Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] berxwedana majmajîtangê û ya Kurdîgehê
2011-09-24 11:58
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Nemrûdî hewl dida Îbrahîm Pêxemberî bişewitîne, agirekê himberî çiyayekê bilind dada.

Dema ko heywaneka biçûk ya bi navê "majmajîtangê" dît ko ew agirê geş ji bo şewitandina pêxemberekê Xwedê hatiye dadan. Çû ji avê tejî devê xwe yê biçûk av kir û anî avêt ser wî agirî û bi dehan caran bi lez û bezê hewl da wî agirî bitemirîne.

Hinek heywanan ji majmajîtangê re gotin " ma tu dîn î qey tu dikarî bi vê ava di devê xwe de agirî bitemirînî ko ev lez û beza te ye...

Majmajîtang dibêje:

- Erê ez dizanim ez nikarim agirî bitemirînim lê ez aliyê xwe diyar dikim û nîşanî her kesê dikim ka ez li kîjan aliyî me...

www.kurdigeh.com bi 19 nivîskarên xwe yên ciwan û kurd ve dizane ko nikare agirê asîmîlasyona dewletan bitemirîne lê ya ji taqeta wê tê ji Kurd, Kurdî û Kurdistanê re li ber xwe dide...

Kurdîgeh dê agahî û nûçeyên di derheqê çand û zimanê kurdî de jî bi awayê jêdereşkerekirî belav bike

heke tu kurd bî hewl bide bi kurdîyê biaxive...

heke tu bikarî hewl bide xelkên li dora te jî bi kurdîyê biaxivin....

ji kurdînezanan re bibêje ko kurdîgeh dersên zimanê kurdî bi zimanê tirkî dide û dê paşê bi zimanê ingilîzî, farisî û erebî jî bide...

heke tu bikarî bi kurdiyê binivîsînî û tu kurdekê ciwan bî nivîsên xwe ji info@kurdîgeh.comê re bişîne û bila ew nivîsên te belav bike.

Qasî majmajîtangê eşkere bike ka tu li kîjan aliyê berxedanê yî...

_____________________________________

Miradê Gundikî