Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] evîneka pir pîroz î wek evîna welat î tu
2011-09-27 08:58
Vîyan ZARZAA
info@kurdigeh.com
çend binalim tu her dûr î gelek dûr î
lê di pakiya evinê da bêqusûr î

çend bikem hewar tu dengê min tênagehî
xozî navê te bînim û tû bigehiye ber dergehî

ji dile min ra ciwantirîn xelat î tu
jiyana min ra şekir qend û nebat î tu

tu biqîmet î wek almasa taca serî
çav reşik î, xwinşirîn î, rûesmer î ...

car bo carê zelaltir î li ber çava
ji bîr naçi bira te dikim dem û gava

bêhnek nû yî di nav etrêt jiyana min
denek nû yî dê gazi ke: viyana min!

ciwan û pak wekî heyvê, helat î tu
evîneka pir pîroz î wek evîna welat î tu
______________________________________

Vîyan Zarzaa