Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[lêkolîn] Lehîstokên(leyistok,lîstik, yarîk) zarokan yên kurdan
2011-01-01 11:09
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Ev nivîsara henê beşek ji lêkolîna li ser lehîstok an jî yarîkên zarokan yên kurdan e û beşên dî jî dê di kurdîgehê de belav bibin. Lê hemîya lêkolînê dê wek pirtûkekê amade bikim.

Min xwest bi taybetî ez çavdêriyên xwe û beşên minaqeşebar binivîsînim ko paşê bikarim guhdariya pêşniyarên hewe xwendevanên delal jî bikim.

Divêt ho baş eşkere bikim ko ev lêkolîna henê qinaetên min yên li ser lehîstokên min di zarokatiya xwe de lehîstîn, lêkolînên min ji pirtûkan kirîn û hevpeyvînên min bi zarok û mezinan re kirîn, pêk tên û hemî hevpeyvîn yên sala 2008,2009 û 2010ê ne.

Lêkolîna min li ser pirtûkan kirîn: min kêm pirtûkên bi zimanê kurdî û lehîstokên zarokan nivîsandîn dîtin. Min lêkolîneka berfireh li ser pirtûkên tirkan û ingilîzan kir ko min awayê lêkolîna wan dît û min li lehîstokên me yên şirîk nêrîn.

Bi 128 hevpeyvînên min bi mezinan re kirî (gelek jî ji wan nivîskar in û ji herêmên cida ne) pirtirîn, min zûgotinên pêşiya lehîstokê tê gotin, navên -her yek lehîstokê- yên li herêman bi awayê cida hatîn bi nav kirin, li gor erdnîgariyê cidayetîyên di awayê lehîstinê de û tehsîra medreseyên dînî yên li ser leyistokan ... hwd, min lêkoland. Lê her dîsa ji ber ko ez bi xwe li hemî herêman negeriyame û li hemî herêman min bi xwe wêneyên lehîstokvanên li ber lehîstinê de negirtine, ev lêkolîna min kêm e û li gor derfetan ez dê hewl bidim temam bikim.

Bi 58 hevpeyvînên min bi zarokan re kirîn(pirtirînên zarokan botî ne) min hewl da ez tehsîra dibistanê yên li ser zarokan bibînim. (Zarokan tiştên ko min qet texmîn nedikirin, digotin...)

Wekî ko zimanzan û nivîskar Mustafa Aydogan, ji bo zimanî dibêje:

- Ziman peymaneka civakî ye gotineka di zimanê mirovî de tê bi kar anîn digel ko bingeha wê ne ya zimanê mirovî jî be, dema ko ew gotin tê gotin her kesên ko wî zimanî bi kar diînin yek tiştê jê fêm bikin ew bi wî zimanî ye, bi zimanê mirovî ye. Ji bo nimûne: ”Ziraat” bingeha wê erebî ye, banka bingeha wê ”bank-a” ingilîzî ye. Lê dema ko tirkek dibêje ”Ziraat Bankasi” her tirk yek tiştê jê fêm dike. Nexwe ew gotin bi tirkî ne”

Her dîsa em dikarin bi wê nêrînê li lehîstokan jî binêrin. Ji bo mestere: ”kaxezî, kaxezanê an jî gokanê(football)” ne leyistokên kurdan in. Lê navên lehîstinên kaxezan yên bi kurdîyê hene, navê kaxezan yên bi kurdiyê hene û em nikarin heyina ”football-ê” ya di civaka xwe de jî înkar bikin. Yanî digel ko bingeha wan lehîstokan ne ji civaka me ye jî bi awayeka/awayên nedîyar ketiye/ketine di civaka me de

Ji ber wê yekê ji bilî herêm, erdnigarî, medrese... û hwd, em dikarin bibêjin ko bi giştî du curreyên lehîstokan hene; hinek jî di civaka me de çêbûne û hinek jî jî ketine di civaka me de û em nikarin yekê jî nehesibînin.

Tiştek xerîb e ko zarokên Gundikê yên ko min bi wan re hevpeyvîn kirine, lehîstokan bi du curreyan bi nav dikin. Dibêjin lehîstokên mektebê(yên dibistanê) û yên malê. Dema ko navê lehîstokên ji dibistanê girtîn dibêjin nebihemdê xwe bi tewangên ”î” û ”anê-yê” ditewînin. Ji bo nimûne: ”îp” di zimanê tirkî de di wateya werîs, benik, şelît, hebnok, kapinok û ta-yî de tê bi kar anîn[ Tirk ji bo şelîtê dibêjin ”halat” jî]. Û hinek lehîstokên bi werîsî hene û zarok dema ko ez bi wan re dilehîzim dibêjin ”ka Mirad em ”îpî”,”îpanê” bilehîzin.””

