Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[peyvistan] di kurmanciyê de navên mehan
2011-09-26 09:28
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Di Kurmancî De Navên Mehan

Receb Dildar

Di zimanê Kurmancî de li ser navên demsalan tu pirsgirêk tune ye: Bihar, havîn, payiz û zivistan. Lê di navên mehan de tevliheviyek mezin çêbûye. Di salên piştî 90-î de hinek sazî û weşanên kurdî ji bo mehan navên nû peyda kirin û di vî warî de tevliheviyeke mezin çêbû. Di her kovar, rojname, radyo û telewîzyonê de naveke cûda hat bi kar anîn. Ji ber vê yekê jî di mijara navên mehan de niha rewşa zimanê Kurmancî gelek xerab e. Hewcedariyeke girîng pê heye ku di vê mijarê de lihevhatineke çêbibe û navên mehan ji nû ve sererast bibin.

Ez dixwazim ji demsala Biharê de dest pê bikim û meh bi meh pê de biçim. Ka pêşiyên me van mehan çawa bi nav kirine? Rastiya navên mehan çi ye. Ez ê ji gotinên pêşiyan, ji qewlên êzdiyatiyê ji folklorê û lîteratura klasîk hinek mînakan bidim ku Qewlên Êzdiyatiyê bi sedê salan berê hatine gotin û ji bo me mînakên gelek girîng in.

Kurd meha bi du awayî bi nav dikin. Ya rasterast navê mehê dibêjin ya jî bi demsalê ve girêdidin. Mînak: Tebax an havîna dawîn, îlon an payiza pêşîn, nîsan an bihara navîn.

Biharê pez, payizê rez, zivistanê ez û ez

Mehên biharê adar, nîsan û gulan in.

Di nav xelkê de ev hersê nav pirr zelal û eşkere ne. Îcar meriv nizane çima navê «nîsan»ê guhertine û kirine «avrêl», niyet û armanca wan ne diyar e. Dibe ku, ji ber ku tirk jî navê «nîsan»ê bi kar tînin, gotibin bila navê meha me ji ya wan cûdatir be. Eger ji hev girtinek hebe, me ji tirkan negirtiye, eger girtibin wan navê «nîsan»ê ji me girtiye. Di metelokeke kurmancî de navê her sê mehên biharê li dû hev bi vî awayî hatine rêzkirin:

« Sibata tirro virro
Adara bîst û du ro
Nîsan a me ye
Gulan textirme ye»

Îcar tirk kîjan peyva me bigrin û em dev jê berdin malik li me wêran bûye. Ji ber ku tirk «hafta»yê bi kar tînin, ma em ê dev ji «hefte»ya xwe berdin. Em ê dev ji «çarşem» û «pêncşem»ên xwe berdin.

Adar e, dew li dar e

Di demsala biharê de meha pêşîn adar e.

Li ser navê adarê hema bêje gengeşî tune ye. Ji xwe di gotinên pêşiyan de navê meha adarê gelek derbas dibe: «Adar e, dew li dar e.» «Adarê, agir xweştir e ji sawarê.» «Berfa adarê, gîha gulyê darê, nema heta êvarê.»

Di qewlên Êzdiyatiyê de jî navê meha adarê wisa derbas dibe:

«Adar dibê ez adar im
Kilîla çendî bihar im
Razgela zebûniyê bijar im.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-….) de navê vê mehê dîsa wek «adar» hatiye bi kar anîn.

Nîsan bûka salê ye

Nîsan meha navîn ya biharê ye.

Di gotinên pêşiyan de gelek mînakên meha nîsanê hene: « Nîsan bûka salê ye.» «Nîsan e, çilka wê bi kîsan e.» «Nîsan, erd xemilî dîsan.» «Taviyê nîsanê, wek zêrê Xûristanê.»

Di qewlên Êzdiyatiyê de meha nîsanê di çarîneke gelek balkêş de hatiye bi kar anîn:

«Çarşema serê nîsanê
Şixadî, Şêxalê Şemsa xweste dîwanê
Da qayim bikin dîn û îmanê
Ev e îda Kurdistanê.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «nîsan» hatiye bi kar anîn. Di van salên dawîn de hinek kovar û rojname navê meha Nîsanê wek «avrêl» bi kar tînin. Gava peyvek ji sedî sed Kurmancî hebe û reh û şaxên xwe di nav xelkê de berda be, ma merivê çima bi dû «avril»a frensî bikeve? Bi ya min ev helwest ne durust e. Divê meriv rojek berê dev jê berde.

