Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kompîter] Bernamegeh: komeka şarezayên kompîteran
2011-09-26 14:52
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Bernamegeh malpera komek şarezayên kompîteran e û ew dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê alav û amûrên teknolojîk.

Wan ji bo vê mebestê malpereka bi navê www.bernamegeh.net çêkirine û li wê derê bernameyên kompîter û telefonên destan werdigerînin zimanê kurdî…

Li gor pêzanînên ko edîtorê malperê dane:

‘’ Eve 3-4 salan in ev kom li ser wergerandina zimanê bernameyên kompîterê xebatên rojane dike.

Bernameyên kompîterê ên li bin banê Windows û Linux ê werdigerîne zimanê Kurdî.

Tevî bernameyên kompîteran jî niha dest bi xebata veguhertina naveroka zimanên têlefonan dike.

Bernameyên pêdivî ên kompîterê êdî ne hewceyî zimanên dî ne û ji zimanên din wergeriyaye kurdî.

Tevî Koma Bernamegehê gelek komên werger henin. Armanca van koman yek e, bi tenê pêşxistina ziman û çanda Kurdî.

Ji wergeran bêhtir bi kar anîna wan bernaman Koma me bextewar û şad dike.

Daxwaza koma me bi tenê bo pêşxistina zimanê Kurdî warê zanist, kompîturgerî, teknolojî, teknîkî û bijîşkî de bi kar anîna zimanê Kurdî.

Hewldanên me benda alîkariya Kurdan in.

Ji bo nasandina xebatê me em bi dilekê xwerû spasî hemû dezgehên kurdan dikin ku wê rojê de me bi tenê ne hiştin e.

Bername û xebatên we hebe hûn dikarin ji me re bişînin

______________________

Kurdîgeh - Miradê Gundikî