Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[îronî] "şalê bi 40 cihan re kun" - “ keçelê tizî vizî û pîpppppp …!
2011-10-04 10:12
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com
"şalê bi 40 cihan re kun"

Heta ku tê bîra min di zarokatîya xwe de me çekmeyên rengî pê dikirin , li
ser xweşikî û bedevîya xwe pir bi keyf û coş di nav rêxa çêlan û nav
herî û avê de diçon çûnko pêyê me girêj nedibûn ….!

Me şalek pê dikirû ku di 40 cihan de kun bû û dayîkên me kunê van pê derzî û kerê fîstanê xwe yê bûkitîyê diveşat … ! me 2 cot gore di ser hev de pê dikirin ku her du jî panîyê van kun bûn …!

Vê demê pirça me vekî peza, ne elbet vekî bizina lê dedan .( pirça benî Adem vekî bizinê yê ) .

û gava sere me rût dibû zarokên dî li me dikenîn û digotin xetê sêvika di
serî de çandine ..! kiça jî digotin “ keçelê tizî vizî û pîpppppp …!
Çekmê me ji bo çar verzê salê bûn payîzê di dema coxînê de dikirîn ku
me serê zistanê ser xatirê zelandina di sere befrê pişta panîya van
didirand …!

Hindeka pê derzî û têlê didirûn lê kurê mamê min insanek
pir biaqil bû û hindek lastîk di ser agir diheland û kuna pêlavê me
pê çêdikir , sed heyf ev jî vek min nebû çi ….!

Dema havînê pir germ dibû dibû bêha seyên sikitî dikeftin pêlavê me ber vê saqê van dibirîn
û digotin a niha solê ve vekî solê zava e . ji ber kû dîsan bêhna van
kêm be 4-5 kûn jî lê didan ku xweşiktir be …! Solê me hê baş bû
kurmamê min solê babê xwe pê dikirin derev nebê cendekê vî hemû ji tê
de cih dibû …!
3 salî baştirîn dema destpêka xwedî kirina elokan bû …! Heyf me ku
çinebûn lê cihê van de me çend cûcikê mirîşkê hebûn ku hema rengê
eloka didan sere hecî gerdena cûcikek me hindî gerdena qazekê dirêj bû
… !

di davîyê de 2 cûcikê me bûne mirîşk , lê eger ez hindekî zîrektir
bama û min bikarîya pişîk û ber havêtina mamê xwe ku ne keyf min dihat
û ne cûcikê min belkî 5 heb mirîşkê min çêbana ….!

Di dema heşt salîyan de em zarokê gund hemû di kûçe û kolana de digerîyan û me
digot “xwedê tu bike baran bê “ yanê mezina digot visa bêjin çûnku
doayê zaroka diqebilin
, welhasil beqebilîya ya ne me hermalê de ar
xir dikir û di davîyê de me dibir dikanê û me xurme dikirîn , vele ez
hinge jî pir zîrek bûm û bi zor heta min hebek xurme nav destê van
zarokê sebab derdêxit hema ez dimirim , carekê xurme nedan min , min
jî heta sibê doa kirin xwedê tu bike baran neyê even bêxwedana xurme
nedan min , xwedê jî canmêrî kir û heta sibê baran barand ….!

4 salî baştirîn dema destpêka çerandina berxan bû ….!

100 heyf berxê me
çinebûn lê ez di gel hevalê xwe diçom ber berxê van ber ku tecrubeya
me zêde be û me bikin gavan …. !

mixabin min 12 salîya xwe de karî
dereceya gavanetîyê bistînim lê şukra xwedê ev jî baş bû , çi sere ve
bêşînim 2 çêlê me hebûn yêke sor ku min digotê Sorê û yêkî reş min
digotê Beşê , exlaqê herduya wekî hev nebû Beşê pir bi aqil , xwedî
hurmet , xwîn şîrîn û sosîyatîk bû , lê Sorê ev dêla tirol bê terbîyat
, bê aqil , zîyan ker û gelek esebî hema vekî jina kazoyê cîranê me bû
….!

Lê dîsan 100 mixabin heftîya min xilas bû ez di ser kar havetim ,
qusûra min nebû veleh , malbata çêlan çi terbîyat nîşanî van neda bûm
, bê xwedana rojê 2 dana moz dikirin ( gava heva germ be û dibêjim
eger mozek evka çêlan vede çêl bi sireta 100 km direvin heta page ) .

şukra xwedê Sorê ev çêla tiredîn ya mamê min bû ku jin mama min ya bi
aqil û duxtor hindek tiştê kîmîyayî dabûn Sorê ku hindekî qelav be lê
mixabin Sorê verimî û teqîya …!

Ayhan Urmîye

» Dawiya beşa yekê...

_________________________