Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kompîter] Hacker û dîroka hackeriyê
2011-09-29 09:24
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Hekir: Hacker

DÎROKA HEKIRIYÊ Û HEKİRÊN NAVDAR

Hekiran çawa dest bi hekirîyê kirin?

HEKİRÊN TELEFONAN….

Sal:1878

Şirketeke telefonê hebû ,navê vê şirketê Bell Telephone bû. Du ciwanên jêhatî diketin

xetên telefonan û pê bêpere, beleş xeber didan.. Xelkê ji vî karî re Hek-kirin got, em dikarin

bibêjin ku dîroka Hekiriyê wisa dest pê kiriye.

Wê demê ev karê Hekiriyê wek sûcekî nedihat dîtin, tiştekî zarokane dihat hesibandin.

Lê dîsa jî şirketên telefonan bi giştî karkerên jin didan xebitandin ku qazancên wan nekeve û

kêm nebe. Ji ber ku hê Hackireke jin tunebû.


DENGÊ KOMPÎTURÊ…..

Niha em werin sala 1960ê ji ber ku kompîtur hatiye îcadkirin û ketiye jiyana

zanîngeh û ciwanan,ciwan vê dahênana (îcad) rojane meraq dikin û dixwazin pê mijûl

bibin.Lê kompîturên wê demê ewqas mezin in ku bi tenê di saziyên fermî û zanîngehan de

hene. Mînak kompîtura ewil li gor gotinan ji tonekî zêdetir e.Ji ber vê jî ji bo

kompîturên berê dînazor dihatin gotin. Ev dînazor di hundirê odeyên mezin de bi saya

germahiyê dihatin xebitandin.

Li Amerîkayê di zanîngeha MITê de (Massachusetts Institute of Technology) hin

xwendekar û asîstan ji bo bikaranîneke hêsantir rêbazek dîtin. Jê re berê Kurterê gotin

paşê jî navê wê kirin Hack. Bi vî awayî kompîtur kirariyên pêwîst leztir û zûtir dikir.

Di wan salan de, Dennis Ritchie û Ken Thompson pergala xebata UNIXê çêdikin.Pergala

UNIXê ji kurterêyan pêk dihat.


GILGIL Û FÎQ…..

Sal:1971

John Draper kêşf kir ku promosyonên CapnCrunch (xwarina gilgilê ye)

2600 mhz deng derdixe ku ev promosyon bi tenê fîqekê bû.John bi fîqê li ser awîzeya

telefonê pif dikir û heta sibê beleş xeber dida.Draper vê rêbazê di demeke kurt de hînî

herkesî dike.

Polês John Drapper digire û jê dipirse Te çima vî karî kir Drapper li polês

dinêre û dibêje ku Min malê xelkê da xelkê.



PERGALA TEXTEYA PEYAMAN….

Sal: 1978

Randy Seuss û Ward Christiansen ji bo ragihandin û têkiliyê pergalekê çêdikin.

Navê vê pergalê dikin Pergala Texteyê Peyaman (Bulletin Board System ). Êdî Hekirên

navdar an jî nûgihîştî hev nas dikirin û bi hev re dixebitiyan.Ev pergal hê jî di roja me de ji

aliyê Hekiran ve tê xebitandin.


KOMPÎTURA ŞEXSÎ….

Sal:1981

Fîrmaya IBM kompîtureke şexsî çêdike û dide nasandin.Ev pêngaveke pir

mezin bû û bi şoreşa teknîkî dihate binavkirin.Êdî perê te hebûya te dikaribû

kompîturek bikira û bi kar bianiya.IBM vê salê pereyên pir mezin qazanc dike.

Rêveberê IBMê wiha digot Ev hê lêlê ye em ê lolo jî bibînin.

Dengê înternetê jî êdî hêdî hêdî dihat.Tora leşkerî ARPANET wê veguheriya bibûya

înternet.Destên şirketan dixuriya wekî gurên birçî xwe avêtin ser înternetê.


FÎLMÊ WAR GAMES…..

Sal:1983

Hollywood dibîne ku Hekirî di nava ciwanan de pir popûler e fîlmekî dikişîne. Navê

fîlm War Games (Lîstikên Şer) bû.Fîlm rekoreke mezin şikand û pir hat temaşekirin.Çêkerê vî

fîlmî ewqas pere qazanc kir ku li gotarekê wiha digot:Me bawer nedikir ku em ê ewqas

pere qazanc bikin.

Lê rewşa herkesî ne weke sektora fîlmçêkeran bû.

Rêveberê wê çaxê yê fîrmaya FORDê bi qehran daxuyaniyek dide rojnameya Timesê

dibêje ku ev eşqa kompîturê karên me kuşt êdî kes erebe nakire.


KOMA HEKİRAN-LEJYONA QIYAMETÊ…..