Ji ber ko ew lehîstok ji dibistanê hatine girtin(hîn kirin), zarok navên wan bi tirkîyê dizanin lê da ko bi kurdîyê biaxivin bi tewangên kurdiyê ditewînin.

Ka em dê hinekê berê xwe bidin leyistokên me.

Leyistokên me, taybetî bi şiklê leyistinê an jî bi wê tişta ko bi wê tête lehîstin, têne bi nav kirin.

Heke navê wê tişta ko bi wê dileyîzin an jî awayê leyîstinê bi tîpa dengdar xelas bibe, hingê tewanga ""î"" yê an jî tewanga ""anê"" yê têt ber wî navî û dibe navê lehîstokê. Heke nav bi tîpa dengdêr biqede, tîpa ""y"" yê têt nêvbera paşkîtê û navî de.

Ji bo nimûne:

-gilç+î => gilçî, gilç+anê => gilçanê

-guhik+î => guhikî, guhik+anê => guhikanê

-çavikêbelobelo+y+î => çavikêbelobeloyî, çavikêbelobelo+y+anê => çavikêbelobeloyanê

Di leyistoka gilçî an jî guhikî de tişta ko pê tête leyîstin ""gilç"" e an jî ""guhik"" e. Lê belê di leyistoka çavikêbelobeloyî/veşartokanê de bi şiklê leyistinê ve girêda ye, leyistin bi çavbelkirinê re destpê dike û di leyistokê de, leyistokvan xwe diveşêre.

Teklîfa lehîstinê jî bi sê awayan tê kirin;

* Ji bo ew lehîstokên, bi wê tişta ko pê tê lehîstin têne bi nav kirin:

1) (ka,bê) em bi ...ê/î bilehîzin. Ji bo nimûne ka em bi kaxezê bilehîzin. Ka em bi gilçî bilehîzin.

2) (ka, bê) em ...anê, ...î.Ji bo nimûne: Ka em gilçî bilehîzin, ka em gilçanê bilehîzin.

* Ji bo ew lehîstokên ko bi awayê lehîstinê têne bi nav kirin.

1) (ka,bê) em ...anê, ...î. ka em veşartokanê bilehîzin. Ka em veşartokî bilehîzin

** Çênabe mirovek ji bo teklîfkirina lehîstina lehîstokeka ko bi awayê lehîstinê tê bi nav kirin bibêje “ ka em bi ...î/ê bilehîzin. Ji bo nimûne çênabe mirovek bibêje ka em bi veşartokanê bilehîzin.
( Gotina “çênabe” dibe ko gelek hişk be lê di zimanî de "mirovek" kaîdeyekê nikare dane û ya heyî dikare keşif bike û bike sîstematîk(rêk û pêk bike) vêca “çênabe-yê” jî ne ez dibêjim û ya ji xwe heyî bi lêv dikim û dinivîsînim....mirad)

Navê navenda wê dera ko lê tête leyîstin an jî ew dera leyîstin li ber têt kirin jê re dibêjin ""kondel"".

Di leyîstokê de ew kesên ko dimînin li ber kondelê wek ""tu li ber de mayî"" jê re tê gotin û ew kes wek ""bikondel/berkondel"" tê bi nav kirin.

Vêca çar awayên hilbijartina berkondelî/berkondelê ev in(hinek dî jî hene):

A)Bizdim-badim
B)Gul hejmartin
C)Şil û ziwa
D)Hêjmartina heta bîstê

A)Bizdim-badim: Du leyistokvan diçin pêşberî hev û wekî li ser xîzikekê bisekinin disekinin. Yek ji wan pêyekê xwe didanê pêşiya pêyê dî û dibêje ""bizdim"".

Yê dî jî bi wî awayî çêdike û dibêje ""badim"". Heta ko pêyê herduyan bigihe ser hev, pêyê kîjanî bimîne di bin de ew dimîne li ber de.

B)Gul hejmartin: Zûgotinek jiberkirî têt gotin. Ji her leyistokvanî re bêjeyek têt gotin. Bi vî awayî zû gotin dewr dike. Bêjeya zûgotinê ye paşiyê bigihe kîjanî ew dimîne li ber de.
Ji bo nimûne zû gotinek:
êkê mêkê/Kirika çûkê/Şah bilbilê/Textê çilê/Çil çîzanê/Ava rengê hezareyê/Gurgureyê/Bîst li te yê.

C)Şil û ziwa: Aliyekê kevirekê tefşik tête şil kirin û tête hilavêtin. Ji lehîstokvanan yek aliyê şil, yê dî yê ziwa dibijêre. Wekî daxwaziya kîjanî/ê çêbibe yê dî dimîne li ber de.

D)Hejmartina heta bîstê: Ji her lehîstokvanî re reqemek têt gotin û bi wî awayî heta bîstê tête hejmartin. Bîst li kîjanî bikevit ew dimîne li ber de.

...

>> Miradê Gundikî, Gundik

...