Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kovar] Hejmara dehê ya kovara Hinarê derket
2011-09-24 00:05
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Hejmara dehê ya kovara Hinarê derket û edîtorê Hinarê wê û naveroka wê weha dide nasandin:

Careke din merheba xwendevanên vî “zimanê serhişk û henûn” û vê “edebiyata çikûs û comerd.” Piştî hesret û bêrîkirina du mehan, vaye me careke din jî dilê xwe li pelên Hinarê suwar kir û em ji we, -mazûbanên li benda ezimandinê- re dikin mêvan.

Bextewariya ji êşê newelide, misqala ûcdên pê re tuneye; me pişta xwe daye vê bextewariya bêûcdan û me daye ser riya vê êşa (edebiyat) ku yeko yeko hefsarên di hustuyê me de dirizîne û berê me dide xeyalên me. Edebiyat; êşa ezîm…emê emrekî bidinê û ew ê me bê xeyal nehêle. Ma bextewarî ji vêya mezintir heye!
Xwendevanên ezîz; bi hejmara 10ê êdî kovara me bingeha xwe zêdetir zexm kiriye; xwedî naverokeke tijî’ye. Em hêvîdarin ku hûnê tehmeke edebî, (miz û mêxweş) jê bistînin.

Ji niha de em cehd dikin ku, em di her jimarê de rexne û nirxandina kitêban bikin. Lewra edebiyata bêrexne bi qandî misqalekî pêş ve nakeve û zêdetir hewcedariya edebiyata Kurdî bi rexneyê heye. Di vê hejmarê de, hûnê rexneya li pirtûka Hesenê Metê ya bi navê “Li Dêrê” bixwînin.

Hevpeyvîna vê hejmarê, me bi çîrok-romannûs Yaqop Tilêrmanî re kiriye. Ev hevpeyvîn, hema bêje bi giştî sohbeteke xweş î li ser rêzeromana “Sêbareya Mêrdînê” a Yaqob Tilermenî’ye. Wek berê jî me gotibû, me cîh daye wergerên ji tirkî jî. Çîrokek Refîk Halît Karay, helbesteke Umît Yaşar û du helbestên Îlhan Berk. Ji xilafî vana, me cîh daye gelek çîrok û helbestan jî.

Xwendevanên Hinarê, -bi taybetî yên ku li Îzmîrê dimînin- bi destpêka perwerdehiya zimanê Kurdî re, atolye’ya me a nivîskariyê jî, ji xilafî dersên ku niha dewam dikin, wê serdema nû bide dest pêkirin û li gorî serîlêdana beşdaran, polên nû wê bên vekirin. Kesên ku dixwazin bibin nivîskar û bidin pey xeyalên xwe, serî li Kurdî Der’a Îzmîrê bidin. Herwiha hûn karin li ser rûpelê facebookê, yê atolyeya nivîskariyê û bi vê navnîşanê; kovarahinar@hotmail.com jî bi me re dîyalogê bidin destpêkirin.

Heta hejmarek din her şad û bextewar bin.

____________________________________________________________

www.kulturname.com