Sal:1984

Vê salê komeke Hackirî tê avakirin.Kom ji aliyê Lex Luthor ve tê

damezrandin.Navê komê dike Lejyona Qiyametê (Legion Of Doom).Ev rêxistin ji bo

Hekiran pêngaveke mezin bû.Êdî dema çalakî û xebatên hevpar û rêxistinî hatibû.

Ev koma Sîberî-online di dema xwe de pir navdar e.Hekirên herî baş di vê rêxistinê de kom

dibin ev jî hikûmeta Amerîkayê dixe tirsekî.


ŞERÊ NAVXWEYÎ….


Piştî salekê di nava Lejyona Qiyametê de şerekî navxweyî derdikeve. Phiber Optik bi

hevalê xwe Erik Bloodaxe ve şer dike û ji komê tê avêtin.Ev bûyer Lejyona Qiyametê parçe dike

Phiber Optik komeke nû ava dike û navê komê jî dike Masters Of Deception (MOD).

Koma MOD xetên telefonan kilîd dikin,xeberdanên hin kesan guhdarî û qeyd dikin,agahiyên şexsî

didizin.FBI, Phiber Optik û 4 hevalên wî digire û dixe girtîgehê.


ZAGONÊN DIJWAR…..

Sal:1985

Dewleta Amerîkayê ji bo astengkirina bûyerên Hekiriyê zagonên cur bi cur derdixe.

Kongre hefteyek li ser qanûnên nû dixebite.Êdî Hekirî tişteke zarokane nedihat dîtin.Yasayên pir

dijwar hatin derxistin.


VÎRÛSA MORRISî….


Sal:1988

Robert Morris bi kurmikên înternetê (Internet worm) 6000 kompîtur hildiweşîne,dawiyê 10 hezar

dolar cezayê pere dide û bi saetan jî di xizmeta civakî de dixebite.

Kevin Mitnick dikeve tora şirketa Digital Equipment Companyê hemû agahiyên şirketê

tevlihev dike û tê girtin ji ber vê salekê di girtîgehê de dimîne.

Kevin Poulsen dikeve xetên telefonan piştî 17 meh şûn de ji aliyê FBIyê ve tê girtin.


KGB Û ALMAN…..

Sal:1989

Hekirên ku girêdayî komeleya Chaos Computer in dikevin pergalên saziyên fermî yên Amerîkayê

kod û agahiyên saziyan bi dest dixin û difiroşin KGByê.Êdî Hekirî bibû amûreke sîxuriyê.

Ev bûyer ji bo operasyona Creduxê bû bingehek.Dewleta Amerîkayê derdiket nêçîra Hekiran…


OPERASYONA CREDUXÊ…..

Sal:1990

Hikûmeta Amerîkayê ji bo girtina hemû Hekiran operasyona Creduxê pêk tîne.Operasyon li 14

bajêr pêk tê.Pir Hekir tên girtin.Lê ev operasyon dîsa jî encameke teqez nayne.Hekirî mîna

nexweşiyekê di nava ciwanan de belav bibû.

Sal:1994

Vladimir Levin ji bo Mafyaya Rûsan dixebite û ji kompîturên Citibankê 10 milyon dolar didize.

Levin piştî salekê di balafirgeha Heatrowê de tê girtin.

Sal:1995

Kevin Mitnick dîsa tê hepskirin ji ber ku 20 hezar heb kartên krêdiyê diziye.Dadgeh cara ewil

Hekirekî bi kefaletê serbest bernade,Kevin bi salan di hundirê hepsê de dimîne.


BACK ORIFICE Û TROJAN….

Sal:1988

Back Orifice ji bo Hackkirinê bernameyek çêdike û di konferansa The Cult of Death Cow

(DefCon) de dide nasandin.Navê bername Trojan e.Trojan wekî sîxurekî diket pergala kompîturê û

diziyê dikir .Ji wê salê heta roja me ev bername ji aliyê Hekiran ve tê bikaranîn.

Bername cara ewil ji aliyê Ehud Tenebuaum ve tê ceribandin.Ehud dikeve pergalên Pentagonê û

kodên leşkerî didize.Ehud bi salan di girtîgehê de dimîne.


VÎRÛSA MELISSAYÊ….

Sal:1999

David Smith vîrûsekê çêdike û navê evîndara xwe dide bernameyê.Bi vîrûsa Melissayê dikeve

pergalên 300 şirketê û hemû agahiyên wan bi dest dixe û jê dibe.300 şîrket 400 milyon dolar zerar

dikin.Piştî vê bûyerê Microsoft ji bo astengkirina êrîşan bernameyên parastinê çêdike.


VÎRÛSA EŞQÊ

Sal:2000

Hekiran bi vîrûsa eşqê pergalên malperên eBay,Yahoo û Amazon hildiweşînin.Kodên

bernameyên Windows û Officê ji Microsoftê didizin.


