundogdu@gmail.com
____________________________________________________________
Kurdîgeh - Diyarname