Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kitêb] kitêba Şêrko Bêkesî li bakurê Kurdistanê bi zimanê tirkî çap bû
2011-09-24 21:49
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Wiha dibêje helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes;

"Min guhê xwe da ber axê, hezkirina baranê vedigot… Min guhê xwe da ber dilê avê, ji kanîyan re hezkirina xwe vedigot. Min guhê xwe da ber dilê darê, hezkirina pelan vedigot. Û piştre min guhê xwe da ber dilê hezkirinê, ji min re azadî vedigot. Pirtûka Bêkes a bi navê "Ji Başûr Barana Helbestan" hat çapkirin û di refande li benda xwendewanan e.



Şêrko Bêkes di sala 1940-an de li bajarê Silêmaniyê hat dinê. Şêrko Bêkes kurê Faik Bêkes ê helbestvanê bi nav û deng e. Bêkes ev 50 sal in bi helbest û pêyvan re jiyan dike û helbestvaneke li gor rastiya civakê tevdigere. Bêkes, di temenekî piçûk de bi hezkirina gel re ket nav nasînekê û hê 25 salî bû dixwaze bibe pêşmerge. Bêkes, li ser vê biryara xwe di sala 1965-an de tevlî pêşmergeyan bû û li radyoya Şoreşê dest bi xebatê kir. Bêkes, di sala 1980-an de jî li ser şoreş û berxwedanê helbestan dinivîse û niha jî pêyvên xwe yên ku ji nav xwezayê dibijêre li ser gerdûn û evîna xwezayê dinivise. Bêkes, lewma wek "berdevkê xwezayê" tê binavkirin. Pirtûka Bêkes, ji alîyê Azad Dilwar, Sîrwan Rehîm û Bekir Şiwanî ve hate vergerandin. Pîrtûka "Ji Başûr Barana Helbestan" ji weşanxaneya Belge derket û Bêkes xwe gihand hezkiriyên xwe.



"Ew ney a ku li ser lêva baranê em dibînin

Xofa minê ku dorpêçkiriya hezkirinê ye

Ji êşan bûye weke şerpeze

"Ji ber ku nizanibûm li ney bixim"

Ba lêdixe

Êvara xûya dike

Û di dema berê êvarê de ev çûka pembe

Tenê diçe û tê

Û bi baskên xwe dinivîse

Ew çûkeke dinê nîne

"Ji ber ku ew çûk tenê dixwîne û tıişteke nanivîse"

Ew ezim, ez bixweme

An jî "nivisa duz" dikim weke zerika tava ku berê êvarê dertê

An jî helbestê dikim weke stêrkek

Ku dema şev hat

Ji serê wê re ronî bikin!



Bi vê helbestê Bêkes, xwe dike berdevkê xwezayê û hestên xwezayê ya weşartî derdixe holê. Bêkes, di wêjeya kurdî de wek situneke tê binavkirin û bi hêstên xwe yên bê hempa diherikîne nav dilê helbestên xwe. Bêkes, di dema Saddam Huseyîn de ji aliyê hikûmeta İraqê ve ji bo Saddam Hüseyîn destaneke binivîse zor lê tê kirin lê Bêkes vê yekê qebûl nake û berê xwe dide çiyayê azad. Yekemîn helbesta Bêkes di sala 1957-an de di rojnama "Jîn" de hate weşandin û dîvana wî yê yekem jî li Bexda bi navê "Tîrîfey Helbest" hat weşandin. Dîwana Bêkes, "Min Tinwyetim be gir deşke" di sala 1973-an de, dîvana "Kazî We" û "Posterên bi helbest" jî di salên 70-an de hatin weşandin. Bêkes, di sala 1983-an de pirtûka xwe ya "Rûbar" nivisî û di sala 1990-an de ji alîyê rexnekarên wêjeyên ve jî wek "şoreşgera ziman" hate nîşandan.

Bêkes, piştre "Xaç û mar û roj-jimêrî şa"êrê", "Banname", "Rengdan", "Goristanî Çîrokan", "Milwanke" nivisî. Bêkes, dibêje "Dinivîsim" û wiha berdewam dike: "Ji bo ez aciziya ziman û aciziya xwe sivik bikim. Lê jibo ez kedekê têxim nava heskirina helbestê û gelê xwe. …" Bêkes di sala 1987-an de li Swêdê di merasima TOCHOLSKI de ji aliyê PEN-ê ve layiqî xelatê hate dîtin. Pişt re layiqî xelata Piremerd hat dîtin.



Bêkes di helbesta xwe de wiha dibêje:



"Ger ku ji helbesta min

Gulê derxin

Dê demsalek sala min bimire.

Ger ku ji helbesta min heskirinê derxin

Dê du demsalên sala min bimire.

Ger ku nanê min derxin

Dê 3 damsalên min bimirin.

Ger azadiya min derxin,

Dê hemû sala min bimire û dê ez jî dê bimirim.



Bêkes niha Serokê Komeleya Çandê ya Serdem e.

___________________________________

Rojnameya Rûdawê