Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsara henekî] Azo û Esmer - 3 bizin û 2 gîsk û revandina jinê
2011-09-27 09:28
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com
Pîrê oxira te ya xêrê be …!

Evî tileyî Azo duhû şevê jin revandîye …!

Temenê Azad efendi 16 , malê babo , 3 bizin û 2 gîsk , karê Azo jî gavanetî ye …!

Êja babo ev yê çawa xwe xwedî ke ?! h
ê hûn nizanin delalê me 5 bira ji xwe meztir hene û her 5 ‘an jî jin neanîne …!
Birayê herî mezin 42 salî e , û 8 xwîşkê Azo jî hene ku ya herî piçûk 6 meh berî niha xwe digel zirmolekê da revandin …!
Hûn dizanin gencên me pir romantîk in û gelek zû dibin evîndar …!
Azad jî , elbet ez bêjim Azo ber ku gundê me de Azad re dibêjin Azo …!
Belê Azo hej Esmera cîrana xwe dike , her du jî pir evîndar in , Azo ê reben dema bera xwe dide 5 birayên ji xwe mestir difikire heta birayên mezin jinê bînin yê bibe 50 salî û Esmer jî yê xwe bide revandin …!
Esmer ji vê ditirse û ji Azo re dibêje vere min birevîne …!
Aha babo ne xetayê van e ..!

wele mmc rojê 10 caran sitrana rehmetî Kirapêtê Xaço belav dike ku dibêje “ were min bixweze …. !
eger tu min naxwezî vere min birevîne “ Azo û Esmer dizanin ku bi xwestî nabe , eger birayên Azo bizanin yê vî dar vekin belkî jî serjê kin …!
ê niha çi bikin ?!
mejbûrî Azo dêje Esmerê ezê te birevînim …!

Qerara van îşev di siet 11an di pêşt coxîna hecî Hizo ..!
Esmer hat lê Azo hê nehatîye ..!
wey xwedêo ev çi bû hat sere Esmerê ?
Azoyê reben ber tarîtîya şevê xwe erdê xistîye û keftîye halê çalo …!
Azo hat û girîya got :
Eso me ev peyîne belav kir niha em herin mala kî ?
kes me xwedî nake ?!

lê mixabin çi care nayên kirin û Azo esmer bire mala cîranê meta xwe yê gundê jorîn ! xwedî male derî ve kir û got : Azo te xêr e vê nîve şevê xwe ne dema lîstinê ye vele kurê min razaye here sibê vere di gel vî de bilîze ….! Azo got : Ez benî min jin revandîye . xwedîyê male piştî nîv siet kenî got : Azo henekê xwe min neke , vê şevê ser û çavê te bûne ‘herî , dêje min jin revandîye ..!

Velhasil Azoyê reben heta banga melê sibê di gel xwedîyê male mucadile kir heta jêre famand min jin revandiyê …! Piştî revandina Esmerê ka em bizanim mala Azo û Esmerê de çi derbas dibe ! babe Azo ser mirinê ye çunko rebenê male dinyayê 3 bizin û 2 gîsk hene û difikire ka yê çi bibe û yê çava daveta vî bike …! Dayîka Azo diçe ber neynikê û rola xesûrê xurt dilîze … !

5 birayê Azo jî dixwezin zû Azo peyda kin û pavêjne di nav bîra avê de …!
Mala babê Esmerê : malbat hemû kom bûne ka çi bikin , genc dibêjin ku emê herin Azo û Esmerê bikojin , babe Esmerê jî di gel kiçên xwe yên mezin bi şer hatîye û dibêje eger ve xwe nedaba revandin evê qijikê jî çav ve nedikir …!

Çend roj derbas bûn û her du malbat pêk hatin , ema malbata Esmerê di nemeyekê de lîstê tiştên ku gere mala babe Azo bikire nivîsandine …!
1 – kopîya taca meleke îlîzabêtê bo bûkê

2 – 9 kîlo zêrê 24 ji bo bûkê

3 – 64 fîstan ji bo jinê malbatê û 80 lib kirasa ji bo jinên cîrana

4 – 200,000$ nextê Esmerê ji bo babê bûkê

5 – televîzîyona pilasma 94.2” ( înç ) ji bo xalê bûkê ( elbet marka vê gere
Sony be )

6 – panzerekî model 2011 ji bo mamê bûkê

7 – destek didan ji bo dapîra bûkê çûnku didanê vê nemane …!

8 – 20,000 $ pare ji bo emelîyata meta bûkê ku nexoşe .

9 – Azo gere 20 sala nok û genimê xezûrê xwe bidrû .

10 – 80 lib şilaq bo Azo çûnku mala bûkê bê Abûr kirîye.

11 – îmzeya messî ji bo birayê bûkê yê piçûk berku ji messi û fûtbolê pir
hez dike .

12 – 3 berana û 2 çêlên qelev bo rêya axa …!

13 – kirîna benzîna ereba babe bûkê heta 5 sala …!

14 – 3 çift ji bo birayê bûkê bo zistanê here nêçîrvanîyê .

15 – 8 kirmên orjin bo jinmama bûkê .

16 – kerk ji bo şivanê babê bûkê .

17 – 10 kîlo xurmê bexdayê û 20 heb sabûnê helebê bo jina şivanê babê
bûkê .

18 – 3 delevanê dayîka zava ji bo şavitandina tendûrê gere bidin dayîka
bûkê .

19 - katîyûşayek 700 mil bo xalê bûkê çûnku vê sibê dilê vî maye .

20 – eger ev tişt 3 roja de neyên kirîn Azo û 10 mêrên malbatê yê bên
kuştin .

Babe Esmerê îmza kir lê babê Azo gava ev tişt bihîstin bê hiş kefte xarê a niha jî pê ambulance dibin nexweşxanê …
______________________________________


Eyhan Urmîye