Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsara henekî] de rabe pîsê heram te rişk û sipîyê xwe anîne mala me …!
2011-10-07 09:16
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com
Payîzê dema coxînê em 5 sietan mîna singa di ber çavê xwedîyê coxînê
diravestan , xwedîyê coxînê çend caran bera xwe bizaviranda me jî wekî wî,
dereca ravestana xwe dizavirand …!

Heya ku hindek rehm dikefte dilê wî
û di gel 100 dijûna 3-4 mist genim dida me ku nivîya wê quncirek bû ,
rehmetî xwedîyê dikana gunde me insanek pir bi insaf bû û 5 kîlo genimê
me hind seredê dikir ku nîv kilo jê dima , me jî kolayek dikirî û dianî
mal di gel mastî dixwar …!

Wê demê dihol û zirna mod bû û 3 roj û şevan dawet dikirin , şeva di
nav pagê û gova da û rojan jî di hevşê berfireh , gava bûk dihat zava
diço serban û şirînok belav dikirin , dîsan jî ez pir zîrek bûm serê
min keçel bû û min çavê xwe digirtin belkî tiştek bibe ,lê ez zarokek
aqil bûm û min nedixast ser xatrê şirînoka ez xwe biçevînim , cihê vî
karî min destê xwe blind dikir ecahîba xwedê di dawetekê de pareyek
keft nav destê min ku çi caran bîra min naçe ew roja xweş …!

Xwezîya hingê ( heram be ) me televîzîyonekî reş û sipî hebû , dema
baterîya televîzîyona me xilas dibû ez diçom mala mamê xwe bo dîtina
kartona , kiçmamên min pir ji min hez dikirin û ber hurmeta min gava ez
diçom hundir televîzîyana xwe digirtin ….!

Ez jî ji ber ku bê hurmetî wan neyên kirin mina singa dirûniştim û nedirabûm ev jî mejbûrî ber ku bi

xwe bera xwe bidene kartona televezîyona xwe divekirin ….! Di davîyê
de digotin de rabe pîsê heram te rişk û sipîyê xwe anîne mala me …!
100 mixabin temenê van 2 carî min bûn , neku min ê …. ! Lê çi nake gava
ez bûm gencek xweşik hemû di gel hev bûne evîndarên min lê min guhê xwe
neda wan …!

Biharê em diçon çiya xwe re pincar , me histîkê xwe dirakirin û em
diçon elbet min histîk çinebû cihê vê de min kevçî di gel xwe dibir
…!

Sietek derbas dibû û xavika ku me ser zikê xwe girêdida zik dida …!
Me jî 2 deqa carek desê xwe dikir di nav pincarê xwe û gij dikir ber
ku hevalê me bifikirin pincarê min gelektir e …!

Di meha biharê ya
dawiyê de em diçon dizîya qersîya , weleh eger em îro gêj û bê aqil bûne
ser xatirê hindê bû ku xwedîyê qersîyan em digirtin û dikutan …!
Di havînê de em cotkar bûn , em ji xewê şîyar dibûn û %70yê tiştan me dihilgirt
…!

Ji ber mezinatî û piçûkatîyê yanê ?!

em hêj negîhiştî nav zevyê yê qumikek bidan destê me herin avê bînin ev jî 2 kîmetr vêdatir …!

Di nav gelî û kendalan of of …!

Me av dianî digotin tu here noka bidirû
heta em çayê çêbikim ….!

Êvarê jî em ker dikirin û digotin de yala şerê êvarê ye , de can şerê pala e ….!

Saleka min hêjayî kir û zevîya noka tenê bi riha xwe dirû ….! (15,000 kare metre) di dawîyê de qola
axirê dihêlin ku zevîya xwe bibirin …!

Ev yanê çi ?

yanê qola nokê ya herî dawî dêhlin û dêjin xwedê tu hinde noka bike qismet û derdêxînin
, vê sale nokê me ne zêde baş bûn û min di qola dawî de dixwest
bibêjim 1,500 kîlo , lê min zanî xwedê yê li min bikene ji ber ku ber bi
aqilî nayê zevîya me 100 kîloyan jî bide , min çend ayetê Quranê xwndin
û min got xwedê 500 kîlo , min dizanî ev jî çênabe lê min dixwest
bêjim xwedê min tiştek ber biaqilî got yanê hind zêde nebû tu jî bide
ya rebî…! ,

di encamê de min 200 kîlo nok rakirin şukra xwedê baş bû
lê min qedera sê 100 kîloyê noka vir ça û nan xwar çûnku ez zarokek 12
salî bû û mehekê min ev kare xilas kir …!
Davîya gotinê bila bimîne bo careka din min ev tişt gotin ku carek din bê

bîra me û em fikra çêkirina jîyanek xweş ji bo zarokê xwe bin .


di gel rêz û hurmet

Ayhan Urmiye
_______________