Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Ehmedê Xanî: Mem û Zîn û hizra neteweyî
2011-10-01 10:32
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Ehmedê Xanî, bavê kurdên nûjen, kaniya welatparêziya kurdewar e. Li cîhanê beriya her kesê wî li ser neteweperweriyê nivîsandî ye. Berhema wî ya bêheval Mem û Zîn, çîroka dilên evîndar, serpêhatiya evîndarên ji jiyanê hêvîdar

Mem û Zîn. Çend destana evîniyê be ew qas çîroka kurdan ya komalnasî û siyasî ye. Felsefe û zaniyariya kûr, sosiyolojiya gelê xewkûr, hişmendiya kurdê li ber devê gur…

Ehmedê Xanî dibêje: şeriha xema dil bikim efesane / Zînê û Memê bikim behane

Lê belê bavê me Xanî dixwaze bi rêya Mem û Zînê me ji xewa giran hişyar bike. Me ji devê gur rizgar bike. Ji van peyvan diyare, evîna Mem û Zîn ango evîna jin û mêran, ne armanc e, hincet e. Ji ber ku dibêje: “Zînê û Memê bikim behane”. Hişiyar bin! Ez ê niha ji bo we tûrikê bavê Xanî vekim diyariyên ku wî ji bo we rêkirine dê pêşkêşî we bikim. Bi vê dê hişmendiya we ya kurdewar xurt bibe, hizra we ya li ser bavê Xanî kûr bibe.

Bavê kurdan Xanî, dîrok û çanda kurdan baş dizane. Hem ramana zaniyarên îslamê û ewropîyan jî baş têgihiştî ye. Kêm, zêde 700 salan beriya Xanî qiralê kurdan, rêveberê dewleta komagene qiral Mîhirdad, ji çanda rojhilat û rojava çandeke nû peyda dike û desthelatiya xwe bi wî rengî birêve dibe.
Navê dewleta xwe dike komagene. Ango “koma kinêteyan”, “koma nijadan”. Pir nijad û kinêteyên cuda li wir bi aştî û xweşî dijîn. Yekîtiya xwe bi zaniyariya gerdûnî xurt dikin. Lewma împeretoriya Romayê piraniya cîhanê û hemû derdorên komageneyê dagir dike, lê nikare tenê bajardewleta komageneyê dagir bike. Di çand û dîroka kurdan de gelek pêşketinên wiha hebûn. Ehmedê Xanî li ser vê çanda kurdewar rehê xwe zaniyariya xwe dikemilîne û bi evîna Mem û Zînê dixemlîne. Ji van mînakan dertîne ku dermanê kurdan ê herî girîng yekîtî û zaniyarî ye.

Xanî bi ramana azadî û xweşyê dest pê dike. Nasname û derdên mirovan berçav dike û piştire eşkere dike ku dermanên baştirîn zaniyarî û yektî ne. Ji cîhana mirovatiyê, gelê xwe wekî mînak dide. Li ser nasname û zimanê kurdan, derd û dermanê kurdan pêşiniyariyan dike

Piştî destpêkê da ku me baş têbigihîne filmê Mem û Zînê li nîva meydana Kurdistanê; li Botanê dileyizîne. Û bi evînê dixemlîne. Ji bindestî û zordestiyê jiyan dê çawa ber bi azadiyê ve biherike şanî me dide. Fedakarî, zaniyarî, yektî, dilsozî, azadî, hêvî…

Li dûmahiya filmî yektî û zaniyariyê dike derman û pêşkêşî me dike
Ehmedê Xanî, Mem û Zîn 10 kiteyî (birigeyî) ango 10 heceyî nivîsandî ye, ji serî heya binî û wesa ye. Û di vê destana evîninî de 10 nav hene. Matêmatîka destanê li ser 10’ê hatiye sazkirin.
Ji bo mînak em ê bendekê ji destanê veqetînin

Yeinî ne ji qabil û feqîrî
Belkî bi te’es’sub û eşîrî

Her rêzikek ji 10 kiteyan pêk tê. Em yekê veqetînin
ye+nî+ne+ji+qa+bîl+û+fe+qî+rî: 10

Gelo çima 10

Ehmedê Xanî dîroka îbranî ango îsiraîliyan û çîroka Mûsa peyamberî ji xwe re kiriye rêber. Ger hûn bînin bîra xwe gelê îsiraîlê li Misrê bindest bû. Peyamber Mûsa bi têkoşînê, gelê xwe yê bindest azad dike. Û 10 fermanan pêşkêşî neteweyê xwe dike. Jiyana wan bi 10 fermanan birêve dibe. Bavê kurdên nûjen Ehmedê Xanî dixwaze mîna peyamber mûsa berê gelê kurd bide azadiyê. Di îslamê de 10 nîşana bihûştiyane, hejmara taybetiyên qencane. Hejmara pijirîna ramanêye
Gelê kurd wê çawa ji bindestiyê bigihe azadyê? Beriya her tiştî yekîtî. Lê yekîtiya bi zanînê hatiye xemilandin

Ger dê hebûya me îtîfaqek / vêkire bikira me înqiyadek
Rom û ereb û ecem temamî / hemiyan ji me re dikir xulamî

Ehmedê Xanî li vir dibêje heger em kurd yekîtiya xwe ava bikin û bi hev re serê xwe rakin em ê ji bindestiyê rizgar bibin. Di ser de em ê li ser axa xwe pêşkêşiya gelên dî jî bikin. Divê ez bêjim. Hinek zanist û rewşenbîr dibêjin; “ev peyvên neteweparêz Bedirxaniyan lê zêde kirine. Ne mûmkine ku wê demê hizra neteweyî li ser rûyê dinê hebe”. Raste, beriya 300 salan li ser rûyê dinê kesekê ne dizanî neteweparêzî çî ye. Ramana neteweyî li ser rûyê cîhanê hêj nûye. Lê destxeta wê demê hatiye nivîsandin, bi xêra Tehsîn Îbrahîm Doskî ket destê me. Û birêz Huseyin Şemirexî li weşanxaneya nûbiharê çap kir jî. Di wê Mem û Zîna rastîn de ev hizirên neteweyî hene. Ji xwe Ehmedê Xanî di beşa 6’ê de dibêje

“yeinî ne ji qabil û feqîrî / belkî bi te’sûb û eşîrî/ hasil ji înad eger ji bêdad/ ev bîdete kir xîlafê mu’tad”.
Li vêrê dibêje: “min hişkbawerî û rehgirî (eşîrî, nîjadî) kir dijberê hişmendiya civakan û cîhanê. Û bi vî awayî hizra xwe ya neteweyî beyan dike
__________________________

Bedel Boselî - Evropress