Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[weşanxane] weşanxaneya Spîrêzê dîsa dest bi karê xwe yê weşanê kir
2011-10-03 20:28
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
– Piştî du salên ragirtinê, Weşanxaneya Spîrêzê li bajarê Duhokê, bi çapkirina 17 pirtûkên cur bi cur, ji nû ve dest bi kar û çalakiyên xwe kir.

Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Spîrêzê Mueyed Teîb ji AKnewsê re got, “Spîrêz yekemîn dezgeha çap û weşanê bûye li Duhokê û heta niha 356 pirtûk çap kirine û di nava 5 salan de 108 hezar û 143 pirtûkên wê hatine firoştin.”

Bi boneya jinûvedestpêkirina kar û çalakiyên Spîrêzê merasîmek hate sazkirin ku tê de çend nivîskarên ku pirtûkên wan li Spîrêzê hatine çapkirin amade bûn û li ser pirtûkên xwe axivîn.

Mueyed Teîb got, “Zimanê kurdî çilemîn ziman e li dinyayê ji aliyê axavtinkerên xwe ve, anku bi tenê 39 zimanên dî berî zimanê kurdî tên. Lewra pêdivî ye mirov şanaziyê pê bike ku zimanê kurdî berî 500 salan bûye zimanê nivîsînê, ji Melayê Cizîrî û berî wî jî Mîr Yeqûbî.”

ed (AKnews)