Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] di nav xwîna di dile min da herikî ya ko ji te reng digire ...
2011-10-04 22:22
Vîyan ZARZAA
info@kurdigeh.com
axxx,
dem bi dem hesretek nû peyda dibe
di nav vê rêka bêdawî ya bi xozîyêt min…

gav bi gav keserek nû ava dibe
di nav xwîna herikî ya ko
ji te reng digre di dile min da...

îro peyvên min bê bal û per
difrin..
û xo digehînin esmanê te

ez behna xo di gel van bi rê dikem
da tu bizanî
ev peyvêt germ û xwinavî
ji dile kê ra hatin bo te...!

ere tu behna min nas dikey?!
ax...
çawa tu yê nas bikey wexta ko
te çi cara baweşa min pîroz nekirye
û
destê te zeviya leşê min yê tênî
têr-av nekirye..



ez bejim tu dengê min nas dikey!
ji ber ko her şev ez avaza evînê
ji te ra diqêrînim..

tu bê dengiya min jî nas dikey
ji ber ko ew jî wekî xeyala te
her şev
li ber singe min behna xo ve didet
bi hev ra dinivin: bêdengi û xeyala te li
ber singe min e:

tijî ji hesret û keser...

vala ji hebûna te...lê

pir ji hevî û evinê...
____________________

Peyvistan:

Xo: xwe
Xozîyêt min: xwezîyên min
Nas dikey: nas dikî
Digehînin: digihînin
Dikem: dikim

________________________

Vîyan Zarzaa