Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] Mîrê guhker - guhê mîrî dirêj in mîna guhên kerekêêêêêê!!!!
2011-09-29 22:03
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Di zemanê berê de mîrek hebû guhê wî dirêj bûn mîna guhê kerê, lê tukesî nizanîbû ku guhê mîr wisa dirêjin ji bilî mîr û wezîr û berberê mîr pê ve.
Rojekê berberê mîr çû ser dilovaniya xwedayê xwe, mîr ma bê berber û piştî demek ne dûr wê pora wî dirêj bibe.li vir mîr bankire wezîrê xwe û got:

Dibe ku tu berberekî ji min re bîne, lê tu dizanê ku divê kor be û lal be û ker be!

Wezîr serê xwe hejand û ji dîwana mîr derket, lê dinava xwe de got mirovekî wisa zor e ku hesanî werê dîtin.

Wezîr li nava bajêr digere û ji dostên xwe dipirse eger berberekî bi van şert û mercan nasdikin, lê ewî polîs û leşkerên xwe jî berdane nava bajêr da ku navê her kesekî ku karê berbertiyê dikê jê re bînin û raporek berfereh li ser jiyana wî û mabata wî binivîsînin û jê re bînin.

Dawî wezîr navê berberekî ji lîsta nava hilbijart û edrêsa wî li ba xwe nivîsand û roja dî bi tena xwe berê xwe da mala berber.
Em ê werin mala berber û li rewşa wî temaşekin.

Berber û jina xwe û çend zarok di xaniyekî ji kelpîç û daran ku avakirine dijîn, li kolanekî dûrî bajêr,rewşa wan xerab derbas dibe û roj bi roj xwarina zarokan tîne mal û cil û bergên wan sal bi sal li wan dimînin.
Berberê perîşan dikana wî nine ku berbertiyê tê de bike,loma li ber siya darekê li kêleka mala xwe porê mirovan di qusîne.

Wezîr li gorî edrêsê hate mala berber ,silav da û rûnişt.piştî berber pora mirovekî ku di destê wî de bû dema wezîr hat bi dawî kir, bankire wezîr da ku rûne û ew porê wî bi qusîne. lê wezîrî jê re got ez ne hatime porê xwe kurbikim, lê belê çend gotinê min hene ez ê wan ji tere bêjim lê dibe ku ez û tu bi tena xwe bin.

Berber karê xwe bi dawî kir û ji wezîrî re got fermo em herin bin siya wê dara han tu kes nîne ji bilî min û te.
Wezîrî got: bêguman tu min nas nakî, lê berî ku ez xwe bidim nasîn ez ê çend pirsan ji te bikim,

Çend zarokên te hene û karê ku tu dikê çi qas pera tu jê qizinc dikî, ew pere têra xwarin û cil û bergên we dikin, her serê çi qasî win goşt dixun, xanîkê te çima mîna koxa lawirane,çima ta niha dikana te nîne?
Wezîr wilo lê kir ku jiyan li ber çavê wî reş bû,pê re pêr e jê re got tu dixwazî jiyaneke xweş û tu bibî xwedî mal û dikan û cil û bergên baqij û nû,zarokên te her roj goşt bixun!!!

Girîza berber ji devê wî herikî, lê di nava xwe de got ev mirov tinaziyan bi min dike, tenê ku ez xezîneke zêran bibînim, dibe ku ez ji vî halî xelas bim.
Wezîr got çima tu deynakî, qey tu naxwazî hal xweş bibî?
Berber got eger karê te nebe û tu ji xwe re li tinaziyan bigerî here devereke dî.lê wezîr got ez ne tinaziyan dikim ez rastî dibêjim.

Berber got çawa ez wisa naxwazim,lê çawa?

Wezîr got: tê bighêjî van tiştan lê çend şertên min hene.

Berber got:fermo min qebûl kir hemû şertên te, berî ku ez zanibim bê çine.


Wezîr got:şertên min pir hesanin,dibe ku tu ker bî û lal bî û kor bî,piştî ku tu karê xwe biqedînî çi tiştê ku tu bibîne,hes bike,dibe ku tu kes pê nizanibe,ne ji zarokên xwe re bibêje û nejî ji pîreka xwere û nejî ji tu kesî re,lê eger mirovekî tenê bibihîzê bê tu çi dikî yan jî te çi dîtiye wê serê te ji gewdê te bifire!!??