Gulan e, şingîna dasan e

Meha Biharê ya paşîn gulan e.

Di gotinên pêşiyan de navê meha gulanê wisa derbas dibe: «Gulan e, şingîna dasan e.» «Gulan e, ba û baran e.» «Gulan e, roj bû sal e, zik bû çal e.» «Gulan e, bext baran e.» «Gulan e, dew li cem hemûyan e.» «Gulan rewşa çiyan e.» «Gulan e, mozelan e.»

Di qewlên Êzdiyatiyê de meha gulanê wisa dipeyive:

«Gulan dibêje ez gulana bi gul im
Ez a bi şalûl û bilbil im
Ez melhema brînên kul im.»

Li ser navê meha gulanê gengeşî tune ye, herkes vî navî qebûl dike. Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «gulan» hatiye bi kar anîn.



Kevirê havînê, bavê kadînê

Hersê mehên havînê ev in: Hezîran, tîrmeh (temûz) û tebax.

Navên ku gel bi kar tîne û di lîteratura kurmancî de hatine bikaranîn ev in. Ji bo havîna navîn di folklora kurdî de, him navê tîrmeh him jî navê temûz gelek hatiye bi kar anîn. Divê em ji herdu navan yekê derxin pêş.Piştî salên 90-î di çapemeniya kurdî de ji bo hezîranê «pûşber» û ji bo tebaxê jî navê «gelawêj» hatine bi kar anîn. Lê di nav gel de ev navên nû nehatine pejirandin.

Hezîran e, hizna teyran e

Meha pêşîn a havînê hezîran e.

Bav û kalên me ji bo vê mehê gotine: «Hezîran e, hizna teyran e.» «Hezîran hezirî, tu tişt nema bi rengê xwe, ji xêynî keça kezî û mêwa tirî.»

Di qewlên êzdiyatiyê de meha hezîranê wisa ba gulanê dike:

«Hezîranê deng dihilîle
Ji mehan navê min havîn e
Ez dibiriqim ser çendî bendê mîskîn e.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-….) de navê vê mehê dîsa wek «hezîran» hatiye bi kar anîn. Di van salên dawî de, hinek weşanên kurdî, ji bo meha hezîranê navê «pûşber» bi kar anîn, lê di nav gel de cî negirt.

Tîrmeh (temûz)

Meha navîn a havînê tîrmeh (temûz) e.

Di gotinek pêşiya de navê herdu mehên dawî yên havînê wisa derbas dibin: «Temûz dipêje, tebax dirêje.»

Di qewlên êzdiyatiyê de meha tîrmehê wisa ba tebaxê dike:

«Tîrmehê dibê tebaxê,
Te gotineke xweş digote
Û te qanasê buha difrote
Te gelek pezê meskîn
Li deştê ji german disote.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-….) de navê vê mehê wek «tîrmeh» hatiye bi kar anîn. Li ser navê meha tîrmehê gengeşî tune ne.


Tebax e, tirî raxe

Meha dawîn a havînê tebax e.

Ji bo meha tebaxê çend gotinên pêşiyan hene: «Tebax e, tirî raxe.» «Tebaxê, agir ket axê.» «Heyva tebaxê, tirî ket miştaxê.»

Di qewlên êzdiyatiyê de wisa behsa meha tebaxê tê kirin:

«Tebax wa deng hiltîne
Ez mehek im nav havîn e
Çiqas fêkî bikelînim
Hemû di payizê re gehînim.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «tebax» hatiye bi kar anîn. Di hinek weşanên çapemeniya kurdî de, ji bo meha tebaxê navê «gelawêj» hat bi kar anîn lê ev peyv rûnenişt.

Payiz e, dew ezîz e

Hersê mehên payizê ev in: Îlon, çirriya pêşîn û çirriya paşîn.

Di van salên dawîn de, bi navên mehên demsala payizê gelek hatiye lîstin. Dibe ku ji ber dirêjbûna navên mehan be, dibe ku ji ber şibandina navan be, ji bo mehên payizê navên nû hatine çêkirin. Van navên nû; dibe ku ji ber tirkî hatibin girtin, dibe ku ji ber sarbûna mehan nav lê hatibin kirin an jî dibe ku ev nav ji soranî hatibin girtin. Lê bi tu awayî gelê kurd van navan nepejirandiye.

Îlon

Meha payizê ya pêşîn Îlon e.

