Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[festîwal] festîwala şanoyê ya Hewlêrê bi dawî bû
2011-09-25 06:22
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya yekê li bajarê Hewlêrê ku 7 rojan domand, îro bi dawî hat.

Îro, di roja dawî ya festîvalê de, rê û resma dayîna xelatên festîvalê li Hola Pêşewa li Hewlêrê bi rê ve çû.

Xelatên festîvalê bi vî awayî bûn:

- Baştirîn bikaranîna teknîka şanoyê di nimayişê de bo şanogeriya “Behara Avê” ya Swêsrayê çû.

- Baştirîn berhema şanoyê bi hevparî boşanogeriya “Dayika Aza” ya Almanyayê û şanogeriya “Dîmokrasiyet, Nexweşiyeke Rojhilatî ye” ya Iraqê, hate dayîn.

- Baştirîn şanokara keç bi hevparî bo Saye Hisên di şanogeriya “Çîroka Berdewam” ya ji berhemên Herêma Kurdistanê û derhênana Ehmed Salar, her wiha Sollweg Iarnardotaz di şanogeriya “Dayika Aza”hate pêşkêşkirin.

- Baştirîn şanokarê kur bo her yek ji Marjane Borowski û Engo Berman hate pêşkêşkirin.

Serokê komîteya amadekar a Festîvala Navdewletî ya Şanoyê Hîwa Sûad ji AKnewsê re ragihand ku di heyama 7 rojên festîvalê de, 11 şanogerî û gelek workşop û gotûbêjên derbarê şanoyê hatine pêşkêşkirin.
_______________________________________

Aknews - HM