Berber matmayî ma û bû kulek ser dilê wî ku zanibe wê çi karî bike,ma gelo karê berbertiyê ev qas şert jê re divên?
Dawî ji mêvanê xwe pirsî: ta niha min tu nas nekiriye û ez nizanim bê ez ê çi karî bikim hemberî van şert û mercan?
Wezîr got: niha ez ê xwe bidim nasîn û ez ê ji te re bêjim bê ez çi ji te dixwazim.

Ez wezîrê mîrî me û ez li berberekî digerim li gorî van şert û mercan,ji ber ku te şert û mercên me qebûl kirin, ji niha û pê ve tu bûyî berberê mîrî û ji mehê carekê tê werî pora mîrî bi qusînî!!!.

Wezîr ji berber xwest serê bê dive tu werê qesra mîr ji ber pora mîr dirêj dibe û wê çaxê dema qusandina pora wî ye.

Berber mîna ku li ser perengekî agir rûniştiye, li benda serê mehê ye,lê dilê wî mîna çilo dilivê di qefesa sînga wîde hem ji kêfan û hem ji tirsan ….
serê meha nû berber meqes û şeh û tiştên xwe amade kirin û berê xwe da qesra mîr,leşkeran ew derbas kirin piştî ew nas kirin,lê wezîr li benda wî bû li devê dîwana mîr,derbasbûne odekê ji odên qesrê,wezîr şerab û şerbet jê re xwest,paşê jê re got xwe amade bike wê mîr werê odê û divê tu pora wî bi qusînî.

Di odê de eynikek mezin bi dîwêr ve bû,li ber wê kursiyek danîbûn û li ser masê hin tişt hebûn mîna meqes û şeh û hin tiştên din.
Demek kin diwê navê re çû mîr derbasî odê bû û li ser kursî rûnişt, silav da wezîr û berber û pê re bi tilîka xwe nîşan da ku berber dest bi karê xwe bike.

Wezîr çavek ji berber re şikand û got fermo ka pora mîrê me biqusîne.
Berberî xwe nêzîkî kursî kir û meqes û şehê xwe danîne ser masê, destê xwe avête tac û kum û kolosê mîr ku ji serê wî rake,lê ew ma bihitî dema serê mîr tazî dît,bihnek veciniqî kişand û çavê wî vebûn mîna vincanê, lê mîr bi xwe di eynikêre lê di meyzîne, jê pirsî çi heye,ma tiştekî balkêş heye?
Berber got: na mîrê min tiştek nîne û dest bi qusandina pora mîrî kir,lê mîr û wezîr çavan ji awirê berber qut nakin. berberî pora mîrî qusand, bêhna xweş lê reşand û jê re got: xweşî be mîrê min.wezîrî jî xweşî da mîr û rahişte kum û taca mîr û danî ser serê wî û alîkariya wî kir da ku ji ser kursî rabê.

Mîr sipasiya berber kir û ji odê derket,wezîr pê re çû û piştî demeke kin vegera odê û ji berber pirsî:te çawa dît qusandina pora mîr,te çi dît te çi ne dît?

Berber got: xweş derbas bû lêêêê

Wezîr got:lê çi?

Pepûkê berber newêrîbû bi zimanê xwe bêjê ji ber yek ji şertên wezîr ew bû ku divê ew lal be tevlû ku dibe ew kor û ker be jî.lê hema bi tilîkên xwe guhê mîr nîşan kirin!!

Wezîr got: ha haa,te dît bê çawa guhê mîr dirêjin mîna guhê . . . . . . lê tu şertên me dizanî bê çi ne, eger kesek pê bi bihîzê wê serê te ji gewdê te bifire,ji ber tu kes vî tiştî nizane ji bilî min û te û mîr pê ve.
Wezîr berîka berber miştî pere kirin û jê re got serê meha werê tê dîse werê qesrê û tê pora mîr bi qusîne,başe.

Berber vegera mal bi kêf û eşq,goşt û fêkî ji zarokê xwe re anîn û wê şevê ji kêfa neraza.