Di helbesta Feqiyê Teyran a bi navê «Dilo rabe» de, navê meha Îlonê bi vî awayî derbas dibe.

«Dilo bûrîn ji nîsanê
Hewayê wan mehan kanê?
Bûye Eylûl li zozanê
Ne kanûn ma ne cûbare»

Navê meha Îlonê di qewlên êzdiyatiyê de jî bi awayek eşkere derbas dibe:

«Êlûn dibê ez çendiya mehan im
Ez a bi meclîs û reşrihan im
Ez a dayîm ji Şems û Fexrê mîra re eyan im.»

Di kovarên wek Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-….) de navê vê mehê dîsa wek «îlon» hatiye bi kar anîn. Di van salên dawî de, di hinek weşanan de navê meha îlonê wek «rezber» hatiye bi nav kirin, dibe ku ji ber wextê rezan ev nav hatibe lêkirin. Lê divê meriv zanibe ku navê hezar salan, di nav çend salan de nayên guhertin û di nav heyatê de ciyê xwe nagre.

Çirriya pêşîn

Navê meha payizê ya navîn çirriya pêşîn e.

Navê meha çirriya pêşîn an çirriya paşîn di gotinên pêşiyan de wisa derbas dibe: «Çirrî çirristan, payiz çûye maye zivistan.» Ji ber ku herdu meh, mehên payizê yên dawîn in, gotina pêşiya navê van herdu mehan tesdîq dike.

Di qewlên êzdiyatiyê de navê meha çirriya pêşîn pirr zelal derbas dibe.

«Çirrî dibê em du meh in, nav bi çirrî
Padşayî em xelat dikirî
Li ser me hene naz û namet û tirî.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «çirriya pêşîn» hatiye bi kar anîn. Di van salên dawîn de ji bo vê mehê du nav hatine dîtin. Hinekan navê «cotmeh,» hinekan jî navê «kewçêr» bi kar aniye. Navê «cotmeh»ê dibe ku ji «ekîm»a tirkî hatibe girtin. Navê «kewçêr»ê jî di helbestekî Elî Herîrî de derbas dibe, dibe ku ji wir hatibe girtin. Herdu nav jî li ser kaxizan mane.

Çirriya Paşîn

Navê meha payizê ya paşîn çirriya paşîn e.

Melayê Batê di helbesta xwe de wisa behsa çirriya paşîn dike.

«Ji çirriya paşî û pêda
Melayê Batê kanî
Sefer kêşa bi Muksê da
Li ser qewlê zivistanê»

Eger em dîsa li qewlên Êzdiyatiyê binêrin, di heqê mehên çirrî de wisa dibêje.

«Çirrî du mehên kamil temam
Li ser me xweş bûne çiqas tam
Payîz mîr e, her donzdeh meh jê re dibine xulam.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «çirriya paşîn» hatiye bi kar anîn. Ji bo navê vê mehê jî du nav hatine çêkirin: «Mijdar» û «sermawez». Dibe ku ev nav çêkirî bin, dibe ku ji soranî hatibin girtin, lê di nav heyatê de cî negirtine.

Zivistan sar e, qerpal yar e

Hersê mehên zivistanê ev in: Kanûnkiz (kanûna pêşîn), kanûnkiş (kanûna paşîn) û sibat.

Di kurmancî de ji çil rojên herî germ ên havînê re dibêjin «çilê havînê» û ji bo çil rojên herî sar ên zivistanê re jî dibêjin «çilê zivistanê.» Dema çilê zivistanê dikeve nav herdu mehên kanûnê, ji ber vê jî tevliheviyek çêdibe. Îcar ji ber van çileyan hinekan navên mehan şaş danîne û gotine «çileya pêşîn» û «çileya paşîn.» Bêyî vê şaşiyê, hinek navên çêkirî jî li van mehan hatine zêdekirin.

Pêşiyên me li ser navên mehên zivistanê wisa gotine:

«Yanzdeh roj kanûnkiz
Çil roj çile
Yanzdeh roj kanûnkiş
Bîst û heşt roj sibat.»

Wek ku li jor jî xuya ye, rojên mehên kanûnan ên ku ketine nav çile nehatine hesibandin. Wek ku di destpêka çile de kanûnkiz diqede û di qedandina çile de kanûnkiş dest pê dike. Lê eşkere xuya ye ku çile di nav herdu mehan de taybetiyek din e, divê wek meh neyê hesibandin. Gava em rojên kanûnan ên ku ketine nav çile bihesibînin mehên zivistanê sererast dibin.

