Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] helbestên belavkirî ên şeva dîn
2011-10-01 00:20
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com

* ez dimirim

Gava
peyv ji min dilgiran dibin...xwe ser
pela spî pal nadin…ez dimirim

Ger

germahiya dengê xwe wan ne karibim rengdar bikim….ez dimirim

Gava

dengek gazî min dike: Bêxwediyo ! wan

gej neke….ez dimirim

Gava

şiyar dibim û xewnên min nîvçî dimînin Û hin dixwazin
bibim sîk,rûyên wan….ez dimirim...
bibûre yara ku min tu nedîtiyî .... ji bêdengiya te ez dimirim.

Gava

pêl xwêdana hinan tê kirin û fantaziya
min di qorziya kolanê de desthilnayne....ez dimirim.

*Afirandin

Gava
tarîstan ....laşê xwe ber
bi çekmeça berbangê ve dibe...hînga dixwazim bi ezmanê te ve hilkişim ....Û awaza xwe li ber te raxînim.Te
meyzekirnên xwe di dilê min de ji bîr kir ye.

*Şevê dî

Ez ê
ji kerba şevê dî dil bavêjim deryayê....û
çavan bo ezmanê te diyarî bikim...ber bi keskesorê ve biçim ...Komek stêr ji
xewnan li benda te bihêlim ..bihêlim ....bihêlimmmmm !.

*Deskeftî

peyv li
ser pencerê radiwestin...
xûr û şirşira temenên me li ber barana jînê difire !.

* Dahatû

Her
beyanî……
dilopên
demjimêrê li pişta min
li rûyê xwe digerim
di asoyê de dimînim.
Di
devê dara min de
ew
xewn û giyanê çavan
li
dahatû digere
ew ê kenê biçûkan bilind bike.

*Qêrîn

Peyvên
min ne birîn in!....di zengelorka min de ne hêlin....bihêlin bi serbestî bêjim
: ezman , derya ....keskesorê! min li
dora çavên xwe bipêçîn in!.

*Ger rojekê

Ger
rojekê .... te di zeviyên dilê min de geriya û porê te bi bayê azadiyê re
firya.....bi zanibe destên xwe mijt stêrkan dikim bo jiyana te ronî bikim !.

*Evîna wendayî

Felekê
ne hişt destên te min hembêz bikin...
bo tu baş min bixwînî .
Ez ê navê te ber bi berbangê ve bibim…. çawa li
rojê meyzênim..tijî pêpule dibe !.

*lêborîn

Çiqas em di mafê niştîman de şaşîtî bikin jî ,ji me re
dibêje : destên min bernedin !.

*Zimanê şîrmij

Ezvê daqurtînim tîrên neyaran û di dilê xwe de
warek bikulim bi navnîşana : bi tîrên te ez bêhtir hez vî zimanî dikim.

*Dibe

Dibe baran ne bare....dibe !
tu bimeşî û biterbilî
bimrî....dibe!
tu derng bikevî ser soza hevdîtinê
bi yarê re...dibe!
bi şevan ranekevî....dibe !
lê nabe û ticar nabe tu Qamişlo bi tenha bihêlî.
Rîm
Min di te de…
Hej bê dengî kir,
Ciwantirîn zirtê rû…bê dengî ye
Û herî spehîbûn di tiştan de...
Bê dengî ye…
Çimkî em jê hatin e.

* Xwepêşandana No:1

Kezîzer ê ! .....Ji te re
xwenên xwe bistrêm û bendamayînê vedixûm...peyvên bedew di bê dengiya xwe de
ne,çimkî gava tên bi lêvkirin… dimirin.

* xwepêşandana

No:2

Bi min re ye destmala
peyvên te bi rondikên veqetînê
....dizîvire li ronahiya rokê digere.
xwepêşandana No:3
Li ba min Du heyv bi henasek hene....jiyan di
hundirê min de dikule û baranê rûyê ku hez dikim hildibijêre!.

*Rîm Albana Hunermendek Filstinî ye.



Bêkes Têlo