Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] gelo jin û mêr wekî hev in?
2011-10-01 16:44
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
— Rojeka biharê ye, hestên min ji pênivîsê re li çepikan didin. Pênivîsê xwe negirt, xwe avêt ser kaxezê û reqisî. Çûka beytakê jî ji kulekê ve li min û pênivîsa min dinêrî. Biharê helbesta xwe ya herî xweş digot û min jî guhdarî dikir. Pênivîs jî direqisî.

Ji bo ez ji nêzîktir ve guhdariya helbesta biharê bikim ez çûm derve. Di nêv gîhayên biharî de min da rê. Bi zîqfekirina beytakê û alastina siha daran re ez ber bi zanîngehê ve diçim. Rê ji herdu aliyan ve bi kulîlk û dar û dexelan xemilandiye. Wê riyê xwe di ber min de tewand.Weke serxweşê jiyanê bêyî mebest min da ser wê.

Hindek keçiknin di jor de dihatin.Bayên biharê bêhna wan serde min kirin. Lê ji ber bêhna van kulîlkan min nezanî bêhna kîjan kulîlkê ji wan têt. Piştî ko nêzîk bûn, min li xemla wan fekir.Min nezanî gelo ji hesûdiya xweşiya vê biharê wan keçan xwe bi hemî rengên biharê xemilandine an jî biharê ji hesûdiya spehîbûna wan keçan ev qes xwe xweşik kiriye? Lê ya mihom ew e ko ez di nêv wan de me…

Di jor de ref bi ref keç û kurên bi hev re û ji yêk cida dihatin. Ez li ser lavlavik û nefelên li rexa riyê rûniştim. Ew kesên ko min di rexa riyê de li ser vê pûnca gîhayî pênûs û sernûseka min di destê min de dibînin bi pistepistê behsa min dikin û gelekê ji wan bi tîkûtîk li min dikenin.

Min hizirî gelo ev keç û kurên he an jî em berfirehtir bihizirîn keç û kur wekhev in an na?

Wekhev bin, çira wekhev in, newekhev bin çira ne wekhev in?

Ka em dê bi çar rengan lê binêrin.

a) Bi xwezayîtiya wan: Dema ko mirov li kîmya, bîyolojî ... û anatomiya jin û mêrî binêre dê bibîne ji hevdu cida ne.

b) Bi çavê civakê: Barê ko civakê li jin û mêrî kiriye cida ye.

c) Bi baweriyê: Dema ko mirov li kîjan olê binêre bila binêre dê bibîne olê cihên cida dane jinê û mêrî.

d) Bi destkeftinên wan: Dema ko mirovek bi xebatên xwe bibe petron, midur an jî tişteke dî. Hingê ew destkeftinên xwebixwe ye û wî/wê cihê xwe/statûya xwe bi xwe çêkiriye.

Bila ne xwe, me fêmkir ko jin û mêr ne wekhev in. Gelo divêt mafê wan wekhev bin an na?

Bo bersiva vê pirsê divêt em hindekê çavdêriyê li jiyanê bikin… Ka kerem bikin em dê dîsa bi wan rengên ko me behsê kirîbû li jiyanê binêrin.

a) Bi xwezayîtiya wan: Dema ko zelamekê ciwan di tirimbêlekê de rûniştî be û jineka di temenê wî de bide ji deriyê tirimbêlê ve divêt mêrik rê bide jinê ji ber ko zelam dizane ew ji jinê pirtir dikare xwe li piyan bigire. Lê di her wê tirimbêlê de mêrekê 70-80 salî bêt mal de divêt jin riyê bide zelamî, ji ber ko ew jinik ji wî zelamî jîrtir e û pirtir dikare xwe bigire.Vaye me dît ko ne jin û mêrîtî lê rewş biryardar e.

b) Bi çavê civakê : Bo nimune jin û mêrê bi hev re zewicîbe civak dê ji mêrî re bibêje “malxwê malê” û dê ji jinê re jî bibêje “kevanoya malê”. Vêca dema ko jin an jî mêr ji riyê derket civak dê bi xwe wan gunehbar bike. Hegî mêr gelekê têkil şolê jinê bibe û şolê jinê bike, civak dê di cih de ji wî re bibêje “serjinik!” û dema ko jin weke malxwêyî xwe bide xuya kirin hingê civak dê ji jinê re bibêje “serberedayî!”. Di vê mînakê de jî me dît ko civakê ji bo her zayendî erkên cida bar kiriye.

c) Bi baweriyê: Weke mînak di misilmaniyê de ferzên bo jinê û mêrî cida ne. Bo nimûne jinik ne mecbur e biçit xutbeyê û zelam jî ne mecbure serê xwe binixîme. Vaye me dît ko ol jî mafên cida dide jinê û mêrî.

d) Bi destkeftinên wan: Bo nimûne jineka di zanîngehekê de profesor be. Ew berdestiyê(asîstant) wê yê ko zelam be di bin gotina wê de ye.Weke dî jina berdestî di bin gotina mêrê profesor de ye.

Bi kurt û kirmancî ji hima bêje hemî aliyan ve jin û mêr ji yêk cida ne û divêt mafê wan jî li gor wê rewşa ko ew têde ne be.

Ya giring ew e ko mirov ji ber ko mirov e qedir be. Ji bilî wê divêt maf ji wan kesên ko têne perçiqandin re wek “xilaskeran” be. Weke mînak di dewletekê de jin ji ber rewşekê bêne perçiqandin divêt bi zagonan mafên wan ên têne perçiqandin bilind bibe. Da ko em paşê behsa mirovatiyê bikin.

Ew dara ko siha xwe serde laşê min kiriye, wek min ji tavê vebişêre rûyê min tarî kiriye. Bayên biharî dibêjin hima xwe li ber min berde. Min pişta xwe pesart darê û min li dora xwe fekir. Min fekirê komek hevalên min ên li piya sekinîn û li hêviya min in. Ji min re gotin ka were em biçin di hewşa zankoya me de gîtarjenê hevalê me dê stranan ji me re bibêje û di rojek dî ya biharê de jiyan bi hemî tahmên xwe yên şirîn û gemar didome..

DIYARBEKIR, 7/5 2009

Miradê Gundikî