Kanûnkiz (kanûna pêşîn)

Meha zivistanê ya pêşîn kanûnkiz (kanûna pêşîn) e.

Gelo peyva «kanûn» çi ye? Berê di malan de tifik (kuçik) hebûn, tê de agir dadidan. Îcar li ber tifikê kortikek çêdikirin ku gava agir bive bizot, wî bizotî kaş bikin wê kortikê û xwe li ber germ bikin. Aha navê wê kortika ku însanan xwe li ber germ dikir «kanûn» e. Maneya kanunkiz jî ew e ku, serma zêde ye, însan hingî xwe dikutin ber kanûnê dikizirin. Ji xwe li hinek herêma ji kanûnkizê re «kanûnkut» jî dibêjin.

Di helbesta Feqiyê Teyran a bi navê «Dilo rabe» de navê meha kanûnê derbas dibe. Nimûneya wê di nav meha Îlonê de heye.

Di biwêjek kurmancî de navê kanûnê wisa derbas dibe: «Serê kanûnan, selata xiyaran!» Dîsa di gotinek pêşiyan de navê kanûnê wisa derbas dibe:

«Kanûn e ew kanûn e
Berf tê ji ezman e
Qira ebed û însan e.»

Di rojnameya Kurdistan (1898-1902)û kovara Jîn-ê (1918-19), de navê vê mehê dîsa wek «kanûna pêşîn» hatiye bi kar anîn. Di kovarên Hawar û Nûbiharê de wek «çileya pêşîn» hatiye bi kar anîn. Xêncî vî navî di salên dawîn de navê «berfenbar» jî li van navan hatiye zêdekirin.

Kanûnkiş (Kanûna paşîn)

Meha zivistanê ya navîn kanûnkiş (kanûna paşîn) e.

Ji ber ku dinya bi ber xweşbûnê ve diçe û însan xwe ji ber agir dikişînin ev nav lê hatiye kirin. Li ser vê rewşê di gotinên pêşiyan de wisa hatiye gotin: «Bîst û yekê kanûnan, roj berê xwe dide gul û beybûnan.»

Di qewlên êzdiyatiyê de kanûn wisa dibêje:

«Kanûn dibêje,
Em du mehên padşayî, em kirin xelat
Li me dikeve çilê arba ênat
Ji hedê meha dikeleme sibat.»

Di rojnameya Kurdistan (1898-1902) û kovara Jîn-ê (1918-19), de navê vê mehê dîsa wek «kanûna paşîn» hatiye bi kar anîn. Di kovarên Hawar û Nûbihar-ê de wek «çileya paşîn» hatiye bi kar anîn. Xêncî vî navî di salên dawîn de navê «rêbendan» jî li van navan zêde bûye.

Sibat jina bî ye, sibê dikene êvarê digrî

Meha zivistanê ya paşîn sibat e.

Li ser meha sibatê gelek gotinên pêşiyan hene: «Sibat jina bî ye, sibê dikene êvarê digrî.» «Sibatoka dînik e, ge digrî ge dikene.» «Sibatê, berf û ba tê.» «Sibatê kûçik xwe davêjin siya latê.» «Sibat e, malxoyê malê ne kar e ne xebat e, kevanî di nav malê de maye mat e.»

Di qewlê êzdiyatiyê de meha sibatê wisa pesnê xwe dide:

«Sibat dibê sibat im, sibat bi nav im
Meheke bi ser û çav im
Geh dibarim geh bitav im.»

Di kovarên wek Jîn (1918-19), Hawar (1932-43) û Nûbihar-ê (1992-…) de navê vê mehê dîsa wek «sibat» hatiye bi kar anîn. Di salên dawîn de, di çapemeniya kurdî de ji bo vê mehê navê «reşemî» hatiye bi kar anîn, lê ew jî wek navên din, di nav gel de bêbersîv maye.

Em dikarin gora salnameya nû navên mehan wisa rêz bikin.

1- Kanûnkiş
2- Sibat
3- Adar
4- Nîsan
5- Gulan
6- Hezîran
7- Tîrmeh
8- Tebax
9- Îlon
10- Çirriya pêşîn
11- Çirriya paşîn
12- Kanûnkiz

Not: Ev nivîs di kovara w hejmara 18-yê de (Rebendan-Reşemî-2008)hatiye belav kirin.