Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] xwezî
2011-10-02 23:48
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Xwezî

Xwezî te bizanibûya rojên bê te
çi qas zor in çi qas dijwar in
xwezî te halê min ê belengaz bidîta
eywax lê eywax ji dlê min ê belengaz re
hezar car eywax

dilo dilo...
tu yê jî wisa biketa derdê evînê derdê hesretê
tu yê jî wisa bigiriya
xwe bavêta bextê zalimekê
tu yê jî bibûya koleyê çavên xweşik û nazenîn
tu yê jî bibûya êsîrê bêhna wê ya kujerî
eywax li min eywax ji dilê min ê belengaz re
hezar car eywax
dilo dilo gidîno dilo
te yê jî wisa êş û azar bikişanda
tu yê jî biketa nava kul û derdan
êdî nikarim bê te bijîm
were dengê dilê min ê belengaz
were min tenê nehêle
were min bê xwe nehêle
gidî gidî xezalê
gidî gidî delalê
gidî gidî nazdarê
were min bê xwe di nava êş û eleman de nehêle
nehêle........were.......




ax desto

ax ax desto desto
desto te ez kuştim desto
desto destên min bernede
min wêran û dêran neke
min belengaz û sefîl neke
tucarî
qet
destên min bernede
bihêle bila baran bibare me şil bike
me dîn bike

me ji rê derxe

ax delalê dînê
ez ketime derdê te
ez ketime jana te
ez ketime dev û lêvên te
bihêle bila dilê min bi têra xwe biqîre
bibêje ku ez ji bo te dimirim
bibêje ku min bernede

ax bihêle bila dilê me bigihîje hevdu
derdo derdo
derdê min
derdê min ê giran

bila diya te bimire
bila mala te bişewite
bila xof û derd bikeve canê te
ax derdo derdo
ax desto desto
min wêran û dêran neke



JI BÎR NEKE...

Ew awirên jehrî ku me ji hevdu veqetandibû
ku dilê min di dilê te de zeliqandibû
êdî min bêzar dike...
Di bin ewrên sayî de
Di bin xemgînî û dilşikestinê de
Bi şermeke xweşikî
bi nêrîneke agirî
bi keneke rêderxistî ve
min destên te digirt....
Êdî ew bi tenê xeyal in erê bi tenê xeyal..
Min ji bîr neke
destên min ên şermokî ji bîr neke
Nivîngeha ku me lîstikan diafirand ji bîr neke
Çavên min kenên min nêrînên min ji bîr neke
Evîndarê bi xatirê te.......Min ji bîr neke......

tu dizanî?

Dîlberê,zalimê,kafirê
tu zanî?
ez xewnên xwe yên aloz de
bi memikên te
bi devê te
bi laşê te yê germ û narîn re dileyizim.
tu zanî?
her şev dest û lêvên te dibin mevanên min
ez her şev bi kenên te yên zarokane şa û bextewar dibim
roj dibe
em hev dibînin
tu li min dinêrî
ez li te dinêrim
tu dibêjî ""heval""
ez dibêjim ""dilê min""
tu weke hevalekê tevdigerî
ez wekî evîndarekî har û dîn
lê tu nizanî
ez her şev laşê te diperçiqînim
ez her şev bi te re radizêm
ez her şev bi te re dileyizim......

_____________________________

Occo Mahabad