Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Mala Xwedê ava! Li Şirnexê pirtûkfiroşîya yekê ya pir-alî vebû
2011-10-02 12:34
Hekîmê Şirnexî
info@kurdigeh.com
Li navenda bajarê Şirnexê 1’emîn pirtûkfiroşa bi navê “Kelepîr”ê vebû û bi pirtûkên cure bi cure kete xizmeta gelê Şirnexê. Ev pirtûkfiroş ji nikalê sê hevalan ve hatiye vekirin û armanca wan ew e ko ciwanên Şirnexê, xwendevanên zanîngehê û karmendên ko ji der ve hatine Şirnexê bêpirtûk û bêalternatîf nehêlin.

Pirtûkfiroş şûbeya Zincîra Kelepîra Pirtûkfiroşan a 123’emin e.

Pirtûk û berhemên di Kelepîrê de cih girtine piştî xebatekî hûr û kûr hatine jêgirtin û hemû bijarte ne . Taybetmendiyeka dî ya Kelepîrê jî ew e ko pirtûkên li gor herkesê tê de hene ji ber wê jî tu hîncetan ji cehaletê re nahêle û hemî rêyan li ber digre..

Ji Melayê Cizîrî heta Fuzûlîyî, ji Yaşar Kemalî heta Mehmed Uzunî, ji ferhenga Ingilizî û Tirkî heta Ferhenga Kurdî, ji pirtûkên olî heta yên rêzimanî, ji klasîkên wêjeya cîhanê û wêjeya Tirkî heta wêjeya klasîk a Kurdî, ji pirtûkên li ser çanda Kurdî bigre heta roman û çîrokên Kurdî û yên Tirkî û pirtûkên amadehiya ezmûnên fermî hwd. çi bêtin hişê mirovî li vê pirtûkfiroşê li hêviya bikirên xwe ne.


Welhasil em dikarin bibêjin hemî qelemşûrên sereke di vê demê de li Şirnexê li hêviya we ne. De bila êdî Şirnex jî rabe û bixwîne. Wekî Seîd Norsiyî gotî: “xwendin, xwendin, xwendin!”


Hekîm Şirnexî