Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Tezeka masterê li ser rewşa zimanê kurdî
2011-10-08 23:33
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
— Kurdîhez berdewam ditirsin ko rewşa zimanê kurdî di xeterî talûkeyan de ye. Ne tenê kurdan heta niha zimanekî hevgirtî û standard peyda nekiriye, lê bandora zimanên biyanî, bi taybetî tirkî, dike ko kurd des tji zarava û devokên xwe jî berdin.

Ew ne tenê neçar in ko li dibistan û dezgehên fermî zimanê dagirkerên xwe bi kar bînin, lê nifş bi nifş, heta belkî roj bi roj, ew êdî zêdetir di nav xwe bi xwe de jî, bêyî ko ti dagirker û dijminên wan hazir bin jî, êdî bi zimanê serdest û zordestên xwe diaxivin. Ev rewş ne tenê ji mecbûrî li Tirkiyê, di bin nîr û zincîr, zend û zopên tirkan de, lê herwiha bi dilxwazî li Ewropayê jî tirkîaxiviya wan didome. Heta kurd zarokên xwe, yên ko rojekê jî Tirkiye nedîtiye, li Ewropayê dişînin ders û kursên zimanê tirkî.

Ev ne tenê ji alî kesên heval û hevbendên hikûmetê ve tê kirin. Heta ”şoreşgêrên” me jî ji cahş û qoriciyên me jî zêdetir xwe bi îfadekirina bi zimanê dijminên xwe serbest û serbilind dihesibînin.

Lê heleke din, zimanê kurdî, zaravaya kurmancî di nav deh-bîst salên dawîn de gelek gavên berçav ber bi standardbûnê ve avêtine. Eger berî deh-bîst salan pirraniya kurdan di hemû jiyana xwe de tiştekî bi zimanê kurdî nivîsandî nedîtibû, niha ew dikarin bêhejmar û bêdawî berhemên kurdî bi rêya Internetê bi kurdî bixwînin.

Êdî ne kurdî tenê bi hin belavokên dizîkî tê dîtin yan ji kasetên qedexekirî tê bihîstin: heta ji aliyê dewletên dagirker ve jî (niyeta wan qenc yan jî xirab be) bernameyên temaşekirinê (televizyon), guhdarîkirinê (radyo) û xwendinê (malper, rojname) tê bikaranîn. Êdî xwehînkirina xwendin û nivîsîna zimanê kurdî di dest , delîv û derfetên her kesî de ye. Lê di heman demê de kurd ji hemû demên berê zêdetir bi xwe, bi zanetî yan jî ji nezanî be, derbasî zimanê tirkî dibin û ti ihtimal nîne ko ew dîsa li kurdî vegerin.

Kurdîzimanî tek faktor e ko kurdan bêguman ji ereban, farisan û tirkan cuda dike. Dînê me yek e, rengê me pirr nêzîkî hev e û tixûbên ”kultûra kurdî” û ”kultûra tirkî/erebî/farisî” ne zelal in. Jixwe niha êdî ti hêzeke xurt ya kurdî daxwaza dewletbûna kurdan û bi wî awayî diyarkirina tixûbên erdnasî yên navbera xwe û ereban yan farisan yan tirkan di bername û rojeva xwe nehiştiye: hemû bi daxwaza ”mafên çandî û zimanî” qîma xwe tînin. Lê di rastiyê de bi xwe jî ne siyasetê bi kurdî dikin û ne jî êdî qîmetekî di jiyana xwe de didin zimanê xwe.

Bêguman her kurd azad e ko eger bixwaze, xwe ereb yan faris yan tirk bihesibîne, bi zimanê wan heta li gel zarokên xwe jî biaxive û wî zimanî hînî wan bike. Lê derdê giran ew e ko gelek kurdan mal û jiyana xwe gorî û qurbanî ”doza kurdîtiyê” kiriye, bi hezaran qeda û bela anîne serê xwe lê dîsa jî giringiyê nadin giringtirîn - eger ne tekane - şertê kurdbûnê: zimanê kurdî.