CUREYÊN HEKİRAN……

Li gor pisporan 5 cure Hekir hene:

1-Hekirên Dibistanî:Hekirên dibistanî pergala înternetê analîz dikin û hînî naveroka wê dibin.

Di kirinên wan de tucarî zerardayîn tune.Armanca wan zêdetir zanistî ye.

2-Hekirên Jêhatî:Hekirên jêhatî zerar didin pergal û malperan.Ew bi hilweşandinê xwe îfade dikin.

Li dijî hin tiştan hêrs û nefretên xwe wisa derdixin holê,bi giştî ciwanên nûgihîştî ne….

3-Hekirên Profesyonel:Hekirên profesyonel Hackkirinê bi tenê ji bo pere dikin.Dikevin

pergalên sazî û şirketan agahiyên wan didizin û difiroşin hin kesan.

4-Nivîskarên Vîrûsan:Nivîskarên vîrûsan bi kodan vîrûsan çêdikin û wan belav dikin înternetê.

5-Hekirên Sîyasî:Hekirên sîyasî bi armanc û hedefên sîyasî tevdigerin.Li gor fikr û ramanên xwe

çalakiyan pêk tînin.


HEKİRAN JI BO ÇALAKIYÊN XWE KÎJAN BERNAMEYAN BI KAR TÎNIN?….


Hekiran bernameyên Trojan (RAT=Remote Access Tools) bi kar tînin.Em dikarin bibêjin ku

nêzîkî 300 cureyên wan hene.

Ji bo xebitandina Trojanê sê parçe lazim e:Server,Client û Editor.Ev sê parçe saziya Trojanê pêk

tîne.Parçeya Server deriyên pergalê vedike,parçeya Client bingeha çalakiyê sererast dike ,parçeya

Editor çalakiyê pêk tîne.Îro di roja me de Hekiran zêdetirîn Trojanên Bladerunner, Deepthroat,

Girlfriend, Schoolbus, Netbus, Subseven, Striker, Doly, Wincrasher, Voodoo û Netsphere

bi kar tînin.

HIN HEKİRÊN NAVDAR…..


-Adam Beberg:Projeya Cosmê çêkiriye

-Dennis Ritchie &Ken Thompson:Pergala UNIXê ava kirine.

-Dmitry Sklyarov:Taybetiyên şîfrekirina PDFyê dîtiye.

-Douglas Engelbart:Bernameya Remailerê nivîsandiye û pergala NLSyê çêkiriye.

-Ian Murphy /Captain Zap:Ketiye pergalên telefonan û beleş xeber daye.

-Johan Helsingus:Bernameya Remailerên Anonîm nivîsandiye.

-Kevin David Mitnick:Di cîhanê de çiqas pergal hene ketiye hundirê wan.

-Kevin Poulsen:Ketiye tora sazî û şirketan.

-Mark Abene (Phiber Optik):Prensîbên xebitandina telefonan keşf dike.

-Richard Stallman:Bi bernameyên taybet êrîş kiriye kompîturan.

-Timothy Lloyf:Pergalên şirketan hilweşandiye.

-Vladimer Lenin:Ji banqeyan agahiyên taybet diziye.

-Iskorpitx:Hekirekî nîjadperest û Tirk e.Malper û pergalên çepgir û Kurdan hilweşandiye.Ji sala

2003 û heta roja me nêzîkî 30 hezar malper hilweşandiye.Çi ecêb e ku Iskorpitx hê jî nehatiye

girtin!!!!! Gelo çima!!!!Li gor pisporên Ewrûpayî Iskorpitx komekê ye…

Li gor lêkolînekê di dinyayê de Hekirên herî çalak Tirk in.Her sal bi hezaran malper û

pergal hildiweşînin.Hekirên Tirk pirtirîn Trojanên Subseven û Netbus bi kar tînin.


DAWÎ Û ENCAM

Hin kes Hekiran qehremanên romantîk lê hin kes jî wan sextekar û bênamûs dibînin.

Ji îcadkirina telefon û kompîturan heta roja me pir Hekir derketin û pir bûyerên Hekirî hatin

jiyîn.Carinan Hekirî bi rûyê sextekariyê carinan jî bi rûyê sîyasî derketiye pêşberî me. Lê divê em ji

bîr nekin ku Hekir û Hekirî rastiyeke roja me ye.Ew ê herdem hebe……..


Em ê bi gotineke Aldous Huxley nivîsa xwe biqedînin.

Hekir bi armancekê tevdigere hem romantîk e hem zalim e

Hekir dikare bibe şoreşgerekî an jî belengazekî

__________________________________

Occo Mahabad

e-peyam: occo74@hotmail.com