Salek dido derbas bûn,hale berber xweş bû,xaniyek li hundirê bajêr ji xwe re kirî,cil û bergên wî û jin û zarokê wî her tim nû bûn,xwarina xweş û goşt ji mala wî qut nedibû,lê biser van xweşiyan teva re berber ne bi kêf bû û pir şev li ser wî ve çûn bê ku çavê wî xewê bibînê.lê çiqasî xanima wî jê di pirsî çi bela te ye,bersiva wî ne deykirin bû.

Rojekê ji rojan berber ji xew rabû ku dike bi fetise,nema bêhna wî diçû û di hat,hew tenê dixwazê ji hineka re bêje ku guhê mîr dirêj in mîna guhê kerê.wê çaxê wê bêhna wî fere bibe,lê ew xweş dizanê ku devê xwe veke,serê wî difire.
Lê wê rojê hale wî pir xerab bû û bêhna wî teng bû,hema ji malê derket û berê xwe da çolê û ji bajêr derket.bazda û bazda ta ji bajêr dûr ket,rastî bîreke avê hat li wê çolê,li dora meyzand tu kes nîne ji asîmanan û çûkên ku di firin û ew bîra avê.hema xwe ji noqê pêve noq kire bîrê û bi dengekî bilind û qube banker:guhê mîrî dirêj in mîna guhên kerêêêê, guhê mîrî dirêj in mîna guhên kerêêêê, guhê mîrî dirêjin mîna guhên kerêêêê.

Bêhna wî fereh bû, ser sînga xwe firkand û xwe li piştê dirêj kir û li asîmanan meyzand.

Berber vegera mala xwe û jiyana xwe ber dewam kir mîna her roj.
Rojekê şivanekî pezê xwe anî ser wê bîra ku berber hatibû ser,pezê xwe av da û têr ji ava bîrê vexwar,serê xwe danî ber sîka çîtikekê ku li devê bîrê şîn hatibû û di xew ve çû.demekê şivan raza û xwe rawestand,paşê ji xew rabû,çend darik ji wê çîtikê jêkirin da ku bilûreke xwe jê çêkê,pezê xwe rakir û berê wan dane çolê û çêriyê.

Êvarî şivan hate mal, şîva xwe xwar û piştî rawestiya hinekî,ew darikê çîtikê anîn û bilûrek ji xwere çêkir.

Bilûr bi dawî bû,şivan bilûr xiste devê xwe û pifkiriyê da ku mûzîka stiranekê lêxê,lê matmayî ma dema ku dengê bilûrê kir,cara pêşî bawer nekir,lê dema cara didiwan jî wisa his kir ku bilûr dibê: guhê mîrî dirêj in mîna guhên kerêêêê!!!!!!
bankire xanima xwe û jê xwest guhdarî bilûrê bikê,lê xanim jî matmayî ma û got: ev çibû?!

Jina şivan ji cîrana xwere got û cîrana wê jî ji malbavana xwe re got,şivan jî ji hevalên xwe re got,deng bela bû mîna berqê li bajêr,ta xeber giha wezîr û mîrî jî.

Wezîr leşker şiyandin mala berber û ji wan re got:zû wî werênin qesrê lê mîr zû wî dixwaze.

Leşkeran ew anîn, mîr û wezîr lê civiyan mîna gurê har û jê di pirsin:qey tu nizanê bê şertên me çibûn,zû bêje bê te ji kêre gotiye?

Pepûkê berber sed sûnd xwarin ku ji tu kesîre ne gotiye lê wezîr ew da dare zorê,çara berber nema ji bilî ku rastiyê bibêje.got mîrê min ez bi aniya mîr kim ev bû çend sal ku ez pora te di qusînim,lê min ji tu kesîre negot ta vê kêlîkê,lê di dilê min de ma ku hew tenê ez dengê xwe bilind bikim û bêjim bê guhê mîr dirêjin mîna guhên …….

lê min çare ne dît,dawî ez çûme çolekê û min ji binê bîrê re got,lê xuyaye tiştek veşartî namînê,ji ber ji berê ve gotine dilopê baranê wê şadebûnê li te bidin.

Kesê ku aqil negirê ji pêşiyan û ji serpêhatiyên kevnaran,e w bêaqilê herî mezine, ma ne dibêjin ku ker bi kerîtiya xwe ku carekê têkevê koncalekê,cara dî xwe ji wê riyê dide alî.

___________________________________
dilovanceto@hotmail.com

Dilovan çeto