Ev gilî û gazinên kurdîhezan, ko min li jor rêz kirin, zehf tên dubarekirin. Lê gelo rewşa zimanê kurdî bi rastî, li gor vekolînên zanistî çawa ye?

Lêkolerê kurd yê hêja Ergin Opengin qîma xwe tenê bi dubarekirina gilî û gazin neaniye. Wî dest avêtiye vekolîna vê mijara pirr giring bi teza xwe ya masterê. Navê teza wî ”Rewşa sosyolîngwîstîk (civakî.-zimannasî) ya zimanê kurdî li Tirkiyeyê: vekolîna saloxder û şiroveker ya faktorên sosyolîngwîstîk û pratîkên zimannasî di çarçoveya zimanê kêmaniyê de” (LA SITUATION SOCIOLINGUISTIQUE DE LA LANGUE KURDE EN TURQUIE: L’étude descriptive et interprétative des facteurs sociopolitiques et des pratiques langagières dans le contexte d’une langue minoritaire).

Ev berhem belkî yekem xebata berfireh ya zanistî ya li ser rewşa civakî ya zimanê kurdî, bi taybetî kurmancî, be. Lêkoler li destpêkê teoriyên derbarê mijarê bi giştî vedike, paşî behsa rewşa kurdan û zimanê kurdî li hemû Kurdistanê dike û paşî jî xwe kûr berdide rewşa kurdan li Tirkiyê û zimanê kurdî li wê derê.

Opengîn behsa zanîna yan nezanîna zimanê kurdî û yê tirkî li Bakurê Kurdistanê dike. Ew herwiha yekzimanî û duzimaniya mirovên deverê, bikaranîna bi hev re ya kurdî û tirkî, bikaranîna zimanekî li malê û yê din li derve, axivîna bi zimanekî û xwendina/nivîsîna/guhdarîkirina bi yê din dike. Ew herwiha texmînên xwe derbarê zindîmana yan -nemana zimanê kurdî, bertengbûna bikaranîna wî û rewşa zimanî ya li meydana giştî dike.

Nameya masterê li zanîngeha Rouen ya Fransayê hatiye amadekirin. Ew bi zimanê fransî hatiye nivîsîn lê li gor ko birêz Hesenê Qazî ez agadar kirim (gelek spas bo wî ko ez ji vê berhema hêja agadar kirim û kopiyek jê gihand min), tez ji aliyê lêkoler bi we ve li kurmancî jî hatiye wergerandin û dê bibe pirtûk jî. Mixabin niha tenê destnivîsa fransî di destê min de ye.

Wergerandin û weşandina vê berhemê bi kurdî dê gelek bikêr be: mixabin gelek caran berhemên zanistî yên li ser kurdan, kurdî û Kurdistanê li kurdî nayên wergerandin û loma pirraniya xwendevanên kurdî ji wan bêpar dimînin. Jixwe nivîsîna vekolînên zanistî jî bi kurdî gelek kêm e.

Lê herwiha hêvî dikim ko vekoler bi xwe vê teza xwe ya hêja li tirkî jî wergerîne û yan bide wergerandin. Em kurdîhez û kurdînivîs gelek caran bi kurdî gilî û gazinan li kesên tirkîaxiv û tirkînivîs dikin. Lê tevî ko divê em giringî û giraniyê bidin ser zimanê kurdî, divê ev gilî û gazinên li ser bêqîmetkerên kurdî bi tirkî bin daku tirkîxwîn û tirkînivîs wan bixwînin!

Ergin Opengin: LA SITUATION SOCIOLINGUISTIQUE DE LA LANGUE KURDE EN TURQUIE : L’étude descriptive et interprétative des facteurs sociopolitiques et des pratiques langagières dans le contexte d’une langue minoritaire.146 r, Rouen 2009.

Husein Muhemmed