Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[ziman] civata bilind ya zimanê kurdî hat amadekirin
2011-09-24 08:48
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
– Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî ku di destpêka vê heftiyê de li bajarê Hewlêrê dest pê kiribû, duhî, bi derxistina 14 raspardeyan bi dawî hat û biryara avakirina Civata Bilind a Zimanê Kurdî da.

Di daxuyaniya dawî ya konferansê de, 14 rasparde hatine belavkirin û tê de daxwaza amadekirina projeya yasaya ziman hatiye kirin daku pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bê kirin. Di raspardeyan de, daxwaza ji aliyên pêwendîdar hat kirin ku projeya yasaya zimanî amade bikin û pey re pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin.

Her wiha daxwaza avakirina Civata Bilind a Zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê hat kirin ku ji zaraveyên zimanê kurdî yên parçeyên Kurdistanê û kurdên derve pêk were û dê 20 endamên wê hebin û serbixwe be, ev yek jî bi hevkariya rasterast a zanîngehên Kurdistanê, Akademîya Kurdî û enstîtyûtên zimanê kurdî be.

Konferansê daxwaza ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya danîna ferhengeke kurdî-kurdî bike bi herdu elfebêyên erebî û latînî ku tê de cihê peyvên hemû zaraveyan hebe.

Her du elfebêyên kurdî di warên zanistî, perwerdeyî, rewşenbîrî û ragihandinê de bêne bikaranîn daku rêzimaneke kurdî hevgirtî bi dest were.
Saziyên akadîmî, zanistî û rewşenbîrî rê li pêşiya encamdana lêkolînên zanistî li ser zaraveyên zimanê kurdî, vekin.

Zimanê kurdî di hemû karûbarên bazirganî, reklam û geştyariyê de zimanê sereke be û hewl bê dayîn tabloyên ser cadeyan bi her du elfebêyan bêne nivîsandin.

Li gorî destûrê Iraqê, zimanê kurdî digel zimanê erebî li Iraqa federal, zimanê fermî ye, lewra divê di nava welat û têkiliyên derve de bê bikaranîn.
Daxwazê dikin ku Tirkiya, Sûriya û Îranê di destûrên xwe de venasînê bi zimanê kurdî bikin û zimanê kurdî jî têkeve nava sîstemê perwerdeya wan welatan de.

Kar bê kirin daku zimanê kurdî wek zimanên din di warê teknelojiya û enternêtê de bê bikaranîn.

Ragihandina kurdî programên taybet bi zimanê kurdî bi her du elfebêyan amade û pêşkêş bikin bi mercê ku rêzimana wan yek be.

Konferans komîteyekê ava bike ji bo şopandin û bicihanîna raspardeyan, em pêşniyazê dikin ku ji van birêzan pêk were: Yûsif Şerîf Saîd, Bekir Omer Elî, Rojan Hatim, Ebdilwehab Xalid Mûsa û nûnerê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Newzad Ebdilezîz.

Konferasna Zanistî ya Zimanê Kurdî bibe nerîteke salana û bi çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê bê sazkirin.
Konferasna Zanistî ya Zimanê Kurdî xwazyare ku konferansa yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê pêk were.

Rê li pêşiya wergirtina xwendekrarên parçeyên din ên Kurdistanê bê vekirin daku di xwendina bilind di pisporiya ziman û wêjeya kurdî di zanîngehên Kurdistanê de bixwînin.
______________________________________

Aknews - Kurdîgeh