Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Xwendin[a me]
2011-01-03 10:49
:: Şîrvan Daş - Elîh
info@kurdigeh.com
Li gor ku mezinên me ji me re behs dikin, bi qasî 30 sal berê, di nav Kurdan de nîspeta xwendinê; li gor ku derfet gelek xirab û dijwar bûn jî, zêde bû. Her çendî di wan deman de weşan û çapkirina pirtûkên bi kurdî gelek kêm bû jî, pirtûkên heyî di demek kin de dihatin belavkirin û di nav heman demê de di çendîn destan de digeriyan û dihatin xwendin. Herweha, ew pirtûkên ku dihatin xwendin, li ser wan niqaş dihatin kirin û naveroka wê dihatin şîrovekirin.

Dema mirov wê demê û dema îro miqayese dike, derbarê erênê de gelek ferqeke mezin dibîne; ligel zêdebûna derfetan, kêmbûna zext û bandora li ser weşangeriya kurdî û hwd. jî, nîspeta xwendinê gelek kêm bûye. Bi taybet jî em ciwanên ku hêviya civakê ji me heye, di warê xwendinê de em gelek qels in. De usa ku hêjmara pirtûkên ku me xwendine, bi qasî bêçiyên destan in.

Helbet em dikarin li ser vê rewşê gelek sedemên ne di cîh de bibînin; carna em çûndin û xwendina dibistanê wek sedem nîşan didin, carna kêmbûna demê, carna ne hewcedarîtî, carna jî lêgerîna li ser tiştên cûda wek sedem didin nîşandan. Lê bi ya min yek ji van sedeman jî ji bo di rojê de veqetandina sietek ji xwendina pirtûkek, kovarek an jî rojnameyek re nabe asteng.

Bi rastî jî ne wusa ye, em ciwanên kurdan di van demên dawiyê de mixabin ew tiştên çanda kapîtalîstê ji me dixwaze, em tevdigerin, dijîn; an wextê xwe bi valahî derbas dikin, an jî di qehwexaneyan û baran de bi mijûldanên nehewce re derbas dikin. Carna jî pirtûk dixwînin, lê pirtûkên çawa? Ew pirtûkên ku em diwxînin, xwestina dezgaha dewletê ku bi çanda populîst tê binavkirin e. Ew pirtûk bi giştî di nav wan de yên wek Edebî, Dîrok, Felsefe, Çanda Giştî, Sosyolojî, Psîkoljî û hwd. ku di warê kesayetî û civakî de ku dê me pêşvebibe, tunin.

Her wiha di hin saziyan de carna ji bo xwendinê bi deyn pirtûk tên birin, carna jî bi veşartî pirtûk tê birin lê pirtûkên ku hatine birin, bi paşve nayên vegerandin. Di van deman de hêjmara bûyerên bi vî rengî zêde bûne. Bi rastî ger ew pirtûkên ku bi deyn û bi veşartî hatine birin, werin xwendin, ne ewqas pirsgirek mezin e. Lê belê di nav civakê de (Ez jî di nav wan de) ew sohbetên tên kirin, nîşan dide ku gelek kes wan pirtûkan ji bo xistina refan birine; ji ber ku hejmara wan pirtûkên bi deyn û bi veşartî hatine birin, pir zêde ye lê di aliyê ramanî de em pir qels in.

Ez usa difikirim ku em wek civak êdî pêwistî bi xwendinê nabînin, xwendinê wek tiştek piçûk dibînin, Ev jî, ji bo me Kurdan rewşeke gelek bi xeter peyda dike. Ger em nexwînin, ewçax di destê me de tenê dîtin û bihîstin dimîne. Her tiştê ku ji me re bê gotin, em rast qebûl dikin û pêwistî bi lêpirsîna derheqê rastiya wê de nabînin.

>> Şîrvan Daş,