Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] çend têbînîyên li ser '' di zaravayê kurmacîyê de navên mehan''
2011-09-24 15:50
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Gelek mijar û babetên girêdayî zimanê me hene ko hewcedarên lihevhatin û danûstandinên zêdetir in. Nikarim bibêjim navên mehan ji hemiyan giringtir e, lê dîsa jî di cihê xwe da dikare bibe yek ji mijarên herî giring.

Berî her nîqaşeka liser salname û rojjimêra kurdî du rastî dibê bihên dîtin.

Yek, kurdan ji zû ve du salname hebûne: salnameya aramî/felatî/yewnanî/mesopotamiyayî û salnameya îranî/zerdeştî/aryayî. Têgehiştin ji cidatiyên di navbera van herdu salnameyan da jibo her bizaveka pîvankîkirina navên mehan di kurdiyê da tiştekê pêdivî ye. Pirr kesan ji kurdên Başûr û bakur û Rojavayê Kurdistanê navên mehên kurdî yên ko li Rojhilatê Kurdistanê dihên bikaranîn (ko hemi li goreyê salnameya Îranî/Zeradeştî ne) bi şaşî wekî navên mehên aramî/felatî/yewnanî bikaranîne. Çawa?

Dema Kurdekê ji Mihabadê dibêje “xakelêwe”, bi dîtina wî xakelêwe mehek ji mehên salê ye ko 1) roja wê ya yekem roja yekem a salê ye, 2) roja wê ya yekem roja Newrozê ye, 3) roja wê ya yekem li goreyê sala kebîse an sala edetî mumkin e bikeve roja 21ê Mars anko Adarê, mumkin e jî nekeve roja 21ê Adarê.

Lê gelek caran kurdên parçeyên dî Xakelêweyê li şûna Adarê bikar diînin, ko şaşiyeka gelek mezin e. Ji ber ko, 1) Adar mehek ji mehên salnameya Aramî/Felatî ye, 2) Adar meha 3yê ji wê salnameyê ye, 3) roja Newrozê ko jibo kurdan giring e roja 21ê ji mehê dihêt hesibandin ne roja yekê.
Lewma, ew koma navên mehan ko xwîşk û birayên Xakelêweyê ne (mîna Rêbendan û Pûşper û hwd) bi tivavî nakevin beranberî mehên mîna Adarê û xwîşk û birayên wê (mîna Tebax û kanûnê).

Rastiya duyê ew e ko gelek ji navên kurdî yên ko li Rojhilatê Kurdistanê dihên bikaranîn û li goreyê salnameya Îranî/kurdî ne, navên nû-çêkirî ne û li nîviya sedsala bihurî û ji ber gxurtbûna hasten kurdîniyê hatine çêkirin û berê di zimanê xelkê wan deveran da nebûne, an eger hindek ji wan hebûne jî hemi nebûne û li hemi deveran jî mîna hev nebûne. Bi gotineka dî, li her deverekê mumkin e navekê cida jib o her mehekê hatibe bikaranîn. Xebatkarên kurdîniyê jî her yekê li goreyê zewq û zanîna xwe navek hilbijartiye û di navbera wan da jî çi lihevhatin nebûne.

Navên ko kurdên Behdînan û pirraniya kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bikardiînin, bi awayekê dîrokî ji zû ve hatine xebitandin û wekî mîratekê kevn yê mesopotamiyayê jibo me mane. Hindek ji wan navan dibe ko bi koka xwe kurdî bin an nebin. Lê ko kurdan ji zû ve ew bikaranîne ne cihê çi gumanan e. Hewcedariya me bi wê nine ko em navekî ji mehekê ra peyda bikîn ko zêdetirî 1500 salan e bavûkalên me navekê dî lê kiriye.
Wekî encama vê nîqaşê ez dibêjim: bi giştî ew navên ko di Kovara Hawarê da hatine bikaranîn navên kevnar û resen yên mehên kurdî li goreyê salnameya Aramî/felatî ne. Ew nav ne navên wesa ne ko xebatkarên

Hawarê çêkirbin. Dapîr û dayikên min yên nexwenda jî ko ne li wê herêmê ne ko Hawar nûneratiya wê dike, her ew nav bikaranîne. Navên dî bi dîtina min an gelek herêmî û berteng in an hema çêkirî ne. bila em xwe ji wê girê û kompleksa nehêlana peyvên nekurdî di zimanê kurdî da xelas bikîn.
Xebitandina navên salnameya Îranî/kurdî jibo mehên salnameya aramî/mesopotamiyayî xeletî û şaşiyeka sîstematîk e. Kurdan xwe jibo xebitandina wê salnameyê jî yekdil nekiriye. Bi muhaneya globalîzasyonê jî be, kurd niha ji salnameya aramî/felatî zêdetir ji ya îranî/kurdî hez dikin. Di helbest û stranên me da Newroz sersal e, lê roja Newrozê ne sere sala me ye, 21ê meha 3yê ye!
_______________________________________

Lezgînê Çalî

Şêwra ziman û perwerdeya kurdî ( mijar: di zaravayê kurmancî de navên mehan)