Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Vebûna KurdîgehTVyê, çend gazindên ji malperên kurdî re û sipasiya ji Kulturname û Nûkurdê re …
2011-10-02 21:54
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
‘’ Zimanê ku zarok pê nepeyivin, zimanekî bêpaşeroj e.""
[ Prof. Dr. Michael Chyet’]

KurdîgehTV vebû, KurdîgehTV televizyoneka li ser înternetê ya malpera www.kurdigeh.comê ye û ew dê vîdeoyên li ser çand û zimanê kurdî ’amade bike’ û belav bike.

( vîdeoya çêkirina difsê ( dims, doşav) belav bû.)

Malpera www.kurdîgeh.comê malpera komek ciwanên kurdîhez e. Ti têkiliyên wê bi ti sazî û fikrên sîyasî re nîne û nivîskarên wê dizanin ko sîyaseta herî mezin li xwe û zimanê xwe xwedîderketin e.

Kurdîgeh herî zêde giringîyê dide wê tiştê ko çand û zimanê kurdî ji aliyê ciwanên kurd ve bê parastin.

Bi vê mebestê Kurdîgehê deriyê xwe ji 33 nivîskarên ciwan re vekir ko cara pêşiyê wan dest diavêtin nivîsîna bi kurdîyê û Kurdîgehê 15 ji wan kir nivîskarên daîmî. Kurdîgehê 5 nivîskarên ciwan yên li der-dorên cida li xwe kom kir û niho 20 nivîskarên daîmî li Kurdîgehê hene û 18 hezkiriyên me yên wek Îbrahîm Seydo Aydogan, Lezgînê Çalî, Remezan Pertew, Mustafa Aydogan, Ar-Da Janxwar … jî car carinan nivîsan ji me re rêdikin.

Dema ko me roja pêşiyê malpera Kurdîgehê vekir me bi eşkereyî got ko ‘em ne reqîba ti malperan î’ ji ber ko mebestên me û yên malperên ‘mezin’ yên kurdî ne yek bûn.

Ji bo me Kurdîgeh wek keça malperên me yên ‘mezin’ bû û nivîskarên malperên me yên ‘mezin’ jî xwişk û birayên me yên mezin bûn. Me agahîya vebûna malperê roja ko vebûyî yanî ji beriya 10 mehan ji hemî malperên ‘mezin’ re şand lê bi tenê Malpera Kulturnameyê û ya Nûkurdê xebata ciwanên kurd hêjayî nûçeyê dîtin ko em ji wan re gelekê sipas dikin.

Ji xwe ti malperên ‘mezin’ yên me hê jî lînka me li xwe zêde nekiriye û ev yek ji me re ne xemeka mezin e lê ji me re xemeka mezin e ko ‘mezinên’ me ketine xir-û-cira jiyanê û yek car li paşeroja xwe nanêrin û lê nanêrin ka pey wan kî dê bimîne ko bi vî zimanî binivîsîne.

Ji xwe napirsin ma ne şermeka mezin e ko ji bilî 20+13+ … nivîskarên Kurdîgehê gelo dikarin çend nivîskarên ciwan bihejmêrin?

Dixwazim tenê gotineka Profesorê zimanê Kurdî Michael Chyetî bînim bîra xwişk û birayên ji me mezintir:

- Zimanê ku zarok pê nepeyivin, zimanekî bêpaşeroj e.



Miradê Gundikî - Edîtorê weşana giştî ya Kurdîgehê