Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Serê salê, binê salê Xwedê zarokekî bide vê malê
2011-01-02 00:14
:: Eyup OKUMUŞ
info@kurdigeh.com
SERÊ SALÊ BİNÊ SALÊ XWEDÊ ZAROKEKÎ BİDE VÊ MALÊ

Em hê zarok bûn û me fahm nedikir ku em mezin dibin. Wextê fêkiyên ku di sindoqa bûkanîyê de veşartî derdiketin û bîhna, gûza, mewîj, bastêq û meşlura di nav menzelên xanî de difiriyan êdî ji bo me şahiya serê salê dest pê dikir. Ji aliyekî ve dengê Radyoya Yêrîvanê û bi awazê Şêroyê Biro ji aliyê din jî çîrokbêjin gundê me, me ji wê dema ku em tê de ne hildigirtin û li ser şalika bi efsûn di nav efsaneyên kurdî de digerandin .Geh em dibûn mêvanên zindana Mem geh em dibûn şahidê cenga Mîrze Mihemed û Rustemê Zalî geh wek aşvanê aşa me davêtin kaş a geh dîlekî destekî wî di kelemçê romê de riziyayî bûn em.

Êdî dohnê fanosa menzelê bi dawî dibû, hêdî hêdî agirî xwe berdida fitîlê Radyoya Yêrîvanê dihat girtin, çîrokbêjan jî rehmet li dê û bavê guhdaran dianî û xatir ji civatê dixwestin.
Bîhna fêkiyên ku çend meh in veşartîne di nav cil û bergên bûkanêyê de aramiyek dixist nav dilên me yên biçûk û tenê di nav vê aramiyê de me dikaribû bi hev re parve bikirina pêlîstokên xwe.

Û êdî jiyanê di bin stêrkên li esmanên gund de xwe radestî şevê dikir .Û şev êdî ya me sê zarokan bû, me dida pey gevneşopiyek kurdî ji bo em bivin xwedî genciniyekî!

Rêwan Xwenda

Edîtor: Rêwan Xwenda, yek ji xwendekarên zanîngehê yê beşa kîmyayê ye û li kurdîgehê dest bi nivîskariyê dike.

Li ser navê kurdîgehê ez ji Rêwanî re bi ser ketinê dixwazim.

Kurdîgeh hewl dide pêlekê li alaya kurdîyê bide, bi Rêwanî baya kurdîgehê dê xurttir bibe, tu li ser xêrê hatî