Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[pêşangeh] Sedam li Parîsê ye !!
2011-09-28 15:14
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
–Li paytexta Fransayê Parisê, wênegirê navdar ê kurd Cemal Pêncwênî di yek ji mûzexaneyên navdar ên wî welatî de, beşdariya pêşangeheke mezin a cîhanî kir ku dê 3 mehan bidome.

Di pêşangehê de ku duhî li geleriyê mûzexaneya “Muse de Quay Branly” li Parisê hate vekirin, 40 wênegirên dinyayê beşdar in di nav de hunermendê kurd Cemal Pêncwênî ku duyemîn wêngirê cîhanî bû li Rojhilata Navîn.
Cemal Pêncwênî derbarê beşdarîkirina wî di pêşangehê de ji AKnewsê re ragihand ku ew bi pêşangeha “Sedam li vir e (Sadam is here)” di wê pêşangeha hevpar de beşdar e.

Pêncwênî amaje kir ku wî piştî azadkirina Iraqê kar di projeya “Sedam li vir e” de kiriye û behsa rûxisara Baes dike piştî sala 2003yan û hilweşandina rejîma Sedam Hisên.

Di beşa danasîna wênegirên di pêşangehê de beşdarin, berpirsê yekemîn ê geleriyê derbarê Cemal Pêncwênî wiha nivîsandiye, “Pêncwênî, wênegirekî navdar ê kurde, wêneyn wî di gelek pêşangehên cîhanî de hatine pêşandan û bi rêya wêneyên xwe re, karesatên welatiyên Iraqê pêşan dide.”

Wêneyên Cemal Pêncwênî di piraniya rojname, kovar û malperên kurdî û cîhanî de hatine belavkirin û di gelek ajans û kenalên medyayê de kar kiriye ji wan AP, BBC, CNN û kenala al-Arabiya.

_____________________________

hm (AKnews)